PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HPG: Dagirker xwezaya Kurdistanê talan dike, bêdeng nemînin!

HPG'ê diyar kir ku dewleta tirk êrişî xwezaya Kurdistanê dike û destnîşan kir ku dagirker li Kurdistanê daran dibirin, li cihê ku nikarin xwe bigihînin jî daristanan dişewitînin. HPG'ê bang li her kesî kir ku li ber vê polîtîkaya talanker rabin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkerî, çalakiyên gerîla û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewlet tirk a dagirkerî ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniy xwe de wiha got:

“30’ê gulanê saet di navbera 21:00-01:00 de li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê helîkopter geriyan. Bi helîkopterên Skorsky dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn hatin guhertin. Di heman demê de bi helîkopterên êrîşê qadên Cîlo yê Biçûk, Şamkê û Şehîd Tûfan hatin bombekirin. Hêzên me ji du baskan ve dest li van helîkopteran werdan û bi çekên giran li wan dan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê vekişin.

Artêşa tirk a dagirker bi obus, hawan, helîkopter û balafirên şer êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

30’ê gulanê saet di navbera 09:14 û 09:20’î de qada Kafiya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

Dewleta tirk a dagirker 29’ê Gulanê saet di 10:00 de zeviyê gundê Hirorê yê nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, bi obusan ji qereqolên li ser sînor bombe kir. Ji ber vê bombardûmanê, agir bi zeviyên gundê Hirorê ket.

30’ê gulanê saet di 09:30’î de qada Basya ya herêma Avaşînê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Heman qad saet di navbera 17:30 û 19:30’î de bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi derdorê ket.

30’ê gulanê saet di navbera 21:00 û 22:00 de li qadên Mamreşo û Mervanosê yên herêma Avaşînê bi helîkopteran dagirker hatin guhertin.

30’ê gulanê saet di 19:30’î de ji qereqolên li ser sînor bi obusan qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê agir bi zeviyên li herêmê ket û şewat hîn jî dewam dike.

30’ê gulanê saet di 09:30’î de qada Kurojehro ya herêma Zapê ya li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê bi balafirên şer hate bombekirin.

30’ê gulanê saet di 07:00 de qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

31’ê gulanê serê sibehê qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zapê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.

Dewleta tirk a mêtinger, bi birîna darên li erdnîgariya Kurdistanê karakterê xwe yê talanker careke din nîşan da. Dewleta tirk li qadên ku xwe digihîne, bi destê çeteyên noker darên li Kurdistanê dibire. Li cihê ku nikare xwe bigihîne jî bi obus û hawanan bombe dike û dişewitîne.

Di heman demê de bombeyan li zevî, daristan û bexçeyên gundiyên xelkê me yê başûrê Kurdistanê dibarîne û xisarê li wan dike. Divê kurdistaniyên welatparêz û saziyên pêwendîdar li pêşberî vê polîtîkaya talanker a dewleta tirk bêdeng nemîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar