Meclisên Ciwanan ên HDP’ê yên Wan û Stenbolê, seredana welatiyên ku li dijî kana mermeran a tê xwestin li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê bê çêkirin derketibûn, kirin. Ciwanên HDP’î, diyar kirin ku li cem şêniyên gund in û anîn ziman ku wê li dijî talankirina xwezayê li ber xwe bidin.
Şêniyên taxê jî têkildarî tahrîbata ji ber kanê çêbûyî ciwan agahdar kirin û dan zanîn ku govên wan hatin xerakirin û destnîşan kir ku dibe ku mecbûr bimînin zivistanê sewalên xwe bifiroşin. WAN