Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li Başûr 47 gund ji ber êrîşên dewleta tirk hatin valakirin

Êrîşên artêşa tirk li Herêma Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin 37 roj in didome. Heta niha 47 gund ji ber êrîşên artêşa tirk hatin valakirin. Cerdevan û çeteyên OSO yên girêdayî artêşa tirk darên welatiyan dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên KDP’ê jî birîna daran piştrast kir

Artêşa tirk li herêma Metîna, Zap û Avaşînê di 23’ê Nîsanê de operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Operasyona leşkerî bi tevlêbûna cerdevan û çeteyên OSO yên girêdayî artêşa tirk 37 roj in didome. Operasyon li herêma Girê Zendûra yê Metîna zêde bûye. Ji roja ewil heta niha leşker dixwazin derkevin ser gir. Lê heta niha nikarin derkevin ser gir. Li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê hatin bi destxistin, heta niha leşker gavekê jî pêşve neçûne. Leşker ji bo herêmê bi dest bixin hewl didin derkevin ser girê Zendûrê. Leşkerên ku dixwazin têkevin tunelên şer jî bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Leşkerên ku hêza xwe winda dikin dîsa gavan paşve davêjin.

Li aliyekî şerê li herêma bejahî her diçe dijwar dibe, li aliyê din balafirên şer girê Zendura yê Metîna, Çîloyê biçûk ê Zapê û herêma Mervanos ê Avaşînê û qada Şûkê ji hewa ve bombe dike. Balafirên şer ji hewa ve bêtir qadên ku gundî û sivîl lê dijîn bombe dike. Ji ber bombekirina balafirên şer zevî dişewitin û sewal tên kuştin. Di encama bombebaranê de qada di navbera Gundê Kestê û Kanîmasî yê herêma Metînayê de nêzî hezar û 850 dolim bax û bostan tev şewitîn.

Daran dibirin

Nêzî hezar çeteyên OSO yên anîn Baregeha artêşa û Lojîktika Bamernî û 560 endamên OSO yên ji Lîbyayê anîn Herêma Rûbarok û Şemzînanê ya Colemêrgê, tevî cerdevanên gundan, li herêma Zaxo û Berwarî dest bi talankirin û wêrankirina xwezayê kirin. Cerdevan û çeteyên OSO li gel leşkeran dar û berên gundiyan dibirin û piştre difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên PDK û YNK’ê jî ev yek piştrast kirin. Rayedaran anîn ziman ku vê yekê bi destûra Hikûmeta Herêma Federel a Kurdistanê tê dikin. Rayedaran da zanîn ku li herêma Zaxo û Berwariyê 47 gund ji ber leşker lê bi cih bûn, welatî koçber bûn û gund vala kirin. Rayedaran da zanîn ku çeteyên OSO û cerdevanên girêdayî artêşa tirk daran dibirin û difiroşin Tirkiyeyê.

47 gund vala kirin

Çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku li herêma Bêgova, Dêrekar û Berwarî yên girêdayî navçeya Zaxo ya Duhokê welatiyên 47 gundan ji ber êrîşên balafirên şer gundê xwe vala kirine. Gundiyan anîn ziman ku Endamê Polîtburo yê PDK’ê Ali Awnî destûr daye birîna daran. Çavkaniyan da zanîn ku dar ji aliyê şîrketên nêzî Awnî û şirîkên Tirkiyeyê ve tên birîn. Çavkaniyan da zanîn ku cerdevan û çeteyên OSO yên daran dibirin, difiroşin Tirkiyeyê. Çavkaniyan bi bîr xistin ku li gundên hatin valakirin û darê wan tên birîn maşîneyên zirxî yên artêşa tirk lê tên bicihkirin.

Parlamenterê PDK’ê Rêving Hirurî têkildarî mijarê daxuyani da çapemeniyê û agahiyên li herêmê piştrast kir. Hirurî anî ziman ku dewleta tirk ji bo daran bibire gelek şîrketan tîne herêma Berwariya Bilind û Zaxoyê. Hirûrî da zanîn ku dar bi destê şîrketên Tirkiyeyê tên jêrin û bi taybetî bi destê cerdevan û çeteyan tê kirin.

47 gundên di encama operasyonê de hatin valakirin wiha ne: Senat, Deşta Texît, Behnonê, Sorînk, Qesrok, Ava Gozê, Dêre Şeş, Mêrge Şîş, Erên, Perex, Binxirê, Bajawa, Elanş, Zawêtê, Kelok, Qir Kirank, Petromê, Kork, Kondok, Gewrik, Bazingira, Masîsa, Dergel Sindava, Comî, Bihêrî, Şeranşê Jûrê, Şeranşê Jêrê, Pîr Bala, Evlehî, Bîndiro, Banga Jêrê, Banga Jorê, Menîn, Bîrkî, Ava Toka, Şîlan, Şilîn, Kêşan, Heftenîn, Girê Biyê, Rosî, Mêrgehê, Êkmalê, Sewila Rojhilat, Sewla Rojava, Nizdorê, Hewak Golê, Xîzava.

Çavkanî: MA / Erdogan Altan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar