Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Solîna welatê me

Solîn hîn biçûk bû dema malbata wê ji gund derket. Salên 1990’î bû, wan salan hêzên paramîlîter bi weşartî kurd qetil dikirin. Îro kurd li ber çavên cîhanê ji helîkopteran tên avêtin, xwezaya Kurdistanê tê talankirin, av li ser kurdan de tê qutkirin, kurd tên binçavkirin û qetilkirin.

Zarokên wek Solîn ê di nav kurdan de bi hezaran in. Yên ji cih û warên xwe bûne û li metropolên Tirkiyeyê an jî li derveyî welat dijîn. Ji wan kesan gelekan zimanê xwe ji bîr kirin. Gelek ji wan îro tenê navên wan bi kurdî ne, lê ji çand û zimanê xwe dûrketîne an jî asîmîle bûn e.

Solîn ji jiyana gund gelek hez dikir, herdem bi hevalên xwe re di nav xwezayê de digeriya û dilîst. Lê dewleta tirk a dagirker xeyal û hêlîna Solîn û hevalên wê xira kir. Xeyalên wan di 9 saliya wan de ma.  Ew hîn biçûk bû dema leşker dihatin gund. Solîn ji tirsan direviya û xwe di mal de vedişart. Gelek caran fem nedikir ka çima leşker dihatin gund û çima bi zimanek cûda bi wan re dihat axaftin.

Solîn jî wek hemû hevalên xwe ji rengên kesk sor û zer hez dikir û ji xwe bi rengên kesk sor û zer bend dihûnand. Bendên dihûnand jî, pê pore xwe yê zer girêdida. Lê her carê leşker dihatin gund, wê baz dida mal. Beriya bazde mal benê xwe di bin kevîran de vedişart. Ji bo ku leşker li wan îşkence nekin.

Derûniya Solînê jî wek derûniya gelek zarokên din gelek bandor dibû. Êvarek xeberek xwe gihand gund. Apê Solînê ji hêla hezên dewletê ve ji malê hatibû girtin û dûvre hatibû binçavkirin. Bi rojan malbat li bendê ma ka wê kengî were berdin. Di ser de meh derbasbûn rojek xeberek hat, wê rojê apê Solînê hatibû berdan. Lê gelek îşkence lê hatibû kirin, binê lingên wî hatibûn qelîşandin, parsûyê wî hatibû şikandin.

Bi mehan apê Solînê di nav nivînan de ma, demek dirêj şûnve birînên bedanê wî sax bûn, lê êş û jana dilê wî bi wî re ma. Ji bilî êşa xwe ji bo êşa kesen ku di bin îşkenceyan de ne difikirî. Gelek caran di xewê de dengê îşkenceyê dihat wî û ji xewê vediçiniqî. Rojek biryar da û ji welat derket. Tirsa malbatê ev bû ku, wê dîsa were girtin. Wek gelek kesên din rojek bê binçavkirin û edî neyê ditîn, wek gelek windahiyên salên 1990’î.

Apê Solînê berê xwe da Ewropayê û edî wan demek dirêj hevdû nedît.

Solîn û malbata xwe jiyana xwe li gund bi tirs û di nav operasyonên dewletê de derbas dikirin. Wê şevê dîsa bi bitirs razabûn, ji ber ku gerîlayek birîndar di gunde dihat dermankirin. Wê şevê gundî bi dengê sîlehan hişyar bûn. Li der û dora mala Solînê dengê lingên leşkeran dihat. Zivistan bû herder bi berfê spî bibû û hîvê şewqa xwe dabû berfê û berf ronî dikir.

Vê şevê li hemberî hevalek birîndar bi tifingên otomatîk 50 leşkeran şer dikir. Leşker bi zorê ketin hemû malan û lêgerîn kirin. Solîn û xwişk û birayê xwe ji tirsan xwe li ber ranzê veşartibûn. Şer bi saetan domiya, bi destê sibê ve dengê sîlehan sekinî, bêdengiyek çêbû. Demek şûnve leşkeran li hemû deriyan dan hemû gundî li meydanê kom kirin, kal, pîr, nexweş, jin, mêr û zarok.

Dengên têlsiza leşkeran dihat guhê herkesî. Qîrqîra leşkeran bû li ser gundiyan de diqêriyan û gundî bi kuştinê tehdît dikirin. Digotin hûn alikariya terorîstan dikin em ê we hemûyan bikujin. Solîn ji ber diçû dibistanê zimanê tirkî fêm dikir. Ji tirsan zarok dilezîn.

Solînê heya niha qet heval neditîbû. Dema heval dihatin gund herdem ev razabû. Her carî lavayê dayika xwe dikir, pê ku ev wê ji xew hişyar bike dema heval hatin gund. Lê dayika wî tu car ev hişyar nedikir.

Wê cara yekem hevalek didît, lê ev heval ji aliyê dijminê kurdan ve hatibû şehîdkirin. Qêrîn bi Solînê qet, hesir di cavên wî de barîn. Solînê li vir sond xwar, wê tu car wan kiryarên hovane ji bîr neke û wê tu car ji bîr jî nekir. Solîn hîn 9 salî bû wek gelek zarokên kurd ev jî bibû şahîdê êrîşek hovane.

Xanî bi guleyan qulqulî bibûn. Li her derê qebsûn hebûn. Edî tu car jiyana wan gundiyan nebû wek berê. Ev gund hat valakirin.

Solîn û malbatan xwe ji cihê warên xwe bûn û berê xwe dan Ewropayê. Lê Solînê tu car gundê xwe ji bîr nekir. Her carê ku ev gund difikirî ew heval dihat ber çavên wê. Êş û îşkenceyên li apê wê hatibû kirin, dihat ber çavên wê.

Solîn mezin bû di dibistanê de gelek serkeftî bû. Lê wê soz dabû, ew ê tu car wan kiryaran ji bîr neke. Solîn ji bo azadiya axa xwe, ji bo azadiya gelê xwe, ji bo êdî zarok netirsin û li ser axa azad bijîn, berê xwe da çiyayê welatê xwe.

Îro li çiyayên Kurdistanê bi sedan Solîn hene, yên ku li hemberî dagirkeran bêhempa şer dikin. Erka dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li berxwedana wan derkevin.

Nûçeyên Têkildar