Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ku di 23’yê nîsanê de li başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin 41 rojan li dû xwe hişt û heta niha jî şer û pevçûnên li herêmê bi dijwarî didome. Li dijî van êrîşên dewleta tirk bertek û nerazîbûnên gel, sazî, partî û rêxistinên kurd her ku diçe zêde dibin û ev bertek veguherîn meş û çalakiyên li qadan.
Li dijî van êrîşên dagirkeriyê xelkê Batîfa û Kêşanê derketin qadan, meş li dar xistin û bertek û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr dan.
Dewleta tirk bênavber êrîş dibe ser başûrê Kurdistanê, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Xelkê Kêşanê ku dibe hedefa obûsên artêşa tirk a dagirker, ji bo şermezarkirina êrîşan li Midûriyeta Navçeya Batîfayê li hev civiyan. Şêniyên herêmê nerazîbûna xwe ji rayedaran re ragihandin û piştre li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan. Xelkê herêmê bi taybetî ji bêdengiya rayedaran nerazî ne.
Dewleta tirk a dagirker duh jî bombe li gundê Hirûrê barandibû. Ji ber bombardûmanê sivîlê bi navê Ramazan Elî birîndar bûbû. Birîndar rakirin nexweşxaneya Zaxoyê. ZAXO