Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

51 parlamenterên Iraqê lî dîjî êrîşan tevgeriyan

51 parlamenterên Iraqê ji bo rawestandina êrîşên li ser axa başûrê Kurdistanê û talankirina xwezayê daxwaznameyeke pêşkeşî meclise kirin

Navenda Nûçeyan |

Bi armanca dijderketina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li hemberî axa başûrê Kurdistanê 51 parlamenterên Iraqê daxwazname dan meclisa Iraqê. Parlamenterên Iraqê xwestin li hemberî van êrîşan helwesta xwe bidin nîşan û bi vê boneyê daxwaznameyeke bi îmzeya 51 parlamenterên Iraqê pêşkêşî meclisê kirin. Di daxwaznameyê de armanc rawestandina êrîş û talankirinên Tirkiyeyê yên li ser herêm û xwezaya Kurdistanê ye. Di vê navberê de operasyonên artêşa tirk yên li deverê didomin. Tirkiye her roj li deverê sivîlan dike armanc û di encama van armancgirtinan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Tirkiyeyê ji bilî êrîşên xwe dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye. Tirkiye rojane bi sedan tonî darên herêma Kurdistanê dibire, didize û tîne li Tirkiyeyê difiroşe. Li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê her ku diçe nerazîbûn zêdetir dibin.

Di nav parlamentoya Iraqê bi xwe de li dijî van operasyonên Tirkiyeyê nerazîbûn zêde ye û liv û tevgera parlamenteran jî xurttir dibe. Li dijî dagirkeriya tirk 4 parlamenterên kurd yên endamên Parlamentoya Iraqê; Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed, Mawe Mihemed, Musena Emîn  daxwaznameyek amade kirin û daxwaznameyê radestî serokatiya parlamentoya Iraqê kirin.

Ji parlamentoya Iraqê 51 parlamenterên Iraqê daxwazname îmze kirin û wiha gotin: “Me li dijî hewldanên dewleta tirk yên ji bo wêrankirina xwezaya Kurdistanê, serî li pêngavên yasayî daye. Piştî êrîş û destdirêjiya dewleta tirk a li ser gundên Dihok, Hewlêr, Silêmanî û anîna şireketên ji bo wêrankirina xweza û xaka Kurdistanê, bi îmzeya 51 parlamenteran, me ji parlamentoya Iraqê xwestiye lijneyek taybet were avakirin. Ev lijneya navxweyî, parastin û peywendiyên derve, wê ji bo ku herêm vegere ser aramiya xwe ya berê bixebite. Wê hemû alî ji bo rê li ber birîna daran û talankirina xwezaya Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bê girtin, werin agahdarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar