Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Leşker û cerdevanan li Wanê gule li gundiyan reşandin

Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê, leşker û cerdevanan gule li kesên ku li dijî kana mermer derketin reşandin. Leşker û cerdevanan 4 gundiyan jî binçav kirin

Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo ku li qadeke berfireh kana mermer bê vekirin îhale hat kirin. Duh êvarê rayedarên firmaya mutehît, leşker û cerdevan bi makîneyên kar çûn gund û 40 axurên li qada ku dê kan bê vekirin hilweşandin. Ji ber vê gundî li hev kom bûn û bertek nîşanî hilweşandinê dan. Gundiyan gotin ku wê destûr nedin vekirina kana mermer û meş li dar xistin. Leşker û cerdevanan ji bo belavbûna gundiya gule di ser wan de reşandin.

Gundiyekî ku nexwest navê wî bê nivîsandin derbarê mijarê de ev agahî dan: “Ji 3 sal berê ve tê xwestin ku li gundê me kana mermer bê vekirin. Duh firmaya mutehît bi leşker û cerdevanan re hat gund û bi makîneyan axurên me hilweşandin. Me vê şermezar kir. Mudaxaleyî me kirin û bi sedan gule li me reşandin. Di van kêliyan de 4 gundî jî binçav kirin û pişt re berdan. Em naxwazin li gundê me kana mermer bê vekirin. Heke kan bê vekirin em êdî nikarin li vir bijîn. Ji me re gotin, ‘Ev der malê xizîneyê ye û wê teqez kan bê vekirin’. Em destûr nedin vê.”

Piştî şermezarkirinê rayedarên fîrmayê, leşker û cerdevan ji gund veqetiyan. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar