Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ger êrîş neyên rawestandin, dibe Başûr ji dest biçe’

Edhem Barzanî bal kişand ser metirsiya êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûr û wiha got: “Ger herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrîşan tiştekî neke, dibe herêma Kurdistanê ji dest biçe.”

Navenda Nûçeyan |

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî çend rojên dawî li ser hev bal dikişîne ser êrîşên dagirkeriya tirk û talankirina xweza û daristanên Başûrê Kurdistan. Barzanî ji ANF’ê re qala metirsî û dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistanê kir.

Barzanî diyar kir ku helwesta wî ya li dijî êrîşên dewleta tirk a li Başûr ne nû ne, berê jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk bûye xwedî helwest.

Barzanî anî ziman ku berî çend salan tim wisa dihate zanîn û diyarkirin Tirkiye ji bo êrîşkirina PKK’ê êrîşî herêmê dike û wiha got: “Lê ya niha tê kirin, Tirkiye cihên stratejîk û bilindahiya çiyayên Kurdisatanê dagir dike. Ev metirsî ye. Cara yekem e dibêjim, her hêzek û aliyek ger cihên bilind bixe bi dest bixe, dikare desthilatê li ser hemû herêmê mîna Dihok, Hewlêr, Kerkûk, Mûsil û heta Tirkrîtê bike. Ji bo wê ye ku ger Tirkiye li van herêmên bilind û stratejîk bicih bibe, dê ew deverên min li jor anî ziman dagir bike.”

Hatina dewleta tirk ji bo dagirkirinê ye

Edhem Barzanî diyar kir ku her cihê Tirkiye dikeve rê çêdike, elektirîk dibe û av dikişîne û wiha domand: “Ev tişt ji bo dagirkeriyê tê kirin. Desteyên Parlementoya Herêma Kurdistanê çûne wan cihan û rapora xwe amade kirin û bal kişandin dagirkeriyê.”

Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî qala stratejiya şer a artêşa tirk a herêmê kir û wiha pêde çû: “Em ber bi dawîbûna Peymana Lozanê ve diçin. Peymana sala 2023’an dawî dibe. Li gorî peymanê ku berî sed salî hatiye îmzekirin Tirkiye neçar mabû bê şer Mûsil radestî Iraqê bike. Lê ji wê rojê heta îro Tirkiye tim di nava hewldanan de ye ku parêzgeha Mûsilê bike parçeyek ji xaka Tirkiyeyê. Li gorî ezmûn û tecrûbeyên xwe yên siyasî 2 sal maye bi dawî bibe. Ger hêzek mezin du sal beriya bidawîbûna peymanê hatibe, ew jî bi temamî destdanîna ser xaka Başûr e.”

 Mijar metirsîdar e

Têkildarî mijara çareserî û helwestên li dijî van êrîş û hewldanên pêşîgirtina dagirkeriya tirk jî Edhem Barzanî ev tişt anî ziman: “Di peyameke xwe ya berî niha de min bang li her serokê hikûmet, parlemento û herêmê û Yekitiya Ewropa, dîsa Komkara Ereb kiribû û ji wan xwestibû ku ji bo rawestandina dagikeriya Tirkiyeyê bibin xwedî helwest. Ji ber ku em bixwazin û nexwazin jî di rewşa heyî de başûrê Kurdistanê li ser hikûmeta Iraqê ye, Iraq jî endamê Komkara Ereban e. Divê hemû ew hêzên bandora wan li ser Herêma Kurdistanê hene, li vê mijara heyî baldar bin. Ji ber ku ev mijar pirsgirêkên mezin çêdike.”

Ger kurd zû nebin xwedî helwest dê mezin winda bikin

Barzanî bal kişand her cihê leşkerên dewleta tirk diçe û jê dernakeve û wek nimûne jî Qibris û Sûriyeyê nîşan da û ev nirxandin kir: “Li gorî min barekî gelek giran e. Hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo Iraqê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê wê di warê canî û madî de zehmetî bikişîne. Erkê hemû hîzbên siyasî û rêveberên siyasî, dîsa erkê hemû ferdên bi şeref ên Kurdistanê ye ku li hember vê rewşê baldar bin. Li gorî min êrîş wê berfirehtir bibin, dibe hinek navçe ji destê Herêma Kurdistanê jî derbikeve. Ji bo wê ye çiqas zû be têkildarî vê mijarê kar bê kirin baştir be. Ji ber ku her direngtir bikeve, girantir dibe û ji dest derdikeve.”

Hewldanên ji bo pêşîgirtina dagirkeriyê

Her wiha Edhem Barzanî piştevaniya xwe ya ji bo her hewldan û karê ku pêşî li êrîşan dewleta tirk a dagirker bigire nîşan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hinek hevalên min ji bo pêşîgirtina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê kar dikin. Ez jî piştevaniya xwe ya ji bo her kar û hewldanên pêşiya êrîşan bigire û dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bîne, didim nîşandan. Her wiha çûyîna min a darve seferekî asayî ye, hinek jî ji bo çareseriyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar