Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sûcdar mêr/dewlet e

Mêr tenê dijminahiya jinan nakin bixabin ev yek ji hêla jinên ku dibin bandora mêr/dewletê de ne jî tê kirin. Wezîra Xizmetên Malbat û Civakê ya tirk Derya Yanik di 20’ê Gulana 2021’an de beşdarî civîna komîsyona lêkolînê ya diyarkirina sedemên tundiya li dijî jinan bibû û derbarê civînê de daxuyanî dabû. Di vê daxuyaniyê de gotibû: „Di pêvajoya pandemiyê de çav li zêdebûna tundiya li dijî jinan dikare bê girtin, ango bê tolerekirin.“

Bi wan gotinan ji me re dibêjin, tundiya mêr, kuştin û tecawîza mêr tolere bikin.

Gelo dema ev gotin ji devê wan derket qet Gulİstan, Îpek an jî hemû jinên ku ji hêla mêran ve hatin kuştin, nehat bîra wan. Gelo, cidiyeta rewşa jin tê de ne çima naxwazin fem bikin?

Tirsa ku Gulistan Doku di dema windabûnê de jiya. Gelo çima tirsa Gulistanê nikarin fem bikin? Gulistan ev 520 roj in winda ye, malbata wê dayik û xwişka wê, hevalên wê ev 520 roj in li benda agahiyek di derbarê jiyana wê de ne. Her carê ku deriyê mala wan lêdixe, dê ev difikirin ku ev keça wan be, xwişka wan be, an jî nûçeyek di derbarê jiyana wê de be.

Tirsa ku Îpek Er jiya, gelo tê fem kirin? Li ser bûyera tecawîzê, jina ciwan di 16’ê Tîrmehê de bi çekê gule berda xwe û di 18’ê Tebaxa 2020’an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tecawîzkar Musa Orhan ji xwe re ketiyê bin baskê dewleta wî diparêze û nayê binçavkirin. Ji ber ku yê ev hêz daye wî, dewlet bi xwe ye.

Dibê neyê jibîrkirin ku dema kujer, tecawîzker leşkerê dewletê be bi her awayî tê parastin û nayê cezakirin. Dewlet çanda tecawizê diparêze. Heger wisa nebûya dê sûcdar bihatana cezakirin û binçavkirin. Dewlet dê ji Peymana Stenbolê venekişiya. Qanûnên xwe pêk bianiya.

Sûcdar li derve milên xwe dihejînîn û digerin. Yên ku ji wan re dibêjîn hûn tecawîzkarin û sûcdar in ji wan kesen re doz tên vekirin û cezayê girtigehê tê xwestin.

Mînak ji ber ku lîstîkvan Ezgî Mola par li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derbarê tecawîzkar Musa Orhan de bertek nîşan dabû, jê re cezayê girtinê tê xwestin. Ezgî Mola ev hevok nivîsîbû: “Kesên ku ev bêşeref ê tecawîzkar serbest berdane, bila di wijdana xwe de bixeniqin. We daxwaz, hêvî, dua, qanûn, rica tunekirin û hêviyên me jinan ji destê wan derxistin. Ka ez bêjim çi? Xwelî li serê we be! Bi lezgînî bila Musa Orhan were girtin.“

Ji bo wan gotinan parêzerê tecawîzkar Musa Orhan bi hinceta Ezgî Mola heqerat li Orhan kiriye ji bo Ezgî Mola 2 sal û 4 meh ceza xwest. Ev jî bêrûtiya dewleta dide ber çavan. Cihê ku Musa Orhan bişîne girtigehê, dadgehê hefta borî rûniştin taloqî 16’ê Îlonê 2021‘ê kir.

Dema em dibêjin pirsgireka jinan a hebûn û tunebûnê ye, herhal ev baş nayê femkirin an jî em nadin femkirin.  Jin rojane rastî tundiya mêr /dewletê tên. Ji vir û çend roj beriya vîdeoyêk jineke ji Esenyurta Stenbolê li ser medyaya dîjîtal hate parvekirin. Polîs li dijî wê jinê tundÎ bikar tîne û darp dike. Bûyer dawiya 2020’an qewîmiye. Ji wan 5 polîsan 3 heb temaşe dikin û du heb jî tundî lê dikin. Ev jin bi tecawîzê hatiye tehdîtkirin. Lê ev polîs nehatin binçavkirin, gorî zanyariyan tenê cihê karê yekê hate guhertin.

Cihê ku tacîzkar, tecawizkar bên cezakirin, kesen ku bertekê xwe nîşanê sûcdarên ku dijminatiya jinan dikin didin, wek sûcdar tên ditîn. Dixwazin bi wan rêbazan jinan bitirsînin da ku jin gavan şûnde biavêjin.

Lê ji bîr dikin ku jin êdî wan çar dîwarên mêran ji wan re daniye û wan tê de girtî dihêlin, qebûl nakin.

Jin êdî li hemberî tundî, tacîz, tecawiz, mafxwarin û kuştinê bêdeng namînin. Jinên bi rexistinkirî, yek ku cidiyeta rewşa ku jin tê de ne fem kirine edî gav şûnve navejin.

Jin bi destê xwe dê sîstema ku ji hêla mêr/ dewletê ve hatiye avakirin, hilweşîne û cîhaneke hevpar a bê serwerî ava bike.

Nûçeyên Têkildar