Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Li Kobanê ji bo piştgiriya hêzên gerîla meş hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, bi dirûşmeya ‘Rêya we rêya me û armanca we armanca me ye’ meşek ji bo destekdayîna berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk lidar xist.

Bi sedan şêniyên Kobanê bi dirûşma ‘Rêya we rêya me û armanca we armanca me ye’ meşek ji bo destekdayîna berxwedana gerîla li dar xist. Meş ji aliyê meclisa navçeya Kobanê ve hat organîzekirin.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdulah Ocalan, alên kurdî û pankartên ‘Bijî berxwedana her sê azadîxwazan’, ‘Bi ruhê berxwedana Garê dê Bazên Zagrosê û şerê Xabûrê biser bikeve’ hatin hildan.

Meş ji Qada Jina Azad ve dest pê kir û ber bi qada Aştiyê ve çû. Meş li qada Aştiyê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê meclisa navçeya Kobanê Osman Îsmaîl wiha axivî û wiha got: “Dewleta tirk xeyal dike ku jinûve serdema osmaniyan vejîne. Ji ber wê jî dixwaze Rojhilata Navîn parçe bike da ku dagir bike. Divê her kes baş zanibe ku dewleta tirk ji herêmên ku dagir kiriye, dernakeve”

Osman Îsmaîl anî ziman ku li çiyayên Kurdistanê, li hember êrîşên dewleta tirk a faşîst berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê hêzên gerîla ve tê kirin û heger were xwestin hêzên gerîla amade ne ku berê xwe bidin hemû herêman.

Îsmaîl diyar kir ku hêzên gerîla destek da ku mezintirîn rêxistina terorîsts DAIŞ`ê di Kobanê de bi bin bikeve û îro jî li çiyayên Kurdistanê li ber xwe dide û wiha bi dawî kir: “Divê baweriya me bi hêzên gerîla hebe û em bi wan re bisekinin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar