Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bi bîr anî

Komîteya Navendî ya PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Kasim Engîn bi bîr anîn û wiha got: “Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke sereke ya xeta lehengiya Apoyî ku bi Hakiyan dest pê kirî, bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dom kirî, bi Egîd û Zîlanan gihaştî asta xwe ya herî bilind.”

Komîteya Navendî ya PKK’ê têkilî salvegera şehîdbûnê ya Endamê Komîteya Navendî Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) daxuyaniyeke  niviskî da.

Komîteya Navendî ya PKK’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên meha gulanê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Em, endamê me yê Komîteya Navendî hevrê Kasim Engîn ku xeleka dawî ya Meha Şehîdên Gulanê ye û şoreşgeriyê di şexsê xwe de berbiçav kiriye di salvegera pêşî ya şehîdbûnê de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin em ê têkoşîna tolhildana şoreşger ku ev salek e em didomînin, di sala duyemîn de zêdetir geş bikin û bidomînin. Em bang li hemû gelê me yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku hevrê Şehîd Kasim Engîn û di şexsê wî de rastiya şehîdên leheng rast fêhm bikin û bi rengekî xurt lê bibin xwedî.

Pir aşkera ye ku em tevger û gel ji serê meha Gulanê ve bêhtir nêzî şehîdên xwe yên leheng in. Her roj li çend deveran em bernameyên ku şehîdên xwe bi bîr bînin û rast fêhm bikin datînin.  Li ser xeta Rêbertî û Şehîdan em rexne û rexnedayinê kûrtir û xurtir dikin. Ji bo ku em bîranîna şehîdan bidin jiyîn û tola wan hilînin em têkoşîna azadiyê li her qadê geştir dikin. Em li ser xeta gerîlayên me yên şehîd ên leheng şer dikin, gelê me û dostên me li ser xeta şehîdan dimeşe. Şehîdên me yên Gulanê, Karasûngûr, Denîz, Şîrîn, Ulaş, Mizgîn, Çar, Brahîm, Hakî, Halîl, Êrîş û Andok di vê têkoşîna pîroz de dijîn û dibin ala. Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke dawî ya sereke ya zincîra azadiyê ku naşike.

Divê em şehîdên xwe rastir fêm bikin…

Weke ku tê zanîn, endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê hevrê Kasim Engîn, di êrîşeke alçaxî ya dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker de, 27’ê Gulana 2020’an ya ser Qadên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû û tev li nav Karwanê Şehîdên Gulanê bûbû. Em Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd ev salak e di şexsê hevrê Kasim Engîn de hemû şehîdên xwe yên leheng rastir fêhm bikin û bi fermandariya wan şer bikin. Em wiha digihin heqîqeta Rêbertî û azadiyê bi vê bingehê dihilmijin. Em her tiştî rastir û bêhtir rasteqînî fêhm dikin. Şehîdên me dibin rêber, mamoste, fermandar û hêza me ya sereke her demê û li her deverê.

Hevrê Kasim Engîn dibe xeleke sereke ya xeta lehengiya Apoyî ku bi Hakiyan dest pê kirî ,bi Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Sarayan dom kirî, bi Egîd û Zîlanan gihaştî asta xwe ya herî bilind. Bi rastî jî welatparêziya rast, gelparêziyê, dilsoziya bi Rêbertî, xebatkariyê, hilberandêriyê, coşiya şoreşger, kelecanî, enerjiya neqediyayî, dilnizmî, wêrekî û fedekariyê em jê hîn dibin. Ew dibe temsîla şoreşgeriyê ku berê xwe nedaye jiyana sîqalkirî ya pergala modernîteya kapîtalîst, yekbûna bi çiya û gerîla re ji xwe re kirî felsefeya sereke ya jiyanê, her demê bûyîna li welêt û bi gel re dayî ber xwe, li ser xeta Mazlûm tim dixwîne û lêkolîn dike, heme hema rojê 24 saetan dixebitî, tu qelsiya fizîkî û nexweşî li ber xebata şoreşger nedikir asteng, her demê dibû kana coşî û moralê. Aşkera nîşan dide ku li ser xeta serfiraziyê ya PKK’ê jiyan û serkeftin pêkan e.

Em ji bo tola şehîdên xwe hilînin şer dikin

Ji sala çûyî û wir ve di şexsê hevrê Kasim Engîn de ji bo ku em tola şehîdên xwe yên leheng hilînin em şer dikin. Em gel û tevger pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dayî ber xwe, dimeşînin. Di serî de jin û ciwan hemû gelê me û dostên me li çar parçeyên Kurdsitanê û li derveyî welêt li ser pêyan in, kuçe û meydanan dadigirin û bi coşî û biryardarriyeke mezin dirûşmên azadiyê diqêrin. Bang li hemû mirovahiyê dikin ku li ser azadiya jinan û bîreweriya ekolojîk cîhaneke nû ya demokratîk were avakirin.

Hêzên me yên gerîla yên leheng li her aliyê Kurdistanê her roj derba kuştinê li qirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê dide. Ji Heftanînê heta bi Xakurkê, di serî de Metîn, Zap û Avaşîn, li Qadên Parastinê yên Medyayê bi şerê şoreşgerî yê ku geş kirî faşîzma AKP-MHP’ê li Kurdistanê binerd dike. Çalakiyên berxwedanê ku li Qadên Parastinê yên Medyayê hildayî asta jor, ji Serhedê heta Dêrsim û Mêrdînê li her aliyê Kurdistanê berbelav dike. Çalakiyên berxwedaniya şoreşger ji Çukurova heta bi Îzmîr, Stenbolê li hemû metropolan gerandiye. Herî dawî li Amed, Êlih û Şirnexê gerîlayê me yê leheng di biryargeh û navnda wan a êrîşê de li dijminê faşîst-qirker dide.

Bi vê wesîleyê di serî de çalakiyên Amed, Êlih û Şirnexê li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê her kesê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji bo azadî û demokrasiyê şer dikin silav dikin, em careke di serkeftina wan a dîrokî pîroz dikin. Di şexsê fermandar Hevrê Serhed Giravî, Fermandarê nemir ê Mamreşo de hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin li ser şopa şehîdên me yên leheng ku tola hevrê Kasim Engîn dihilînin em ê her demê bi biryardariyeke qeyîm bimeşin. Em serkeftina mezin ji bo şervanên leheng ên HPG, YJA Star, YPS’ê û HBDH’ê re dixwazin.

Pir aşkera ye ku xwîna tu şehîdê me li erdê namîne û tola wan bi teqezî tê hilanîn. Hesabê her komkujiya faşîst û qirker û zilmê zêdetir tê standin. Faşîzma AKP-MHP’ê di xwîna rijandî de dixeniqe. Kevirên serfiraziyê yên Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi lehengî tê danîn. Dawiya faşîzma AKP-MHP’ê û serfiraziya şoreşa azadî û demokrasiyê nêzîk dibe.

Bi vê çarçoweyê di salvegera pêşî ya şehîdbûnê de hevrê Kasim Engîn şoreşgerê mezin û di şexsê wî de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku li ser şopa şehîdên me yên leheng têkoşîna azadî û demokrasiyê geştir bikin!” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar