Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dewleta tirk li herêmê di bin kontrola PDK’ê de tev digere’

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî têkildarî êrîşên dagirkerî ya dewleta tirk axivî û diyar kir ku dewleta tirk li herêmê di bin kontrola PDK’ê de tevdigere

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk di 23’ê nîsanê de li Herêma Federal a Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Ji wê rojê de şer û pevçûnên dijwar ên li herêmê didome. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê bertek û nerazîbûnên gel, sazî û gelek rêxistin û partiyên kurd her ku diçe zêde dibe.

Di çend rojên derbasbûyî de hêzên PDK’ê çalakiya mertalên zindî ya bi armanca şermezarkirina dagirkeriya tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê qedexe kir.

Êrîşên dewleta tirk ne nû ne

Têkildarî vê mijarê lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî axivî û wiha got: “Tişta nû çi ye? Ji 2003’yan ve piştî ku Amerîkayê Iraqê dagir kir, Tirkiyeyê herêmên Iraqê dagir kir û herêmên berfireh kontrol kirin. Di van hemûyan de tişta nû ew e ku dewleta tirk 3 enî vekirin, yek ber bi sînorê Sûriyeyê ve ya din ber bi Qendîlê ve û ya sêyemîn jî ber bi sînorê Îranê ve. Dibe ku hinek enî zêde germ bin, nexasim eniya li Sûriyeyê. Lê hinek tevgerên wê ber bi Îranê ve hene dibe ku ji ber xwezaya wir hinek hêdî bin.”

El-Beydanî di axaftina xwe de ev pirsan kirin: “Gelo artêşa tirk bi piştgiriya hikûmeta Iraqê tevdigere? Gelo bi koordîneya hikûmeta başûrê Kurdistanê wisa dike?”

El-Beydanî da zanîn ku hêzên artêşa Iraqê li herêmên mîna başûrê Kurdistanê tune ye û ev tişt anî ziman: “Ew herêm di bin kontrola partiyên kurdî PDK û YNK’e de ne. Hêzên tirk li herêmên di bin kontrola PDK`ê de tev digerin. Dibe ku koordîne di navbera PDK û artêşa tirk a dagirker de hebe.”

Hikûmeta Başûr bi dewleta tirk re di nav koordîneyê de ye

Têkildarî armancên van tevger û êrîşên dewleta tirk El-Beydanî ev tişt anî ziman: “Armanca aşkera mîna ku siyasetmedarên tirk behsê dikin tunekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ye, Tirkiye aşkera dike ku ev yek bi koordîneya aliyên kurdî yan jî hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê pêk tê.”

‘Tirkiye ji Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê çi dixwaze’

Di dewama axaftina xwe de El-Beydanî ev pirs pirs kir: “Gelo bi rastî dewleta Tirkiyeyê dixwaze van herêman kontrol bike da ku xetereya PKK`ê tune bike û nehêle çalakiyan pêk bîne? Bersiv ew e ku dewleta Tirkiyeyê ji salan ve bi rêya daxuyaniyên rayedarên xwe piştrast dike û armanca wê herêmên ku Tirkiye weke herêmên xwe dibîne kontrol bike. Herêma Mûsilê bi giştî ku li gorî stratejiya Tirkiyeyê ev herêma ji Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê heta bigihêje herêmên hegemoya tirkmenî pêk tê.”

Amadekariyên baregehên leşkerî û hewayî

El-Beydanî bi lêv kir ku qutkirin hêdî hêdî pêk tê û bi avakirina 4 baregehan dest pê kir ku niha ji wê hejmarê bi pirî zêdetir e û wiha domand: “Heta baregehek heye ku hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze firehtir bike da ku li ser asta Rojhilata Navîn bibe baregeha herî sereke. Dibe ku tê de baregeheke hewayî jî ava bike, ji wir bi rêya dronan êrîşan pêk bîne.”

Der barê serketina vê armancê El-Beydanî wiha got: “Bi rastî gelek xetere hene. Ji ber ku gelê herêmê û heta rêveberên PDK`ê vê yekê red dikin. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî redkirineke xurt heye dibe ku di encamê de çalakî li dijî karwanên tirk, çi bi rêya êrîşkirina baregehan çi jî bi topbarankirinên bi guleyên katyoşka pêk werin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê metirsî ye. Lewra dewleta Tirkiyeyê ji vê belavbûnê û zêdekirina hejmara baregehan dixwaze aliyên ku hewl didin êrîşê wê bikin rawestîne.”

Tirkiyeyê ji aloziya Îsraîl-Filistînê sûd wergirt

El-Beydanî da zanîn ku rewş pir tevlihev e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye ji krîzên ku li herêma Rojhilata Navîn, bi taybet pirsgirêka Filistînê û êrîşa li dijî gelê Filistînê yê sivîl û mijûlbûna cîhanê ya bi vê pirsgirêkê re, sûd girt. Ji ber vê yekê bêyî hişyarkirin bi lez êrîşî gelek dever û eniyan kir. Heta krîzên ku berê afirandibûn bi lez kûrtir dibûn. Yanî krîz rû dan mîna krîza li rojhilatê Deryaya Spî û aloziya Lîbyayê. Di heman demê de dev ji destwerdana herêmên bakurê Iraqê berneda. Dibe ku Azerbaycanê teşwîq bike ku êrîşî Ermenistanê bike û niha rewşa di navber her duyan de xirabtir dibe.”

Dibe ku ev dijberî veguhere dijberiyeke çekdarî

El-Beydanî anî ziman ku Erdogan siyaseta Amerîkayê pêk tîne û wiha pê de çû: “Siyaseta wî hema bêje li gorî stratejiya Amerîka ya ku Hemasê vehewîne û ji bin sîwana Îranê derxe, bi rêya piştgiriya ku derfet jê re hatiye dayîn, ji vê rêxistinê re pêşkêş bike û Îranê bi tenê bihêle. Wekî niha li Iraqê rû dide, hewl didin Iraqê ji Îranê veqetînin. Her wiha Hemasê ji Îranê veqetînin. Welatên ereb ên wekî Urdin û Misirê nêzî Iraq û Erebistana Siûdî dikin.”

Di dawiyê de lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr.Cewad El-Beydanî wiha got: “Em rewşê dişopînin lê tiştekî li ser ava nakin. Lê em dibêjin heke Tirkiye di vî milî de wisa biçe dê bi dijberiyeke xurt re rû bi rû bimîne. Dibe ku ev dijberî veguhere dijberiyeke çekdarî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar