Ji aliyê wezareta karên navxweyî ya tirk ve herî dawî 2 siyasetmedarên kurd li lîsteya ‘kesên ji terorê lêgerîna wan heye’ hatin zêdekirin. Hevserokê DBP’ê yê berê Kamûran Yuksek û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê yê berê Nadîr Yildirim li kategoriya sor a lîsteyê hatin zêdekirin û serê kesê 10 milyon TL xelat danîn.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî vê biryara wezaretê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşan da. DBP’ê destnîşan kir ku ew biryara wezaretê nas nakin û dê ev yek nikaribin têkoşîna wan a azadiyê, demokrasiyê û edaletê asteng bikin. DBP’ê got ew ê hesabê vê yekê bipirsin. AMED