Amargî Arhat Ba – BEHDÎNAN
Soza ku hat dayîn bicihanîn
26’ê Nîsana 2021’an -Roja 3’yemîn a berxwedanê
Dijmin ne belesebep wiha berê xwe da Avaşînê. Artêşa tirk ji Tabûrên Bagerê, ji gerîlayên ARGK’ê heta niha li eraziyê derb li ser derban xwaribû. Bi hezaran windayî dabûn, helîkoptêrên wan li vê eraziyê hatibûn xistin, teknîka wan hatibû pûçkirin, hewldana wan bêencam mabû. Gerîlayan herî pir li van deran dest danîbû ser çekên wan. Li vê eraziyê gelek çek li ser dijmin hatibû rakirin. Ji ber vê Avaşîn ji bo wan derd bû. Bila derd be!
Beriya operasyonan bi qasî panzdeh rojan platforma endamên yekîneyên mobîl ên eyaletê hatibû kirin, hevalan soz dabûn ku artêşa tirk biharî li Zagrosan tune bikin û îdîayên xwe yên serfiraziyê diyar kiribûn. Weke heval Serhad ku pêşengî li berxwedana Mamreş kirî gotibû; “Em jî li wan digeriyan, va hatin ber piyên me.” Niha dema pratîkê bû, niha dema wê bû ku sozên ku hatibûn dayîn werin bicihanîn.
Li qada Şûkê çalakiya ketina nav leşkerên tirk, starta wan çalakiyan bû ku di pêvajoya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de wê bihata kirin. Heval di vê çalakiyê de bi ‘taktîka ketin nav’ ku ev weke taktîkeke ku Apoyî pir tê de serkeftî ne tê zanîn, ketin nav mewziyên dijmin, çar dagirker ceza kirin û dest danîn ser çekên wan. Çalakiya Şûkê yek ji wan mînaka herî xweşik bû ku ruh û wêrekiya Apoyî ku diçû ser dijmin û rê nedida dagirker. Yek ji hevalê ku tev li çalakiyê bûbû, hevalê Şerker Ereb bû ku bi eslê xwe minbicî bû. Dema ku me li dîmena çalakiyê dinêrî, dema ku hevalê Şerker pîma bombeyan destan kişandî û avêtî nav mewziya dijmin, dema ku qêrî me bihistî em hemû ji aliyekî ve dikeniyan û ji aliyê dî ve jî pir bandor li ser me kiribû. Nexasim hîsa standina tolhildanê ya hevrêyên me yên şehîd, li qadên çalakiyê bi mirovan re hîsên pir cihê dikare çêbike. Qêrîna hêrsê ku hevalê Şerker dema ku bombe davêt, nîşana vê bû. Tevgera Apoyî tevgereke tolhildanê bû. Heke Zagros dergûşa mirovahiyê be, ji wan ên ku ji mirovahiyê tu para xwe negirtine tolhildan teqez wê li Zagrosan bihata standin.
Rojên pêş, fermandarê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê heval Amed Malazgirt, li ser cîhazê diyar kiribû ku ew hevalên ku çalakî kirine pîroz dike, ji eniya wan maç dike û wê her yekê demanceyekê diyarî wan bikira.
Dema şerê tûnelan
28’ê Nîsana 2021’an – Roja 5’an a berxwedanê
Berxwedana li mewziyên Şehîd Munzur û Şehîd Serdar ên li qadên Mamreşo û Mervanosê hêleke nû dida şerê azadiyê yê li Kurdistanê. Belkî jî cara pêşî bû ku gerîla bi çarçoweya perspektîfa ji nû ve avabûnê li tûnelên şer, bi rojan bêyî ku windaiyekê bidin li ber xwe didan. Hevalên ku beriya operasyon dest pê bike bi mehan bû ku haziriya êrîşeke pêkan dikirin, di şerekî de ku li van tûnelan wê pêkan bihata xwe li serfiraziyê asê kiribûn. Bêhempabûna berxwedana li tûnelên li qadên Mamreşo û Mervanosê encama vê lêasêbûn û îdîaya serfiraziyê bû. Leşkerên tirk her roj gelek caran li têketa tûnelan teqemenî bi kar dianî, gaza jehrî davêt, bi bisvîng (B7) lê dide, bi bombavêjê lêdida lê tu encam bi dest ve nedixistin. Hevalên ku li dijî hemû teknîka dijmin li tûnelên şer li ber xwe didan, bi klêş û bombeyên destan derb li leşkerên li têketa tûnelan didan. Tûnelên ku hevalan bi salan bi kedeke zêde çêkiribûn, niha dibûne şahidê berxwedana herî bêhempa a şerê li Kurdistanê. Keda salan, westandina salan, xwêdana ku hatibû rijandin beleheq nebûbû. Serheviya her tiştî, niha, dibû kêlî û mekanê ku vîna, berxwedan û teslîmnebûna Apoyî ku derdikete ser qada dîrokê. Encamên xwe çi dibin bila bibin, dewleta tirk li van tûnelan têk çû, bi teknîk û teknolojiya wan li wan dîwarên tûnelan qelibî û paş de vegeriya. Ew, ango yên li ber xwe didan, roniya li dawiya wan tûnelan dîtin û ji bo ku bigihijin wê ronkahiyê şer dikin. Belê, şerê tûnelan wê dîrokê binivisîne û ronkahiya li dawiya tûnelê ji Avaşînê wê berbelavî hemû Kurdistanê bibe.
Şehîdên pêşîn ên berxwedanê: Dilşê, Ekîn, Asya û Çiyager
30’ê Nîsana 2021’an – Roja 7’an a Berxwedanê
Şerekî giran heye niha li hemû devera ku dengê ava şîn a Avaşînê tê bihîstin. Avaşîn niha medyana şer a dilêrî û nemerdiyê ye. Ne dengê guleyan ne jî dengê teqînan ku li hemû deştan ava dibe nikare dengê teqînê yê Avaşînê bidewisîne. Hevalekî beriya bi mehan gotibû, ‘Heta ku ev av biherike gerîla jî dê li Avaşînê bijî û şer bike’. Ne ava ku diherike disekine niha, ne jî gerîla. Avaşîn bi rik radibe ji bo ku rê nede zilma zaliman. Avaşîn bi gerîla re bûye hevrê, ber pê diherike, pê re li ber xwe dide, hembêz dike wan kesên ku di ber de can didin.
Ji 23’yê Nîsanê û wir ve tekane eniya ku têkoşîn lê dayîn ne tenê mewzî û tûnel in. Hevalên ku ji Mervanos Şûkê heta bi Mamreşo li eraziyê bi cih bûne ji bo ku barê hevalên ku li mewzî û tûnelan li ber xwe didin sivik bikin tevdigerin û lê digerin ku çalakiyan bikin.
Dilşêr Egîd, 23’yê Nîsanê ji bo ku mudaxeleyî operasyona li herêma Mamreşo bike, ji bo ku destekê bide hevalên ku li ber xwe didin bi rê ketibû û gavekê jî dudilî nebûbû. Heval Dilşêr ku bi rê de bi êrîşa hewayî şehîd bûbû, bûbû şehîdê pêşîn ê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê. Heval Dilşêr di yekîneya çekên giran de bû, bi eslê xwe ji Hesekê bû. Di jiyanê de tim bêdeng bû, di bêdengiya xwe de zanatiyek dihewand, hevalekî wiha bû ku bi zihn û dilê xwe li benda keşfkirinê bû. Zêde nedipeyivî, dema ku dipeyivî jî di nav hevokên xwe de cih nedida yek hevoka dûrî heqîqetê. Di hişê xwe de tim bi hêwirze bû lê ew çend jî sade bû. Nexweşiyên wî yên fizîkî hebûn ku ji ber vê heval Dilşêr nedikarî li eraziyeke weke ya Zagrosan hişk bijiya, şer bikira lê dîsa jî nexwest ku ji Zagrosan veqete, ne jî ev nexweşî ji bo xwe û meşa xwe ya şoreşger nekir asteng. Dema ku min didît heval Dilşêr bi kulkulî dimeşî min digot, ‘Heval, ev heval li vê araziyê çawa dimeşe’. Ez dibêjim qey wî ji me kêmtir ev pirs ji xwe dikir. Çawa ku ji bo jiyana li van çiyayan ew çend bi israr bû, wê rojê ji bo ku mudaxeleyî operasyona Mamreşo bike jî ew çend bi israr bû. Hevrê Dilşêr şehîdê pêşî yê berxwedanê, helweta pêşî ya Apoyî bû ku rotaya têkoşînê diyar kir, di vê operasyonê êşa pêşî ya dilê hevrêyên xwe bû. Di ropartaja xwe de ya li ser Avaşînê, ji bo hevalên ku karê çapemeniyê dikin gotibû; “Dayikek çawa zaroyê xwe xwedî dike, Avaşînê jî wiha ez xwedî kirim, ez gihandim û kirim şoreşger.” Dilşêr niha bû kurekî dilêr ê berxwedêr di hembêza wê dayikê de.
Û heval Ekîn Tilora heye. Li Avaşînê her kes bi navê gundê xwe heval Ekîn Tilora nas dike, yanî bi Tilora. Bi dilsozî û welatparêziya li xakên ku lê mezin bûyî, gundê xwe Tilora li nav PKK’ê kiribû pûsûleya ku kesayata xwe ya ku ji nû ve afirandibû. Ji ber vê, Tilora ne tenê gundekî bi ser navçeya Geverê ya Colemergê bû, gotina heqîqetê ya fedayiyek bû ku li nav PKK’ê bi navê xaka xwe, xwe ji nû ve afirandî. Heval Ekîn, 2018’an hatibû eyaleta Avaşînê û li girê Şehîd Serdar û Şehîd Dilgeş ê Mervanosê, li gel hemû zehmetiyên Zagrosan jî bûbû xwedî meş û kedeke şoreşger a domdar. Li yekîneya resen a jinan a herêma Mervanosê fermandariya gerîlayên jin kiribû.
Heval Ekîn, bi qasî sadetî û siruştiya jineke gerîla ya li nav jiyanê, her wiha bûbû sembola wêrekî, hêrs û fedayîbûnê ya di şer de jî; ji hemû gemariyên vê cîhanê dûr, qet têkilî gemarî û zingara modernîteya kapîtalîst nebûbû. Ji ber vê, Ekîn ji aliyekî ve weke hê zaroyek biçûk a li gundê Tilorê bû, ji aliyekî ve jî, fermandareke jin a xwedî îdîa bû ku bi hêrsa xwe ya li dijmin û biryardariya xwe dikarîbû artêşê rê ve bibe. Ekîn karîbû van aliyan di zik hev de bijiya. Bi qasî kurdistanîbûna xwe bi ser xaka xwe ve, bi qasî ku bi ser xaka xwe ve bû ew çend gerdûnî bû. 23’yê Nîsana 2021’an dema ku arêşa tirk operasyon li qada Mervanos dabû destpêkirin û leşker danî, yek ji wan hevalan ku bi bayê bezê gihaştî mewziya xwe û ji bo ku derbê li dijmin bide hemleya pêşî kirî heval Ekîn Tilora bû. Heval Ekîn li her bihosta van çiyayan, van xakan ked dabû. Gelek caran hatibû van şiverêyan, ji bo ku van erdan biparêze tim xebitîbû. Ango ev çiya bi keda gerîla hatibûn honandin û wê wiha teslîmî dijmin nehatana kirin. Dema ku artêşa tirk leşker li qada Şehîd Dilgeş dadanî, ji mewziya doçkayê dema ku mudaxele li dijmin kirî di êrîşa hewayî de li gel heval Asya Kerîm şehîd bû. Ew, bûne şehîdên jin ên pêşî yên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê.
Ya ku bi heval Ekîn Tilora re li eynî mewziyên şehîd bûyî heval Asya Kerîm bû. Heval Asya bi eslê xwe ji Sêrtê bû û li nav malbateke welatparêz jidayik bûbû. Ji Botanê dema ku bi zorê koçî metropolên Tirkiyeyê bû li ser rêya koçberiyê hînî welatparêziyê bû. Sala 2014’an ji Bûrsayê tev li têkoşîna azadiyê bûbû. Di qadên cuda yên têkoşînê de cih girtibû û 2018’an hatibû eyaleta Avaşînê. Li girên bi ser qadên Mervaos de û li yekîneya resen a bi ser van qadan de cihê xwe girtibû û heta ku şehîd bûbû gerîlatî kiribû. Beriya her tiştî hevrê bû Asya, di hevrêtiya jinan de bihistyar bû, tim li ser pêvajo û pratîkê hûr dibû, tim xwedî moral bû û di meşa şoreşgerî de tim xwe pêş dixist. Ji ber vê weke her gerîla deyndarî van çiyan bû ku ew hînî wê kiribû û heqîqet şanî wê dabû. Ji ber vê, wê parastina wan bikira. Asya li Zagrosan dest bi meşa xwe kiribû û li vê eraziya req hînî gerîlatiyê bûbû. Ji ber vê weke her gerîla deyndarî van çiyayan bû ku ew hînî wê kiribû û heqîqet şanî wê dabûn. Ji ber vê wê parastina wan bikira. Avaşînê çawa ew hînî meşê kiribe, niha dema wê bû ku li gel Avaşînê mil bi mil li ber xwe bide. Wê şevê li gel heval Tilora ji bo ku parastina van çiyayan bike, ku hînî wê kiribû bibe xwe, xwe li giran da. Mirin jî hebûya wê bibûya mertal li van çiyayan. Û Asya dîsa bû hevrê, li van çiyayan, li van avên ku tim diherikin û li vê ezmana şîn ku strana azadiyê di guhê me de dipistand.
Navê xwe kiribû nexşeya meşa xwe. Ji bo ku bibe wek navê xwe, ji bo ku layiqî navê xwe be yan jî ji bo jiyana weke ku navê wî lê ferman kirî bijî Çiyager bû. Ji serî heta binî li çiyayan digeriya, ew fêhm dikir. An jî weke fermandar Çiyager ku ew dawiya bêhempa dîtî, zanîbû ku tim çiya bimîne… Navek çawa dikare ev xweş gerîla bibêje, gerîlayek ev çend çawa dikare bibe layiqî navê xwe? Li Avaşînê her kes Çiyager nas dike. Li ser van xakan heke hûn gerîla bin, dema ku hûn li çiyayan bigerin bi teqezî li zinaran, li deverên bilind dê we yê ew dîtibe. Heke problemek hatibe jiyîn, hin tişt kêm mabin an jî zor li we bûbe, li deverinan yê ku pêşî bi hawara we ve hatî wê Çiyager be. Heke hûn bi tiştinan aciz bûbûn, bi Çiyager re hûn ê beşişîbin bi wan derdan. Ji ber vê Çiyager gerîlayekî wiha bû ku çavê her kesî lê digeriya, dixwest pê re be û bibe hevrêyê wî. Tim tiştin temam dikir, tim dikir ku hin tişt li cihê xwe bin. Her çendî zêde kevn jî bû, herî pir bi wê şaş mam ku devoka Botanê li van çiyayan weke ku qet ji gundê xwe derneketî diaxivî. Li gelek qadên cuda yê têkoşînê mabû lê cewhera xwe, zimanê xwe, hemû aliyên xwe yên botanî parastibû. Çiyager li Zagrosan bi botanî meşiyabû. Ji Cûdî heta bi Çarçela çîrokên berxwedanê nivisiye. Ji geliyên Avaşînê heta bi gopîtkên Çarçela, rêça berxwedanê ya Cizîrê, niha bi Çiyager re li Zagrosan dijiya.
Çiyager şervan bû; guman û metirsiyên xwe nebûn. Ne ji vî şerî û ne ji canê xwe. 23’yê Nîsana 2021’an dema ku artêşa tirk a dagirker operasyon li ser qada Avaşînê dayî destpêkirin yek ji wan kesên peşî bû Çiyager ku dest avetî çekê. Ji bo ku mudaxeleyî leşkerên tirk bike ku dixwestin li qada Şehîd Dilgeş bibin, bi rê ketibû. Heta guleya dawî, dilopa dawî ya xwîna xwe wê şer bikira lê rê nedaya dagirkeran. Çiyager wiha kir û ji Botanê heta Zagrosan rûpeleke nû ya berxwedanê li çîroka berxwedanê zêde kir.
Ew bûne şehîdên pêşî yên berxwedanê, wan soza serfiraziyê ya jiyanê hiştin ji wan kesan re ku wê li pey wan biçûna, kelecaniya temanê xwe yê bi berxwedanê tije. (Beşa Duyemîn) Çavkanî: ANF
Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê: Nîşeyên Berxwedana Avaşînê