Navenda Nûçeyan |
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Taqî, têkildarî bûyera li herêma Metîna ku 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane ji Ajansa Resmî ya Iraqê Bexdat El-Yemw re axivî.
Taqî destnîşan kir ku pêşmergeyan di encama êrîşa dewleta tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û wiha got: “Bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li hember binpêkirinên ciddî yên Tirkiyeyê, dihêle ku roj bi roj binpêkirina serweriya xaka Iraqê de berdewam bike, aramiya wê têk bide. Bi rêya operasiyonên leşkerî û êrîşên hewayî herî dawî îro bû sedema kuştî û birîndarên ji hêzên Pêşmerge yên ku di nav sîstema bergirî ya fermî ya Iraqê de têne hesibandin. ”
Mehdî Taqî ji hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî xwest ku pêşiya van binpêkirinên dewleta tirk bigire.