Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kasim Engîn li ser gora xwe hat bîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Qendîlê hat bibîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) ku di 27’ê Gulana 2020’an de di encam êrîşeke hewayî ya dewleta tirk de li Qendîlê şehîd bibû, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Gelek welatiyên ji deverên cuda yên başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera şehadeta Kasim Engîn, serdana gora wî ya li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur a li Qendîlê kirin.

Welatiyan gul li ser gora şehîd danîn û ji bo giyanê tevayî şehîdan deqek rêz girtin.

Piştre yek ji rêhevalên Kasim Engîn, Hozan Daleho axaftinek kir û wiha got: “Malbata Şehîd Kasim ji ber zilma dewleta tirk neçar ma koçberî Ewropayê bibe. Şehîd Kasim hîn di temenê xwe yê 19 salî de li koçberiyê wek her ciwanek welatparêz dest bi xebatê kir. Piştî çar salên xebatê yên li Ewropayê Şehîd Kasim biryar da tev li nava rêzên tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê bibe. Şehîd Kasim li çiyayên Kurdistanê têkoşîn û xebatek gelek mezin meşand. Di warê perwerde, çand, dîroka Kurdistanê û dîplomasiyê de xwe gihandibû asta herî jor. Têkoşîna Şehîd Kasim ji bo ciwanên kurd bûye hêz û hêvî. Em li vê derê carek din soz bi xwîna şehîdan didin ku em ê şopdarê rêya Heval Kasim bin ta ku em hêvî û xeyalên wî bi cih tînin. Em ê tu demê dest ji xebatê bernedin û soza tolhildana wî didin.”

Piştî axaftinan helbesta Ebdullah Peşêw ku gelek caran Şehîd Kasim Engîn digot, hat gotin.

Her wiha merasîma bîranînê bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar