Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

KCK: PDK li kêleka dewleta tirk tev li şer bûye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK di daxuyaniya xwe de wiha got: “Gelê kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK'ê ya ku xwe daniye ber dewleta tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwestê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şandinê hêzên pêşmergê ya qadên gerîlayan û bûye li Metînayê rû da de daxuyaniyek da û wiha got:

“Di demekê de ku şerê gerîla yê li dijî dewleta tirk a dagirker giran bûye û artêşa tirk xitimiye, PDK’ê li dijî qadên gerîla dest bi êrîşeke dorpêçkirinê kiriye. Di encama vê yekê de di navbera hêzên taybet ên PDK’ê û gerîla de şer qewimî. PDK bi vê helwesta xwe, bi rengekî aşkera li kêleka dewleta tirk tev li şer bûye. Ev şirîkatiya şer ku heta niha bi rengekî sergirtî dihate kirin, êdî aşkera bûye. PDK bi vê gavê hewl dide dewleta tirk a şirîkê xwe, ji têkçûnê rizgar bike. Ji ber vê yekê dor li qadên gerîla digire.

Armanca dewleta tirk û PDK’ê bûye yek

Niha armanca dewleta tirk û armanca PDK’ê bûye yek. Şirîkatiya di şer de jî di çarçoveya vê yekbûna armancê de ye. Ev armanc jî ew yek e ku gerîla li qadên ku 40 sal in lê ye bi şer bêbandor bike û bike ku nikaribe li dijî dewleta tirk têkoşîna azadiyê bimeşîne. Di navbera êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û dorpêçkirina qadên gerîla ji aliyê PDK’ê ve, tu cudahî nîne. Tenê rolên wan cuda ye. Rola dewlet tirk çakûç e, ya PDK’ê jî sindan e.

HPG’ê gelek caran bang li PDK’ê kir ku dest ji polîtîkaya dorpêçkirina qadên gerîla berde. Lê belê ji ber ku bi dewleta tirk re li hev kiriye, dest ji vê polîtîkayê bernedaye. Bi taybetî di kêliya herî krîtîk a şerê navbera gerîla û dewleta tirk de dest werdide û dewleta tirk a ku lawaz dibe, hewl dide xurt bike. Bi vî rengî piştgiriyê dide mêtingeriya qirker a dijminê kurdan ku ev yek wê weke rûreşiyê cihê xwe di dîroka gelê kurd de bigire. Di demekê de ku PDK’ê dixwest bi me re hevdîtinan bike, pirsgirêkan nîqaş bike û hin hevdîtin hatin kirin, avêtina gaveke bi vî rengî tê wateya xapandin û komploya li dijî tevgera me.

Ji her şer û windahiyan dê PDK berpirsyar be

Aşkera ye ku dorpêçkirina qadên gerîla; qutkirina qadên gerîla ji hev, wê wateya ragihandina şer a li dijî gerîla. Beriya demeke kurt rayedarê PDK’ê Fazil Mîranî got, dibe ku li dijî gerîla şer bê kirin. Ev gotin bi xwe nîşan dide ku ji bo gaveke bi vî rengî amadekarî hatiye kirin. Ji her şerê ku rû bide, ji her windahiyan dê PDK berpirsyar be.

Raya giştî ya kurd baş zane ku dewleta tirk demeke dirêj e ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşan dike. Gerîla jî li dijî van êrîşan bi rengekî fedayî, berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê, li hin deverên li ser sînor çikiya ye. Gerîla bi rêbaz û taktîkên nû, teknîk û hêza şer a artêşa tirk pûç kiriye. Tevî ku rastî bi vî rengî ye, PDK radibe vê berxwedanê û dagirkeriya dewleta tirk mîna hev nîşan dide. Di ser re, ji bo dagirkeriyê tiştekî nabêjê, lê gerîla sûcdar dike. Mesrûr Barzanî ku li nava PDK’ê dijberiya xwe ya li PKK’ê her carê tîne ziman, ji bo meclisa li Hewlêrê helwestê li dijî dagirkeriyê nîşan bide bang nekir; lê li dijî gerîla bang kir. Bi vê bangê zîhniyeta xwe, polîtîkaya xwe raxist pêş çavan. Aşkera ye ku ev yek ne helwest û polîtîkaya zîhniyeta kurd e.

Piştgiriya ji bo dewleta tirk xefleteke dîrokî ye

Gelek caran ispat bûye ku başûrê Kurdistanê ji aliyê PKK’ê ve tê parastin. Kes nikare daxwaza PKK’ê ya ji bo parastina başûrê Kurdistanê bike mijara nîqaşê. Dema ku DAIŞ’ê xwe gihand ber devê Hewlêrê, gerîla dest lê werda. Mesûd Barzanî spasiya gerîla kir û dewleta tirk jî sûcdar kir ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê piştgirî neda wan. Di nava rastiyeke wiha de sûcdarkirina gerîla ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe dide, berevajîkirina rastiyan e. Piştgiriya ji bo gerîla li aliyekî; piştevaniya dewleta tirk bi gotina herî sivik tê wateya xefleteke dîrokî.

Ya ku divê hêzên siyasî û parlamentoya başûrê Kurdistanê bike ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwestê nîşan bide û bixwaze  dewleta tirk tavilê ji xaka Kurdistanê derkeve. Li şûna ku vê bike, dewleta tirk û gerîla weke hev nîşan dide, ji gerîla dixwaze ku dest ji berxwedanê berde, dest ji qadên berxwedanê berde. Ev daxwaz xizmetê ji polîtîkaya dewleta tirk re dike ku dewleta tirk dixwaze bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê qira kurdan bîne.

Kurd hemû divê li dijî êrîşên PDK’ê helwestê nîşan bide

Wezîfeya dikeve ser milê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, saziyên demokratîk û gelê kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê ew e ku li dijî van êrîşên PDK’ê helwestê nîşan bidin. Bang li gelê kurd û hêzên siyasî bikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk helwest nîşan bidin. Ev dem ji bo gelê kurd demeke dîrokî ye. Li dijî dewleta tirk a mêtinger qirker ku serkêşiyê ji dijminatiya li kurdan re dike, eger helwest bê nîşandan û têkoşîn bê meşandin wê paşeroja gelê kurd li 4 parçeyan ronî û azad be. Eger li dijî vê êrîşkariya qirker helwesteke hevpar neyê nîşandan û têkoşîn neyê meşandin, 4 parçeyên Kurdistanê wê bikevin nava xeteriyên mezin. Divê her kurd vê metirsiyê bibîne û bi berpirsyariyeke dîrokî tevbigere.

Êrîşa li ser Mexmûrê encama politikaya hevpar a dewleta tirk û PDK’ê ye

Roja ku PDK’ê bi piştgiriya balafirên şer ên tirk dest bi dorpêçkirina qadên gerîla kir, dewleta tirk jî bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li Mexmûrê barand. Ev yek encama polîtîkaya hevpar a dewleta tirk û PDK’ê ye ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dimeşîne. PDK ji xwe 2 sal in dorpêçiyê dike, balafirên şer ên tirk jî bombeyan li kampa dorpêçkirî dibarîne. PDK jî li vir bi dorpêçkirinê bi rola sindan radibe. Eger kampeke penaberan siyasî bê dorpêçkirin, wê dewleta tirk jî xwe dispêre vê yekê û bi vê rewatî û piştgiriyê van êrîşan bike.

Xelkê Mexmûrê bi rabûna li ber zilm û cerdevaniya dewleta tirk, di helwesta xwe ya Kurdistana Azad de israr kir û koçî başûrê Kurdistanê kir. Dewleta tirk zilm û êrîşa li bakurê Kurdistanê li gel dike, derbasî Mexmûrê kir. Li bakurê Kurdistanê ji bo çi êrîşî gel dike, li Mexmûrê jî bi heman armancê êrîş dike. Lewma divê kurd hemû li her cihî xwedî li vî gelî derkeve ku bi dehan sal in di nava şert û mercên herî giran de dimîne, ji kurdîtiyê, azadiyê û sekna bi rûmet tawîzê nade. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk divê li her cihî rabe ser pêyan. Roj roja têkoşînê ye, li her derê roja rabûna li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk e.

Gelê kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK’ê ya ku xwe dide ber dewleta tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwestê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla. Jin û ciwanên kurd li her derê li dijî hêzên mêtinger qirker ên dijminê kurdan, li refên herî pêş ên têkoşînê cih bigirin, civakê bixin nava liv û tevgerê û bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Êrîş û astengî çi dibe bila bibe, dema ku berxwedan hate nîşandan wê gelê kurd bi têkoşîna azadiyê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk teqez biafirîne. Ev roj nêzîk e; bi berxwedana xwe ya li her derê em ê van rojan hîn bêhtir nêzîk bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar