Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li Şamê lîstika hilbijartinê ya Esad

Li qadên bi kontrola Şamê Beşar Esed ji bo ku cara çaran bibe serok diçe hilbijartinê

Ji bo hilbijartina seroktiyê li qadên bi kontrola Şamê bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. Li gorî hikûmetê hilbijartin nîşan dide ku li Sûriyeyê hatiye ser hemdê xwe.

Lê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hilbijartinê nabe. Civaka navneteweyî jî diyar dike ku armanca hilbijartinê ew e ku serweriya Beşar Esed were pejirandin.

Wezîrên karê derve yên DYE, almanya, Brîtanya, Fransa û Îtalyayê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li civaka navneteweyî kir ku hilbijartinê red bikin û wiha gotin: “Em bang li civaka giştî ya navneteweyî dikin, bêyî ku binpêkirinên giran ên mafên mirovan ê rejîma Esad were sekinandin an jî bêyî ku tev li pêvajoya siyasî bibe ku NY’yê ji bo ku dawî li şer bîne hêsan kiriye, hewldana mewabûnê bi teqezî red bikin.”

Wezîrên welatên navborî gotin ku ev hilbijartin ne azad û ne jî dadmend in.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk 24’ê Gulanê daxuyaniyeke niviskî da û wiha got: “Meclisa Sûriyeya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyeyê pêk naynin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an.  MSD teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.” ŞAM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar