PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Polîsan mil û diranên jina 55 salî şikandin

Li navçeya Rezanê, polîsan jina 55 salî Kevser Demîr derb kirin, 3 diran û milê wê şikandin. Walîtiyê Amedê jî bi daxuyaniya xwe polîsên îşkencekar parast û malbatê hedef nîşan da

Li navçeya Rezan a Amedê, jina 55 salî Kevser Demîr ji aliyê polîsên ku kurê wê binçav kirin ve rastî tundiyê hat. Polîsan di serdegirtina malê de, 3 diran û milê Demîr şikandin. Demîr, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî rapora îşkenceyê û muameleya xirab girt û derbarê polîsan de gilî kir. Demîr di heman demê de, serî li şaxên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.

Demîr a ji Rojnameya Tîgrîsê re axivî û wiha got: “Di 18’ê Gulana 2021’an de, di saetên şevê de bi ser mala min de girtin. Ez dayika 8 zarokan me. Kurekê min tiryakkêşê. Zewiciye û kurê wî heye. Min ji polîsan pirsa ku wî çawan deman bikim kir, gotin ‘em nizanînin.’ Ez dixwazim kurê xwe ji tiryakkêşiyê rizgar bikim. Ez ji kar hatim. Saet derdora 18-15’an bû. Dengê qêrîniyê ji xwar hat. Min got qey kesek ji avahiyê ket xwarê û ez bezdam. Di avahiyê de mala min a bi kirê hebû. Min dît ku deng ji wê derê tê. Kurê min çûbû gel kireciyê me. Min dît ku kurê min li wê derê ji aliyê 3 polîsan ve bi erdê re hatiye dirêjkirin. Yek derketibû ser pişta wî, yekê din dixwest wî kelepçe bike û yê din jî bi stûyê wî girtibû. Kurê min jî qîr dikir û digot, ‘Dayê, dayê ez kuştin.’ Ez jî beziyam hûndir û min got, ‘bo xwatirê xwedê lê nedin. Sûcê wî çibe bi xwe re bibin. Bes lê nedin.’ Yek ji van sê polîsan li ser vê yekê, bi porê min re girt û ez bi erdê re xirikandim. Pehîn li min da. 3 diran û milê min şikandin. Dûre keça min hat û bi ser wan de qîr kir û got, ‘hûn çima li dayika min dixwin.’ Ji ber vê li keça min jî xistin, milên wê hişîn û reş kirin. Polîsê ku li me dixist, digot ew boksvanê berê ye û bi ser me de qîr dikir. Li zikê min xistin û di pêlikan de, bi ser piştê ketim.”

Gef xwarin

Demîr diyar kir ku wê li Navenda Ragihandin a Serokkomariyê (CÎMER) gilî kir, lê polîsê ku li wê xistibû piştî bûyerê gef li malbata wê xwar. Demîr da zanîn ku heman polîsî gef li wan xwariye û ev tişt anî ziman: “Heman polîs bi gefa ku ‘ez ê 3 kesên din bibim’ gef li me xwar. Dûre ez çûm nexweşxaneya dewletê û min rapora tundiyê girt. Min ji CÎMER’ê re nivîsand, bêdeng dimînin. Ez dayik im û tu mafê wan tuneye ku li min bixin. Hem bi awayekê madî û hem jî manewî ez ji wî polîsî gilîdar im. Hîn dozger bangî min nekiriye. Ez çûm qereqola Rezanê û min îfade da.”

Walî wekî her carê polîsên xwe parast

Walîtiya Amedê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û îdîa kir ku polîs rastî tundiyê hatine. Walîtiyê, di daxuyaniyê de, qet behsa dayika 55 salî ya 3 diran û milê wê ji aliyê polîsan ve hatibû şikandin nekir û berevajî vê yekê malbata sûcdar nîşan da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar