Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ozturk: Heke em tecrîdê bişkînin dê her kes azad bibe

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civîna gel a Amedê de axivî û wiha got: “Heke em tecrîdê bişkînin, hem Ocalan û hem jî em azad bibin.”

HDP’a Amedê li avahiya DBP’ê ya Rezanê bi gel re civiya. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî tê de gelek kes tev li civînê bûn.

Ozturk di civînê de diyar kir ku tekane armanca AKP û MHP’ê ev e ku kurdan tune bike.

Ozturk da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû aliyên civakê dike û wiha got: “Dema ku tê hesabê wan tecrîdê sist dikin, dema ku nayê hesabê wan tecrîdê giran dikin. Lê ev tecrîd li ser hemû kesan e. Ne bi tenê li ser kurdan, ev tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê ye. Li her dera Kurdistanê şer heye, vê pergala kapîtalîst nahêle ku em jiyana azad ava bikin.”

Her wiha Ozturk qala têkiliyên dewlet û çeteyan kir jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her roj têkiliyên bi çete û mafyayan re derdikeve holê. Bi tenê Ocalan dikare vê siyaseta riziyayî çareser bike. Em azadiyê dixwazin, navnîşana ji bo çareserkirina van pirsgirêkan diyar e. Ne hewceyî Amerîka û Rûsyayê ye, Îmrali nêz e biçin wir. Divê em tecrîdê bişkînin. Dema ku em vê tecrîdê bişkînin hem rêzdar Ocalan û hem jî em ê azad bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar