Navenda Nûçeyan |
Di hilbijartinên serokkomariyê de yên li herêmên dibin kontrola Beşar El Esad de, Esad carek din bû serokkomar. Li gorî daxuyaniya serokê parlamentoyê Hammûd Sabaha, Esad ji sedî 95.1 ê dengan wergirt.
Ji hevrikên wî wezîrê berê Sallûm Abdullah ji sedî 1.5, endamê ‘muxalefeta’ bi dilê desthilatdariyê Mahmûd Marey jî ji sedî 3.3 ê dengan stand.
Li gorî serokê parlamentoyê 14.2 milyon kesî dengê xwe dane. Di teoriyê de li Sûriyeyê 18.1 milyon hilbijêr hene. Ji bo rêjeya tevlibûna li hilbijartinê jî hate îdîakirin ku ji sedî 76.64 ê hilbijêran tev li bûne.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihandibû ku heta atmosfereke demokratîk nebe hilbijartineke rasteqîn jî nabe û wiha gotibû: “Em ê nebin parçeyek ji hilbijartinên serokatiyê û em ê tev li nebin.”