Ji bo 16’emîn salvegera Ekîn Ceren Dogruak (Amara) k udi 31’ê Gulana 2005’an de li Herêma Federal a Kurdistanê di qezayeke trafîkê de şehîd bû, çalakiyeke biranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê hat lidarxistin. Dayika Dogrûakê Hulya û bavê wê Nûsret Dogrûak, parlementera HDP’ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan û rêvebirên HDP’a Enqereyê tev li bîranînê bûn.
Parlementera HDP’ê ya Wanê Fatma Kûrtûlan ku di bîranînê de axivî û wiha got: “Kî Ekîn nas kiribe, miheqeq tesîr jê girtiye. Min wê di dema Baskên Jinan a HADEP’ê de nas kir. Ji ber ku min ew nas kiriye, serbilind im. Sal derbas bûn, lê hê jî êşa wê di dilê me de ye. Heger em têkoşîna wê ji cihê mayî bidomînin, wê çaxê em ê layiqî wê bin.”
Bav Nûsret Dogrûak jî malavayiya her kesî kir û diyar kir ku hevalên keça wî têkoşîna wê didomînin û wiha got: “We tu carî em bi tenê nehiştin. Hûn bûn hevalên me, hûn bûn ewladên me û hevrêyên me. We navê Ekîn Ceren li zarokên xwe kir. Em deyndarê we ne.”
Kesên tev li bîranînê bûn beybûn danîn ser gora Dogrûakê ku pir ji wan hez dikir.
Ekîn Ceren bi nasnav Amara
Ekin Ceren Dogruak di 8’ê çileya 1981’an de li Enqereyê ji dayik bû. Malbata wê bi eslê xwe ji herêma Egeyê bû. Di salên xwe yên zanîngehê de bi tekoşîna azadiya kurd re ket nav têkiliyê.
Di gelek lêkolînan de, bi taybetî tevgera ciwan û jinan de, bi awakî çalak cih digire. Ew tev hemû zextên dewlet tirk jî dest ji têkoşîna xwe berneda.
Di sala dawî ya zanîngehê de dev ji dibistanê berdide û piştî demek e kurt di sala 2001’an de ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin. Piştî ku ji zindanê derket berê xwe dide Ewropayê û li Ewropayê xebatên xwe yên siyasî didomîne.
Ekîn Ceren ku di heman demê de endama PAJK û KONGRA-GEL bû, di sala 2005’an de berê xwe dide başûrê Kurdistanê.
Amara di 31’ê Gulana 2005’an de di encameke qezaya trafîkê de tevî çalakvana alman û endama PAJK’ê Uta Schneiderbanger (Nûdem) şehîd bû. ENQERE