Li gel êrîşên leşkerî yên dewleta tirk ên li ser kurdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê dijwarkirin. Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin, kete roja 185’an. Dewleta tirk ji bo rojeva xwe ya têkildarî kurdan binixumîne, rojevên pûç derdixe pêş.
Tekildarî van mijaran Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan axivî.
Zeyyat Ceylan bi bîr xist ku desthilatdarî her gava tengav dibe, rojevê diguherîne û destnîşan kir ku berpirsyariya civakê ye ku li dijî vê yekê rojeva xwe bişopîne û got, “Niha li çiyê, deşt û zozanan bombardûmaneke giran li kurdan tê kirin. Her wiha di çarçoveya polîtîkaya înkar û tunekirina pirsgirêka kurd de êrîşên li ser HDP’ê dewam dikin. Em dibînin ku ji bo pêvajoya hilbijartinê ya gengaz jî amadekariyeke xurt heye. Lewma êriş hîn bêhtir giran û bêperwa dibin. Exlaq têk çûye. Weke ku we jî şopand, kalekî Kurd ê 83 salî ku bi zorê dimeşe, li girtîgehê tê hiştin. Li dijî pîrikên me li naverastê êrîş tên kirin ku êdî ev êrîş bûne rojane.”
Divê Abdulah Ocalan azad bibe
Ceylan di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd axivî û ev tişt anî ziman: “Kurdan belasebep negotin komploya navneteweyî. Ji ber ku hêzên navneteweyî nexwestin ku pirsgirêka kurd çareser bibe. Lewma di şexsê Abdullah Ocalan de komploya navneteweyî li kurdan ferz kirin. Ev yek tê wateya rabûna li ber hev a gelan a bi şer.
Em jî bi biryardarî dibêjin ku divê dawî li tecrîdê bê anîn û Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber ku em dixwazin pirsgirêka kurd ne bi şer lê belê bi rengekî aştiyane bê çareserkirin. Li gorî me, dema ku Tirkiye demokratîk bû wê çareseriya pirsgirêka kurd jî hêsan bibe. Di heman demê de çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd jî wê demokratîkbûna Tirkiyeyê hêsan bike. Ev jî berjewendiyên hêzên global û herêmî aciz dike.”
Çalakiya li girtîgehan ne ji bo rewşa şexsî ya girtiyan e
Ceylan destnîşan kir ku divê li derve bi raya giştî ya xurt piştgirî ji greva birçîbûnê ya li girtîgehan re bê dayin û wiha pê de çû. “Girtiyan ji bo rewşa xwe ya şexsî dest bi pêvajoyeke wiha nekirin. Derdê wan aştiya birûmet û mezin e. Ji ber ku pêwendiya vê yekê bi tecrîdê re nîşan dan, formulasyona vê jî baş zanin. Abdullah Ocalan beşdariya hêzên global li pirsgirêka kurd bi vê gotinê pênase dike, ‘Ne dixwazin ku dewleta tirk me têk bibe, ne jî dixwazin em bi ser bikevin’.
Dixwazin ku em timî şer bikin. Lewma em tecrîdê û pozîsyona Abdullah Ocalan girîng dibînin. Girtiyan ji ber vê yekê bedena xwe dan ber birçîbûnê. Li derve jî bi heman rengî êriş li dijî me tên kirin. Çawa ku bi firsenda şewbê pêşî li berpirsyariya civakî digirin li zindanê jî heman rewş heye.”
Mafê girtiyan tê binpêkirin
Ceylan diyar kir ku mafê girtiyan têne desteserkirin, pîvanên şewbê li ser wan têne ferzkirin, lê belê gardiyan û wezîfedarên girtîgehê bi heman hesasiyetê tevnagerin û wiha dawî li axaftina: “Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re zexta li ser girtiyan zêde bû. Rojane dest li her tiştên jiyanê werdidin. Tevî vê yekê jî greva birçîbûnê zêdeyî 180 roj li pey xwe hiştiye.
Di sala 2019’an de ji ber ku siyasetê û rêxistinên civakî yên sivîl bi têrkerî berpirsyarî nedan ser milê xwe bar bi temamî kete ser milê girtiyan û 9 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Cenaze ji girtîgehan derket. Halbûkî eger me, yên li derve berpirsyariya xwe bi cih anîbûna, me yê karîbûya pêşî li şehadetê bigirta. Ji bo rewşeke bi heman rengî rû nede divê em bersivê bidin pêvajoyê.” AMED