Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: 14 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ragihand ku 14 dagirker hatine kuştin, mewziyeke A4'ê, çekeke A4, wesayîteke zirxî ya ji dûr ve tê kontrolkirin û mewziyeke hatiye îmhakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li her dere derbên giran li artêşa tirk a dagirker dixin. Têkildarî çalakiyên gerîlayan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê têkilî çalakiyên ku hêzên gerîla kirine ev agahî dan:

“Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê;

28’ê gulanê saet 13:30’an li herêma Metînayê li qada Derarê li dijî dagirkerên li Girê Sor ku bi çeka A4’ê mewziyên şer ên Girê Zendûra bombe dikirin çalakiyek hatiye kirin. 3 leşkerên li mevziya A4 hatine cezakirin, çeka A4 û mewziya wê bi temamî hatiye rûxandin.

Piştî çalakiyê dagirkeran Kêstê, Hirorê û Girê Zendûra yên herêma Metînayê dane ber obûs û hawanan, di navbera saet 22:45-00:00’an de bi helîkoptêran leşkerên ku hatine cezakirin rakirine. Her wiha bi helîkoptêrê êrîşê dema ku erdên gundê Kêstê û Girê Zendûra hatine bombekirin hêzên me bi çekên giran ew kirine hedef û li wan dane. Piştî derbxwarinê helîkoptêrên êrîşê bêgav mane ku ji qadê dûr bikevin.

29’ê gulanê saet 12:00’an dagirkerên ku xwestin bikevin tûnelên şer ên Girê Zendûra a herêma Metînayê, piştî ku bi ser neketin, dîsa hêviya xwe bi teknîkê ve girêdane, bi wesayîteke zirxî ya ji dûr ve tê kontrolkirin û bi palet xwestine ku bikevin tûnela şer. Ev wesayîta zirxî ji hêla hêzên me ve hatiye îmhakirin.

29’ê gulanê saet 13:00’an li herêma Heftanînê dagirkerên ku ji Koxê Mele Yehya ber bi gundê Kêşanê ve diçûn ji hêla hêzên me ve hatine kontrolkirin. Hêzên me yên YJA Starê ev dagirker kirine hedef û çalakiyek li wan kirine. Di encama çalakiyê de çend dagirker birîndar bûne û hatine cezakirin zelal nebûye, dagirkerên ku derb xwarin vekişiyane.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê;

19’ê gulanê li herêma Zapê li dijî dagirkerên ku li qada Herfa T’yê tevdigeriyan çalakiyek hatiye kirin. Piştî ku bi çekên ferdî li dagirkeran hatiye xistin şerekî giran çêbûye. Di vê çalakiyê de li ber çavan 4 leşker hatine cezakirin hevrêyên me Egîd Batman û Rêber Nisêbîn bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Batman

Nav Paşnav: Veysî Yomen

Cihê Bûyinê: Êlih

Navê Dê û Bav: Hayriye-Mustafa

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 19’ê Gulana 2021’an /Zap

Hevrêyê me Egîd li Êlihê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hê zû nas kiriye. Di nav malbatê de her çendî hin memûrên dewletê hebin û xizmetê ji dewleta mêtinger re bikin jî hevrêyê me Egîd bi hîseke kûr a welatparêziyê ji gel û welatê xwe hez kiriye. Piştî dibistana seretayî li dibistanên dewletê nexwendiye, xebitiye, ked nas kiriye û bi keda xwe li ser pêyan maye. Berpirsyariya ku dîrokê lê bar kirî di dilê xwe de hîs kiriye û tev li nav xebatên ciwanan bûye. Piştî demekê ev xebat têr nedîtiye û tev li nav refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûye.

Hevrê me Egîd ku li Êlihê bi çîrokên Fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Kormaz) mezin bûyî li çiyayên Kurdistanê ji bo ku li ser şopa lehengiyê ya Fermandar Egît bimeşe navê xwe daniye Egîd. Li Avaşîn, Zap û Zagrosan hînî gerîlatiyê bûye. Li ser bingehê pîvanên jiyanê yên îdeolojiya Apoyî li xwe zêde kiriye û bûye fermandarekî zîrek. Li Zapê di gelek çalakiyan de pêşengî kiriye, her wiha di çalakiya dawî de ku şehîd bûyî bi wêrekî, biryardarî û ruhê fedayî yê Apoyî bi ser dijmin de çûye, dagirkerên mêtinger ceza kiriye.

Nasnav: Rêber Nisêbîn

Nav Paşnav: Suleyman Aydin

Cihê Bûyinê. Nisêbîn

Navê Dê û Bav: Hasîme-Zubeyir

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 19’ê Gulana 2020’an /Zap

Hevrêyê me Rêber Nisêbîn li bajarê serhildanan li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hevrê Rêber ku bi çand û rêza berxwedanê ya Nisêbînê mezin bûyî li gel hemû polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk a qirker ku ji bo tev li gerîla nebin ew qas astengî danîn jî, ji hemû astengiyan bihuriye û sala 2020’an tev li nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me Rêber ku bi tevlêbûna gerîla derba pêşî û giran li dijmin dayî li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kiriye, zû hînî çiyayên Kurdistanê bûye û tev li jiyana bi pîvanên PKK’ê bûye. Bi kesayata xwe ya gihaştî û tevlêbûna bi hest zû li xwe zêde kiriye û bûye şervanekî zîrek. Hevrêyê me Rêber ku zilm û komkujiya dewlta TC’ê ya qirker a li ser gelê me yê Nisêbînê gavekê jî ji bîr nekirî tev li çalakiyên tolhildanê bûye û nîşan daye bê ka hêrs û kîna wî ya li dijimin çendî mezin e. Di çalakiya dawî de ya li qada Herfa T’yê ya Zapê bi wêrekî û lehengiyeke mezin bi ser dijmin de çûye, bi cezakirina dagirkeran şehîd bûye.

Li Kurê Jaro 2 gerîla şehîd bûne

20’ê gulanê saet di navbera 14:30-15:00’an de li herêma Zapê qada Kurê Jehro hatiye bombekirin, di encamê de hevrêyên me Brûsk Kobanê û Rêdûr Cûdî şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Rêdûr Cûdî

Nav Paşnav: Muhammed Mehdî Tanrıverdî

Cihê Bûyinê: Şirnex

Navê Dê û Bav: Besna – Ramazan

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20’ê Gulana 2021’an /Zap

Hevrêyê me Rêdûr Cûdî li navçeya Silopya ya Şirnexê li gundê welatparêz ê Sorbitmê jidayik bûye. Li nav malbateke welatparêz bi hîsên welatparêzî mezin bûye. Qebûl nekiriye ku li nav dibistanên dewleta TC’ê asîmîle bibe û dibistan berdaye. Hê bi ciwanî êşa gelê xwe û siyaseta qirkirinê ya dagikeriya TC’ê dîtiye û lê geriyaye ku tev li nav têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibe. Li pey vê lêgerînê li Cûdî tev li nav refên gerîla bûye. Ji Cûdî heta Garê, Zapê li gelek qadan bi dînamîzm û enerjiya ciwanî gerîlatî kiriye, bi devlikenî û coşiya xwe ya nediqediya tim ji hevrêyên xwe re bûye moral. Bi zekaya xwe ya zêde ya pratîk, bi jêhatîbûn û kesayata xwe ya hîperaktîf pir zû pêş ketiye, li nav jiyana gerîlatiyê bûye xwedî tecrûbeyên zêde û li ser îdeolojiya Apoyî xwe pêş ve biriye. Ji bo ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pratîk bike daye ber xwe ku di pisporiya leşkerî de bi pêş ve biçe û bi vê çarçoweyê li akademiya leşkerî perwerde bûye. Bi îdîya ku bibe gerîlayê profesyonel derbasî qada Zapê bûye, li vir bi asta pêşengiyê tev li nav gelek xebatan bûye.

Nasnav: Brûsk Kobanê

Nav û Paşnav: Ahmet Alî Bozan

Cihê Bûyinê: Kobanê

Navê Dê û Bav: Emîne -Alî

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20’ê Gulana 20212an /Zap

Hevrêyê me Brûsk li Kobanê ku destana lehengiyê lê hatiye nivîsîn, faşîzma DAIŞ’ê ya ku bûbû bela serê mirovahiyê têk birî, jidayik bûye.  Hevrêyê me Brûsk ku li nav malbateke welatparêz û li nav atmosfera Şoreşa Rojava mezin bûyî, hê bi zaroktî rûyê hov ê dijminê mêtinger û çeteyên faşîst dîtiye. Hê bi ciwanî hay ji siyaseta qirkirinê û têkoşîna dijî vê çêbûye, tev li nav xebatên şoreşê bûye.  Ji bo azadiya teqez a Kurdistanê û ji bo geşkirina têkoşînê tev li nav refên gerîla bûye. Li herêma Garê dest bi pratîka gerîla kiriye û li xebatên vir pir li xwe zêde kiriye û bûye milîtanekî Apoyî yê xebatkar. Bi hêrsa li faşîzma dewleta TC’ê û ji bo tola zilma li ser kurdan hatî kirin hilîne pir israr kiriye ku biçe qadên ku şer lê giran e. Bi vê çarçoweyê hevrêyê me Brûsk çûye qada Zapê, li Zapê bi daxwazeke zêde lê geriyaye ku derbê li dijmin bide. 20’ê gulanê di encama bombebaranê de hevrêyê me Rêdûr şehîd bûye.

7 dagirker hatine kuştin

20’ê gulanê saet 08:00’an li herêma Zapê li qada Cîloya Biçûk li dijî wan dagirkeran ku dixwazin bi ser mewziyên şer de werin çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine kuştin, li ser vê dagirker qedemeyekê bi paş ve çûne. Saet 09:00’an ev qad du caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Eynî rojê saet 17:30’an hêzên me ji sê aliyan ve ketina nav dagirkeran ku dixwestin têkevin tûnêlên şer. Baskê pêşî bi çekên fermî 3 dagirker ceza kirine, baskê duyan 2 mewzî kirine hedef û li wan dane.  Li vir jî 2 dagirker hatine cezakirin û mewziyek hatiye rûxandin. Destê parastinê jî dagirker kirine hedef, derbên serkeftî li wan dane, lê li vir dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, hejmara wan tam diyar nebûye.

Di van çalakiyan de ku bi giştî 7 dagirker hatine cezakiri nû mewziyek hatiye rûxandin hevrêyên me Zagros Avaşîn û Zeynep Farasîn bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Zeynep Faraşîn

Nav Paşnav: Mizgîn Akyol

Cİhê Bûyinê: Qoser

Navê Dê û Bav: Behîye – Erdal

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 28’ê Gulana 2021’an /Zap

Hevrêya me Zeynep li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku bi welatparêziya xwe zanîn jidayik dibe. Hevrêya me ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bûyî, ji ber hezkirina li welêt û lêgerîna li azadiya jinan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Bi baweriya ku bersiva herî watedar wê di felsefeya Rêber Apo û çiyayên Kurdistanê de bibîne tev li nav refên gerîla dibe. Bi coşî, kêf û kelecaniya ku gihaştiye welêt tev li nav gerîla dibe. Zû pêş dikeve, li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinan hûr dibe, ji bo ku asta îdîa û tevlêbûna xwe zêdetir bike, tev li nav rêxistina Hêzên Taybet dibe. Hevrê Zeynep ku li ser xeta Zîlanên fedayî bi biryardarî li rêya şoreşê meşiyayî, di xebatên stratejîk ên şerê me yên gerîla de cih girtiye û bûye xwedî berpirsyarî. Bi hîsiyateke resenî xwe, bi dilnizmiya xwe, bi dilsoziya xwe ya li şehîdan hewl dide ku layiqî wan be. Li serkeftinê asê bûbû û bi vê daxwaz û baweriya xwe ji hevrêyên xwe re bûye hêz û moral. Hevrêya me Zeynep bi jidilbûna xwe ketiye dilê hemû hevrêyên xwe, li peywira xwe ya dawî  Zapê bi çalakî û rola pêşeng rabûye. Bi ked û hewldana xwe bûye xwedî pratîkeke serkeftî, li Zapê bûye fermandarê tîmê. Di çalakiya dawî de bi ruhekî fedayî bi ser dagirkeran de çûye, weke fermandareke YJA Starê derbên giran li dagirkeran daye, destana lehengiyê nivîsiye û şehîd bûye.

Nasnav: Zagros Avaşîn

Nav û Paşnav: Ferdî Mergal

Cihê Bûyinê: Mûş

Navê Dê û Bav: Hayriye – Mehmet Can

Dem û Cihê Şehîdbûnê: 28’ê Gulana 2021’an /Zap

Hevrêyê me Zagor li Mûşê li gundê Vartînîsê ku bi welatparêziya xwe zanîn li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Hê zû têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye, bi xeyala ku bibe Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê mezin bûye. Li dijî tecîda girankirî ya ku dewleta tirk li ser Rêber Apo ferz kirî û li dijî Plana Çokşikandinê ya dewleta tirk bûye xwedî hêrseke mezin û bi vê bingehê li eyaleta Xerzanê tev li nav refên gerîla bûye. Ji bo tola qirkirina li ser kurdan hilîne bawerî pê aniye ku divê bi ruhekî fedayî têkoşîn were dayîn.

Hevrêyê me Zagros bi vê bîrwerî û baweriyê tev li nav jiyana gerîlatiyê bûye, daye ber xwe ku li ser îdeolojiya Apoyî kûr bibe û di qada leşkerî de bi pêş bikeve. Bi vê bingehê ji Metîna heta Şengal, Zapê li gelek qadan xebitiye, bûye xwedî tecrûbe û bi layiqî li peywirên xwe yên şoreşger xwedî derketiye. Li qada Cîloya Biçûk a Zapê ji bo ku rê nede dijmin bi fedayî bi ser dijmin de çûye, derbên giran li dijmin daye û li Zapê piştî berxwedaniyeke bi lehengî şehîd bûye.

Eyaleta me ya Zapê ku di dîroka me ya têkoşînê de rê nedayî dagirkeran, bi berxwedaniya xwe dersên mezin ên dîrokî dayî dijmin, di tevgera dawî ya dagirkeriyê de jî rê nedaye dagirkeran. Performansa şer ku hevrêyên me Egîd, Rêber, Rêdûr, Brûsk, Zeynep û Zagros li Zapê nîşan dayîn, ruhê fedayî yê berz ê Apoyî û helwesta lehengî ji hêla me hevrêyên wan û gelê kurd ve tim mînak werin dîtin. Dilsoziya hevrêyên me yên şehîd ên bi armancên wan ve û meşa wan a bêtirs a bi ser şehîdbûnê ve, di meşa Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad de me zêdetir li serfiraziyê asê bike.

Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didin tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz.

Dagirkeran li Cîloyê Biçûk çeka kîmyewî bi kar anîn

29’ê gulanê saet di navbera 16:00-19:00 de li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê, êrîş li ser tunelên şer çêbû. Di van êrîşan de çeka kîmyewî hate bikaranîn.

Artêşa tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hêzên dagirker ên li Zap û Avaşînê guhert.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîşan wiha ne:

27’ê gulanê saet di 21:00 de ji qereqolên li ser sînor ên li qada Sîdayê bi obusan herêma Zapê hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê şewat bi hawirdorê ket.

28 û 29’ê gulanê ji qereqolên li ser sînor ên li qadên Tabûra Ereban û Werxelê, bi obusan herêma Avaşînê hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de şewat derket û hîn jî dewam dike.

29’ê gulanê saet di 19:30’î de qada Zendûra ya Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker 29’ê gulanê saet di navbera 20:40-23:00 de qada Şehîd Serxwebûn, girên Petrut û Qela Bêdewê yên herêma Zapê, hêzên xwe yên dagirker guhert.

Artêşa tirk a dagirker 29’ê Gulanê saet di navbera 21:30 û 22:30 de hêzên xwe yên dagirker ên li qadên Mamreşo, Mervanos û Şûkê yên herêma Avaşînê guhert.

30’ê gulanê saet di navbera 04:00 û 07:30’î de ji qereqolên li ser sînorê Sîda û Çemçoyê bi obusan bombe li herêma Zapê barand.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar