Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Şopa kadizan gihîşte qesra Tayîp

Di serî de kurdan hemû muxalîfên rejîma Tirkiyeyê digot, rejim bûye bihuşta çete û mafyayê, dewlet veguheriye dewleta mafyayê dengê wan nedigihîşte heta kadîna rejîmê û raya giştî nedibihîst. Sedat Pekerekî ku êdî kare wî di nav vê rejîma mafyayê de qedyayê xwe gihande ewlehiyê, ji ber lihevnekirina xwe bi vê dewleta qirêj re, mîna aktorekî bingehîn vereşiya, hûr û roviyên dewletê yên veşartî derxistine rastê.

Di her videoyeke nû de parçeyekî sûcên dewletê yên dijkurd, dijmirovahî, şerê esrar, eroin, çekên qaçax derkete meydanê. Siyaseta van mehên dawî Sedat Peker diyar kir. Her kes li bendê ma ku ya paşî wê çi beje.

Vê yekşemê di videoya 8an de gelek sûcên nû yên dewletê û rejîma di bin  seroktiya Erdogan de bûye mafya eşkere kir. Di nav van agahiyan de gelek têkiliyên hiquqa navdewletî û navneteweyî eleqedar dikin hene. Çekên hatine şandin ji bo şerê Sûriyeyê, Lîbyayê, têkiliyên bi çeteyên El Nusra, Qaîde, turkmenan re, pêvegirêdayî trafîka bi van re girêdayî çawa digihîje Qesra Bêştepe alîkarên Erdogan, parvekarên vê rantê yên holdîngan û rayedarên El Nusrayê yek bi yek deşifre kirin.

Şer sortir bû. Lê kifş e ku hê jî cebilxaneya Sedat Peker de gelek muhîmat hene, dor bi dor eşkere dike. Gotin bire ser ku videoya dawiyê li ser Erdogan bixwe ye. Bila ev şer sor be, tu tiştekî kurd û muxalefeta demokratik winda bike nîn e.

Heta niha koalisyona mafyayê, her çend ku derz lê ket jî hevsengên navxweyî parastin û tu xwîn ji xwe bernedan. Sûc di şexsê her kesî de li hev aliyaye, yek bikeve yê din hema pê re dikeve. Ji ber vê heta niha derz negihîşte şikestinê û lihevketinê. Bi van deşîfrekirinên dawiyê êdî kêl nemaye ku vê vereşînê hîvês bikin. Lê quncikekî birevinê jî nemaye, êdî hatiye radeya ya hero ya mero.

Êdî dinyaya derve jî her tiştî hîn bû, ya hundir jî. Bi gotinên Sedat Peker agahiyên parçe parçe dihatin zanîn rasterast zelal bûn gihîştine qesra Tayîp ku ew der kana van qirêjiyan e. Navend qesra pergala serokkomariyê ye, reh û rîşî jî ew in ku yên navên wan derketî û derneketî yên ji vê pergalê parê digirin. Pergalê wisa xwe honaye yek diranê ku nelewitî, rantlêneketî, nerizyayî nemaye. Çare nemaye, tenê zor û zexta tazî di dest de maye ku xwe bispêrinê. Ligel vê jî niyet nîn e ku dev ji desthilatdariyê berdin.

Vê carê dixuyê ku kar û bar micîd (cidî) e. Tenê parametreyên navxweyî vê yekê nabêjin. Rewş ew çend kemiliye ku êdî parametreyên navdewletî û hiquqa navneteweyî bikeve dewreyê. Pêkanînên li Sûriye û Lîbyayê qewimîne dikevin nav sûcên dijmirovahî û piştgiriya terorîzma navneteweyî. Çima her nelirêtî û qirêjiyê digihîje Qesra Kuliyeyê. Navenda rîzîn û pûçbûnê ew der e. Îro na sibê divê hesabê wê bê pirsîn.

Tiştê ku heyirî dihêle ev e ku tenê kesek dikare xîçekî rake û dîwarê pergala qerase hilweşîne. Wate ev e ku seranserê komarê ev pergal wiha hatiye avakirin. Heyam heyam reng û dirûv biguherîne jî kakilê pergalê li ser mînaka teşkîlatî esasî ava bûye. Îro jî em vê rastiyê di kesayeta Sedat Peker û nakokiyên narkokomarê de careke din dibînin.

Divê neyê jibîrkirin ya ku ev nakokî derxistine rastê têkoşîn û berxwedana gelê kurd û tevgera azadiyê ye. Bi rastî jî Erdoganê ku li dû serkeftineke qada têkoşîna azadiyê dest bixista; li Garê, Behdînan û Zapê yan qadeke têkoşînê ya din encamek bigirta wê weke serkeftina sedsalê pêşkeş bikira û bi bayê wê li ser her nakokiyê binuxumanda, ne Sedat Peker, ne jî yekî din nikaribûya dengê xwe derxista. Jixwe ev pêvajo wê bidomiya. Têkoşîna azadiyê bû kaxidê tûrnûsolê, rejîma mafyatîk û faşîst pûç û bi rîzînê re rû bi rû hîşt.

Nûçeyên Têkildar