Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza ‘edaletê’ 87 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê digirin.
Malbata Şenyaşar ji bo daxwaznameya ku derbarê 23 kesên ji komkujiyê berpirsiyar in û hatine tespîtkirin radestî Serdozgeriyê bikin derbasî avahiya edliyê bûn. Malbata Şenyaşar ji bo ku ev kes werin darizandin heta îro gelek daxwaznameyan da dozgeriyê. Malbatê diyar kir ku ew nikarin xwe bigihînin dozgerê li dosyeyê dinêre û muxatab nabînin.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi hashtagiya #ŞenyaşarAilesineAdalet (#JiMalbataŞenyaşarReEdalet) vê peyamê parve kir: “Parastina kesên sûc kirine, astengkirina darizandina wan jî sûc e. Dest ji hevkariya sûc û kirina sûc berdin. 23 kesên li nexweşxaneyê komkujî pêk anîne û hatine tespîtkirin demildest bidarizînin.” RIHA