Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PJAK: DAIŞ li Rojhilat bi hevkariya Îranê êrîşî gel dike

PJAK’ê bi daxuyaniyek bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Merîwan, Saqiz û Sine û wiha got: “Komên çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya hêzên rejîma Îranê êrîşî gel dike. Hêza gelê kurd heye ku li gel DAIŞ’ê ya sûnî û şîa şer bike.”

Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarên Merîwan, Saqiz û Sine daxuyaniyek da.

PJAK’ê ragihand ku rejîma Îranê jî dixwaze mîna Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ’ê ji bo berjewendiyên xwe li dijî gel bide şerkirin û diyar kir ku Tirkiye û Îran bi rengên cuda piştgirî didin komên dijî mirov û demokrasiyê.

PJAK’ê destnîşan kir ku li Sûriye û Iraqê çeteyên DAIŞ’ê yên ku gelek dever kirin bin kontrola xwe de, yekane hêza li dijî şer kir û têk bir gelê kurd bû û wiha got: “Niha jî komara îslamî ya Îranê dixwaze van komên çete li rojhilatê Kurdistanê bixin di bin kontrola xwe de û di bin navê hêza ewlehiyê de, nakokî derxîne, di mercekî derketina krîzan de li dijî gelê şoreşger bikar bîne.”

DAIŞ û îslama siyasî ya tundraw

Di daxuyaniyê de PJAK’ê da zanîn ku DAIŞ û îslama siyasî ya tundraw rûyê xwe yê dizî û dij mirovahiyê nîşanî tevahî cîhanê daye û wiha pêde çû: “Gelê me jî li dijî vê yekê ji gelê herî zerermend e, bi xwîn û goşt li beramberî van komên terorîst berevanî kiriye. Dewleta tirk û Îran bi şêwazên cuda destek û piştevaniya van komên çete û koneperest dikin ji bo pêşerojê bi rengên cuda li dijî gelê me û ruhî demokrasî ya li navçe û herêmê bidin bikaranîn.

Di rojên borî de li rojhilatê Kurdistanê êrîşeke tundraw a îslamiya siyasî li ser gelê me pêk hat. Bi taybet li bajarên Merîwan, Saqiz û Sine êrîşên nerewa bi hincetên cêwaz êrîşî xelkê sivîl hatiye kirin. Dem û şêwazê êrîşê dide nîşandan ku ev yek bi plan û rêxistinkirî tê kirin, bi taybet bi piştevaniya hêza Komara Îslamî ya Îranê bi rê ve diçe û armancên taybet li pişt hene.”

Piştevaniya Tirkiye û Îranê

Di dewama daxuyaniyê de PJAK’ê bal kişand ser piştevaniya Tirkiye û Îranê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: “Çawa ku Tirkiye ji bo armancên taybet pişgtirî da DAIŞ’ê, bi heman siyasetê Komara Îslamî jî dixwaze li rojhilatê Kurdistanê em kom û çeteyan bixe di bin kontrola xwe de û di bin navê hêzên ewlekariyê de nakokî derxîne, di mercekî derketina krîzan de li dijî gelê şoreşger û bikar bîne.”

‘Hêza gelê Rojhilat heye’

Her wiha PJAK’ê bi bîr xist ku dema DAIŞ li Iraqê êrîşî Mûsil û Şengalê kir, dîsa li Sûriyeyê êrîş kir, ne hêza Iraqê û ne jî Sûriyeyê nikarîn xwe li ber DAIŞ’ê bigirin û beşek mezin a xaka van herêman xist bin kontrola xwe û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Her kes baş dizane, çawa gelê kurd ê şoreşger li beramberî DAIŞ’ê rawestiya û çeteyên dijminê mirovahiyê têk birin. Bi heman rengî gelê me yê li rojhilatê Kurdistanê hêza wan a şer heye li dijî çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên şaîa (rejîma Îranê) bike. Ev kom ji aliyê komên diyar ve tê birêvebirin, gelê em vê yekê qebûl nake û cihê wan jî di nava gelê me de nîne.

Gelê me yê rojhilatê Kurdistanê çawa bi piştevaniya xwe li Kobanê, Şengal û hemû navçe û bajaran dawî li dijî çeteyên tundrawa derketin û têk birin, niha jî ciwan, mamosteyên olî, hemû ferdên civakê, li dij radiwestin û rê nadin ku ev hişmendiya koneperest li Kurdistanê xwe bi cih bike.” ŞAHO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar