Dîrok û serboriya mirovahiyê ya li ser rûyê erdê timî şer e. Lêbixe, bikuje û bidestxweve bîne. Mêtinger û talan bike.
Li ser erdnîgariya Kurdistan û gelê kurd tu demê şerê mêtingerî û dagirkeriyê neqedaye. Roj hatiye ji bo talan bike, li ser sînga wê bûye şer, roj hatiye ji bo serî li ber dane, bûye qada cengê. Ya balkêş jî ew e ku tevî her carê şer û talanê kurdan serî li ber nedaniye û şer; têkoşîn kiriye.
Tevî şerê nemerd, tevî lîstik û hevkariya nokeriyê jî, ne jin û ne jî mêrên kurd li qada şer tim zend û bend girêdayîne, ji qada şer serî daniye, lê venegeriyaye. Meydana şer meydana xweşmêr û lehengan e. Qada egîdî û fedayîbûnê ye. Ji serhildanên kurdan ên heta roja îro ev egîdî bi vekirî dixuyê.
Di roja îro de ew rûyê egîdî û lehengî di têkoşîna gelê kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd PKK’ê de li ser heman erdnîgariyê lê di dîrokeke din de bi rengekî din li ber heman dijminê turanî, zend û bend vê carê li şûna tîr, metal û şûran, bi çek û rext hatine pêçan. Li şûna zend û bend bi lewendî, şal û şepik li bejnê, li şûna zirx û mertalan jî bi rext û bombeyan beden xemilî li meydana şer nefesê li zalimî diçikîne. Lêde hey lêde, tola sedan salan heyfa bav û bapîran jê hilde.
Keç û xortên kurdan li çiya, li deşt û newalan li qada cengê tim hazir û amade ne. Dijminê tirsonek ê ji qada cengê tim dema ditengije serî li nemerdiyê dide, çawa di dîrokê de heman tişt dike, îro jî bi heman rê û rêbazê dubare dike. Ji cengê direve, nemerdî êrîş dike û teknîka serdemê ya îro û dîsa çekên qedexekirî bikar tîne.
Dijmin ku li çiyayên Kurdistanê asê mane, ketine çiravê; ji bo xwe ji lepên ‘Bazên Zagrosan’ û lehengên ‘Cenga Xabûrê’ rizgar bikin, li qada cengê bi rêbazên dijmirovane dixwaze serketina xwe bide nîşandan. Li Girê Mamreşo yê bûye sembola ‘Bazên Zagrosan’ artêşa mêtinger 10 rojan nekarî gavek li ber komek lehengên azadiyê di bin pêşengtiya Serhat Giravî de gavekê bi pêş ve biçe. Ji bo li vir bikare pêşve biçe çekên kîmyewî bikar bîne. Tişta ku hat kirin li qada şer nemerdî ye. Ji şer revîn û wateya windakirina şer e. Mêrxas û egîd li qada cengê diyar in.
Dewleta tirk a li gel siyaseta xwe ya navxwe û derve rizî ji bo ji lepên gerîla rizgar bibin û bikarin moralên wan bixin, bi rêya şerê taybet dixwaze serketinên mîzansî ji bo xwe ava bikin. Geh tê dibêje; ‘me qedand’ geh tê dibêje; ‘di katagoriya sor, zer de me bi operasyonek taybet kîjan fermandar bêbandor kiriye’, dîsa yek jî taktîka din a vî şerî, bi dehan car di pêvajoyên wiha yên şer de ji bo rojeva xwe biguherîne, di serî de Erdogan û rejîma wî fêrî mizgîniyan bûye bide gelê xwe, lê qudreta rebilalemîne her carê mizgîniyên wî vala der dikeve. Em bînin bîra xwe berî niha nekêmî 10 carî bi vê rêbazê Fermandarê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal girtine, ‘kuştine’, dîsa Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bi heman rengî, manşetên mezin avêtin. Lê roja din ew manşet li wan bûn bela, nizanîn çawa pîne bikin. Ne şerm û ne heya van heye, ewqasî dizanin derewan bi hev ve bikin û amade bikin. Bûne mekîneya derewan. Di dîroka nêzîk de got, mizgînî heye; li Garê serşorî û bi hezîmeteke mezin têk çû, bi ser de jî leşkerên xwe yên dîl kuştin. Rojên borî Erdogan dîsa xwest mizgînî bide got; ‘Berpirsê PKK’ê yê Giştî yê Sûriyeyê Nûredîn Sofî hatiye kuştin’. Ka kîjan wezîrên wî jêre derewek mezin kiribû, vê carê kulaf bi serê wî de anî û daxuyaniyek wiha da. Roja din HPG’ê fermî daxuyanî da û gotinên Erdogan derewand.
Hinek ji ber derewan bi teqiyabana wê her roj yek ji wezîrên Erdogan li ber çavê dinê alemê biteqaba. Ewqas zanin derewan çêbikin, bi xwe jî bawer dikin. Wisa mezin dikin, tê bê qey yek ji gerîla nema. Nexasim Fermandarê Giştî yê HPG’ê Mûrat Karayilan li ber çavê dinê daxuyanî da û diyar kir ku şer e, dibe ji fermandarî û asta jor a tevgera wan şehîd bibin û dîsa ew bi xwe jî di nav de, lê wê Tevgera Azadî hilneweşe. Tevgereke welê ye, bi şehîdbûnê mezin dibe. Îsbata vê jî bi şehîdbûna kadro û pêşengê PKK’ê Hakî Karer ku bi şehadeta wî re PKK hate avakirin. Dîsa bi her şehîdbûnekê re PKK xurtir dibe û di armanca xwe de kilîd dibe. Ev Tevgera Azadiya Kurd di pratîka xwe de îsbat kiriye.
Wezîrê Karê Hundir û Wezîrê Parastinê Soylû û Akar ji tirsa newêra biçe qada cengê, gotin, ‘PKK’ê fuze heye, tekerlekên helîkopteran em nikarin danin erdê.’ Ji vê mikurhatinê ma windabûnek din mezintir heye. Dîsa yê vê dibêjin bi qonaxa hezar kîlometre ji şer dûr e, ji tirsa nikare bikeve meydana şer.
Di serî de fermandar û hemû rêveberên PKK’ê li her cihê şer lê heye, li wir in û şerê xwe dikin. Ne ji mirinê ditirsin û ne jî şehîdbûnê. Lê yên ditirsin, em dibînin çawa derewan dike, çawa ji dûr ve li şer dinêrin.
‘Bazên Zagrosan’ li her derê ne û bi bazên xwe êdî li cihê herî dijmin xwe lê ewle û xurt dibîne lê dide.
Mînakên vê jî Yekîneyên Hewayî yên Şehîd Delal li Amed, Şirnex û li Êlihê bombe li dagirkeran barandin.
Meydana şer ne cihê her kesê ye, xweşmêr, egîd û leheng li meydana şer diyar in.