Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gefa kuştinê li gundiyan xwarin

Niştecihên gundê Şêxan a navçeya Payîzava ya Wanê yên li dijî avakirina kana mermeran derketin, leşkeran bi ser wan de gule û bombeyên gazê barandin, diyar kirin ku leşkeran gefa kuştinê li wan xwarine

Niştecihên gundê Şêxan a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, ji ber ku li dijî çêkirina kana mermeran a li gundê xwe derketin, rastî êrîş û tundiya leşker û cerdevanan hatibûn. Ji hin welatiyên gund ên leşkeran gule û bombeyên gazê bi ser wan de barandibûn, gefa kuştinê li wan xwaribûn, bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Ji ber ku axurên gundiyan ji bo kana mermer bi dozeran hatin hilweşandin, hemû heywanên welatiyan derve man.

Welatiyan diyar kirin ku alavên wan dibin hilweşandinê de mane û destnîşan kirin ku ev zilm e û tundiya li wan hat kirin vegotin.

Zarîfe Bîlek diyar kir ku dixwazin bi zorê cih û warên wan desteser bikin û wiha axivî: “Dixwazin kana mermeran li ser cihê heywanên me, erd û zeviyên me çêbikin. Gundê me pir biçûk e. Ji ber vê em bi şev heywanên xwe dibin vê derê û bêrîvantiya xwe li vê derê dikin. Bê agahiya me axurên me hilweşandin. Dema me xwest heywanên xwe jê derbixin jî, em asteng kirin û li me xistin. Mirişka me dibin hilweşandinê de ma. Roja ku axurên me hilweşînin, gelek bombeyên gazê avêtin gundê me jî. Zarokên me ji gazê bi bandor bûn. Em naxwazin kana mermeran li vê derê ava bikin. Em ê destûrê nedin kana mermeran.”

Mîkaîl Bîlek jî anî ziman ku cihê bêrîvantiyê û stargeha heywanên wan tenê ev der e û wiha got: “Niha bihar e, em dikarin îdare bikin, gava zivîstan hat, em ê wê demê çi bikin?”

Gefa kuştinê li wan xwarin

Ji niştecihên gund Mahîr Yucel jî da zanîn ku di dema hilweşandinê de xwestine ku heywanên xwe ji axurên derbixin, lê leşker û cerdevanan êrîşî wan kirine û derb kirine û ev tişt anî ziman: “Leşker û cerdevanan bombeyên gazê avêtin gundê me. Bi ser me de gule berdan. Gundî bi gotina ‘em ê we bikujin’ tehdît kirin. Roja çek bi kar anîn, bi birayê min re 6 kes binçav kirin. Di bin şert û mercên zor û zehmet de, bi zorê me bi 100 hezar lîreyan ji heywanên xwe re axur çêkir. Axurê me jî hilweşandin. Ez niha wî pereyî çawan kom bikim. Zivistan li pêşiya me ye, em ê heywanên xwe di ku derê de xwedî bikin? Tekane debara me li ser sewalkariyê ye. Ger em niha dest ji sewalkariyê berdin, em ê bi çi debara xwe bikin? Niha ji bo kaneke mermeran, hemû gundiyan ji nedîtî ve tên.”

Serdanên wan bê encam man

Arafat Bîlek jî da xuyakirin ku wan gelek caran daxwazname dan walitiyê û qeymeqamtiyê, lê bi tu awayî bersiv ji bo wan nehat dayîn.

Bîlek diyar kir ku di dema êrîşê de, leşkeran 4 saetan kelepçekirî dan rawestandin û wiha got : “Gelek alavên min di bin axura hilweşandin de man. Li vê derê nêzî 100 kesan dijîn. Em hemû heywanên xwe li wê derê xwedî dikin. Niha di destê me de, tu tişt nemaye. Berî 14 salan kan li vê derê ava kirin, lê me destûr neda ku me ji vê derê derbixin. Herî dawî bi leşkeran re hatin û xwestin bi zorê me ji xaka me derbixin. 25 axurên me bi dozeran hilweşandin.”

Her wiha Altûn Bîlek jî anî ziman ku pir kêm mabû zarokekê wî di bin hilweşandinê de bimîne û wiha bertek nîşan da: “Hemû heywanên gund li wê qadê dimînin. Em li wê derê bêrîvantiyê dikin. Ew der stargeha heywanên me ne. Niha hemû heywanên me derve de ne. Em bi heywanên xwe debara xwe dikin. Tişta ku hat kirin zilm e. Ev zilm nayê qebûlkirin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar