Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, di nuqteyeke leşkerî de leşkeran wesayîta gundiyekî ji gundê Oleka Jêr dan rawestandin û tûrikê arvan ê 50 kîlo ku gundî ji bo bibe mala xwe kiribû, desteser kirin. Leşkeran ji gundî re ev tişt gotin: “Fermana teqez a Fermandarê Alayê heye. Hûn tenê dikarin 5 kîlo arvan, 5 kîlo şekir bibin. Her wiha boriya avê jî qedexe ye.”
Gundiyan bertek nîşanî rewşê da û leşkeran têkildarî desteserkirin girtek jî neda gundî. BEDLÎS