Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Dewleta tirk bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne

Dewleta tirk a dagirker ku derbên giran ji berxwedana gerîla dixwe, bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan, derdora gundan, bax û baxçeyan dibarîne. HPG'ê diyar kir ku şewata ji ber vê bombardûmanê bi herêmê ket, dewam dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Andok Erdîş 23’ê Gulanê li qada Dola Maran a herêma Avaşînê di şer de birîndar bû. Li gel hemû hewldanan jî 24’ê Gulanê şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye, wiha ne:

Nasnav: Andok Erdîş

Nav paşnav: Zafer Kapici

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Perîşan-Cengîz

Dem û cihê şehadetê: 24’ê Gulana 2021 / Avaşîn

Hevrêyê me Andok ku li navçeya Erdîş a Wanê li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû, li nava derdoreke welatparêz, kedkar û leheng a Serhedê mezin bû. Ji ber polîtîkaya koçberkirin û bêwarhiştinê ya dewleta tirk a mêtinger, hîn di ciwantiyê de neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê. Hevrêyê me Andok rastiya qirker û nijadperest a dewleta tirk a faşîst baştir dît. Li dijî siyaseta qirkirinê kete nava lêgerîna ji bo têkoşînê. Bi baweriya ku PKK yekane tevgera berxwedan û têkoşînê ya li dijî siyaseta qirkirin û neheqiyê ye, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên azad.

Hevrêyê me Andok bi dilsoziyeke mezin bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan û hewl da ku her roj xwe ji nû ve biafirîne. Îdeolojiya Rêber Apo û çanda dilsoziya bi xakê û berxwedêrî û kedkariya ji nav hatî, gihand hev û bi vî rengî kesayetiyeke milîtaniya fedayî ya Apoyî bi dest xist. Ji Serhedê heta Zagrosan di nava demeke ku de kedeke mezin da, bû xwedî pratîkeke mezin. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar dihate naskirin û her tim li eniya berxwedanê bû. Hevrêyê me Andok ku bi wêrekî û lehengiya xwe ya li herêmên Serhed, Avaşîn û Xakurkê dihate naskirin, li her cihê ku lê ma şopa xwe hişt. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a qirker, li qadên Stûnê û Basyayê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û di vê berxwedanê de destana lehengiyê afirand. Hevrê Andok bi keda xwe û sekna xwe ya fedayî ya li nava berxwedanê, di nava têkoşîna azadiyê de wê her tim weke sembola fedayîtî û kedê bê bîranîn û bibe çavkaniya sûdwergiritnê ji hevrêyên xwe re yên di rêya serketinê de.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye, em sersaxiyê ji xelkê Erdîşê, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Li qadên Dola Maran, Tabûra Ereban û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê, dagirkeran roja 1’ê Hezîranê bi qedemeyekê xwe vekişandin.

Şewata ji ber bombardûmanê dewam dike

Dewleta tirk a dagirker, li gel nerazîbûna xelkê me yê başûrê Kurdistanê hîn jî bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan, derdora gundan, bax û baxçeyan dibarîne. Di heman demê de bombeyên ku agir bi herêmê dixin, bi obusan û balafiran dibarîne. Şewata ku ji ber bombardûmana dewleta tirk rû da, dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye:

2’ê hezîranê saet di navbera 21:30-00:00 de qadên Girê Zendûra, Koordîne, gundê Derarê, gundê Seraru, gundê Deşîşê û Qela Kumriye yên nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrîş hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmana artêşa tirk a dagirker agir bi herêmê ket û şewat hîn jî dewam dike.

2’ê hezîranê saeta di navbera 15:30 û 21:10’an li herêma Metînayê Girê Zendûra bi balafirên şer hate bombekirin.

2’ê hezîranê saet di 19:00 de li herêma Zapê bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin qada Çemço hate bombekirin.

2’ê hezîranê saet di 19:30’î de li herêma Zapê qada Şamkê bi balafirên şer hate bombekirin.

3’ê hezîranê saet di 08:50’î de qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

3’ê hezîranê saet di 09:30’î de li herêma Avaşînê qada Tabûra Ereban bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar