Nobeta ‘Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 77’an de li ber Edliyeya Rihayê didome.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Bila rayedarek rabe û bibêje, ‘tiştek wiha pêk nehatiye’. Em ê jî biçin mala xwe. Kujer diyar in lê dozgerê ku tişta pêwîst bike tuneye. Têkoşîna me ya EDALETÊ heta ku bersiv bibînê dê bidome… Em ê bêdeng nebin.” RIHA