Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encamên civîna xwe ya Meclisa Partiyê aşkera kir ku di 5’ê hezîranê de pêk anîbû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêwîstî bi danîna xeteke nû ya têkoşînê heye ku hêzên demokrasî û aştîxwaz hemû tev li bibin û wiha hat gotin: “Destên qirêj ên ku beriya bi salan dewlet bi rê ve dibirin, gotibûn ku ger kevirek ji dîwarê ji bo nixumandina kiryarên derveyî hiqûqê û kuştinên kiryar nediyar lê kirine bê kişandin, wê ev dîwar hilweşe û hemû di bin de bimînin.
Ew kevir ji aliyê têkoşîn û îradeya hevpar a gelan, ji aliyê bindest, kedkar, jin û ciwanên di tifaqa demokrasiyê de li hev kom dibin, dikarin bikişînin. Lewma banga me li her kesên xwedî wijdan e; Werin em hêza xwe bikin yek û bi hev re wî kevirî ji dîwêr vekişînin û vê sîstema tarî biguherînin.”
Tecrîd û pirsgirêka kurd
HDP’ê diyar kir ku politikaya neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê tê heman wateyê û ev tişt anî ziman: “Polîtîkayên ewlekarîperestî, şer û tecrîd hev xwedî dikin. Em bi israr dibêjin ku têkoşîna li dijî neçareseriyê bi mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dibe. Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê û daxwaza rakirina tecrîdê di zikhev de ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd heman e.”
Her wiha HDP’ê destnîşan kir ku ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi avakirina tifaqeke berfireh a demokrasiyê heye û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Yên ku siberoja wan tê tarîkirin em in. Ji ber vê yekê jî em banga xwe ya ji bo tifaqa demokrasiyê li her kesên ku ji polîtîkayên şer û vê sîstema talanê aciz in dikin.” ENQERE