PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Zanîngehên zarokan

“Azadî her dem, azadiya kesên ku cûda difikirin e.” – Rosa Luxemburg

Zarok pêkû bikaribe bala xwe bide xwendinê an jî zanistê, gerek bingehên perwerdê zûtir bên avêtin. Li Ewropayê îmkanên xwendinê, lêkolînê, zanistê û teknîkê hîn zêdetir in, elbet mirov dikare li vir behsa kêmasiyên sîstema xwendinê jî bike, lê ez di vê nivîsa xwe de dixwazim balê bikşînim alternatîfên wek zanîngehên zarokan.

Ji bilî zanîngehên xwendekarên mezin, zanîngehên ji bo lêkolînerên ciwan ango xwendakarên biçûk jî hene. Ji wan re jî zanîngehên zarokan tê gotin. Ev zanîngeh ji bo ku zarok bên cesaret kirin û meraqa wan ji bo zanistê û teknîkê çêbibe, hatine avakirin. Li gelek bajarên Almanya û Ewropayê zanîngehên zarokan hatine avakirin.

Zanîngeha yekem a zarokan di sala 2002’an de li bajarê Tûbîngena Almanyayê ji hêla Eberhard Karls Universität Tübingen ê ve hatiye saz kirin. Ji hingê ve nezî 100 zanîngeh û saziyên din jî ev rêbaza zanîngehên zarokan pêşve xistiye. Zanîngehên zarokan, ji bo zanist û teknîkê li Almanya û Ewropayê ji bo lêkonînerên ciwan rêzekursan çêdikin. Bi vê yekê ew meraqa xwezayî ya zarokan digirin dest û mijarên zanistî bi rengek heyecan û heval-zarok radigihînin. Ev yek jî ji bo ku zarokên di navbera 8-12 salî û 4-18 salî ji zanistê kêfxweş bibin û bêne cesaretkirin ku bi zanistî bifikirin, tên kirin.

Beriya Zanîngeha Zarokan a Tûbîngenê were sazkirin. Di salên 1992-1996’an de unîversîta Mûnsterê her nîvsal kursek ji bo zarokan dida. Di salên 2003’an şûnve Zanîngeha Zarokan a Viyanayê tê avakirin. Ev zanîngeh jî ji zanîngehên zarokan a herî mezin a Ewropayê ye û sala ne 4 hezar zarok tev li 400 kursên li vir dibin.

Zanîngehên zarokan êdî bûne marqeyek girîng a zanîngehan. Digel şandina zanînê, armanc ew e ku astengên li ber civaka zanistî jî bişkînin. Zanîngeh vedibin da ku xwendekarên potansiyel di qonaxa destpêkê de tema jiyana xwendekarê rojane bigirin.

Mijarên Zanîngeha Zarokan li ser bingeha serpêhatiyên zarokan e, lê ji pirsên tevlihev dûr nabin. Zarok û pirsên wan bi ciddî têne girtin û ne kêm caran di hişê mamosteyan de qalibên ramanên klasîk dişkînin. Ew vê yekê jî wekî ceribandinek ji bo veguheztina zanînê ya serfiraz bibînin.

Taybetmendiyek hevpar a hemû bûyeran azadkirina şêwaza dersê bi rêya ceribandin, fîlm, danişînên pirs û bersivan û pêşvebirên din ên balê ye.

Fikra zanîngehên zarokan li ser encama anketa a OECD (Rêxistina hevkarî û pêşketina aborî) ango li ser encamên serkeftina xwendevanên dibistanê (PISA) di sal a 2000’an de derket holê. Wê demê, encamên 31 welatan hatin weşandin. Performansa xwendekaran li Almanya di warên xwendin, matematîk û zanistê de di bin navînî ya OECD de bû. Ev jî li Almanyayê bû sedema şiyarbûnê û li ser vê bûyerê zanîngehên zarokan eleqeyek mezin ditîn.

Li bajarê ez lê dimînim zanîngeha zarokan heye, demeke keça min tev li kursên vir dibe. Ev çend sal in ez ji nêz ve karên wan dişopînim. Li vir konseptek baş ji bo zarokan avakirine. Kursên zanist, bîrkarî, teknîk û zanista endezyarî, zanista aborî, zanistên mirovahî û civakî û çand û hunerê hene.

Beriya şewba koronayê zarokan xwe ji bo kursên bala wan dikşînin, qedy dikirin û tev li dersan dibûn. Heqê kursê mîqtarek kêm bû, karteke xwendekaran didan wan, vê kartê wek bilêta otobûsê jî bikar tînin.

Ev demek dirêj e ji ber koronayê ev jî nikarin kursan li zaningehê bidin, lê wek hemû dibistan û zanîngehên din jî ev jî kursan li ser rêya onlîne didin. Elbet ji labaratûvaran karkirin cuda ye wek li ser komputerê, lê ev jî hewl didin konsepta xwe gorî rewşê biguherînin. Mînak ji bo kursên li ser programkirina robotên endustûriyê, zarok hînê nivîsbariya programan dibin.

Di kursên teknîk û endezyariyê de bi modelên wek plastîk, maket tên çêkirin. Ji ber berî ku makîneyek nû dîzaynkirî ya bi motora hewaya zexmkirî di rastiyê de were çêkirin, pêşî endezyarên rastîn, modelê diceribînin.

Elbet her kesek ji bo xwe rêya herî rast dizane, lê ji bo pêşeroja zarokên kurd ên li Ewropayê mezin dibin, divê em avantajên hene baş bikar binîn. Li vir niha 10 hezaran xwendekarên kurd hene yên li zanîngehên bilind dixwînin. Gelek mamoste, parêzer, bijîjk û hwd. ên kurdan hene.

Lê hewceya me kurdan bi analîzvanên daneyan, jîriya çêkirî, endezyarên genetîkê, ekolojîstan, endezyariya 3D, pisporiya ewlehiya teklojiyê û înternetê,  pisporiya blockchain, pîlotên droneyê, endezyariya mekatronîkê, pisporiya medyaya dîjîtal, endezyariya nanoteknolojiyê hwl. hene.

Em gerek zarok û ciwanên xwe teşvîkê wan beşan bikin, ji bo ku zarok di pêşerojê de wan beşan bixwînin, dikarin ji bilî dersên dibistanan tev li kursên zanîngehên zarokan û ciwanan bibin.

Ev mînak ji bo Rojava jî derbas dibe. Li Rojava niha bingeheke perwerdehiyê hatiye avakirin. Zanîngeha zarokan li vir jî dikarin bê sazkirin.

Tenê bi temaşekirin em nikarin tu tiştan bikin, lê bi liv û tevger û xwestinê em dikarin rewşa em têde ne biguherînin.

Nûçeyên Têkildar