Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK têkildarî talankirina xwezaya Başûr hatiye agahdarkirin!

Berpirsê Navenda Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li xwe mikûr hat ku dewleta tirk ew ji birîn û hilkirina darên herêma Behdînanê agahdar kirine

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk di 23’yê nîsanê de li başûrê Kurdistanê dest bi dagirkerineke berfireh kir. Ji 23’yê nîsanê ve şer û pevçûnên li herêmê bi dijwarî didomin. Ligel vê hat tespîtkirin ku dewleta tirk li herêma Behdînanê li qadeke berfireh daran dibire, ji bo ku wesayîtên leşkerî bikaribin  hêsanî biçin û bên rêyan çêdikin û darên ku dibirin dişînin Tirkiyeyê.

Derbarê birîna  daran de Berpirsê Navenda Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li xwe mikûr hat ku dewleta tirk ew ji birîn û hilkirina darên herêma Behdînanê agahdar kirine û got ku ew ên ku îhaleya vî karî girtine, ji bo sûd ji daran bigirin, hinek zêdetir birîne!.

Li ser pirsa servîsa soranî ya Dengê Amerîkayê ya derbarê mijara jêkirina daran a li herêma Behdînanê Dizeyî axivî û wiha got: “Em ji çêkirina rêyan ji bo herêmê hatine agahdar kirin. Rêyên leşkerî ji bo hêsankarî ji operasyonê re çêbike, tên çêkirin. Ew ên ku îhaleya van karan girtine û dar dibirin, hinek zêdetir dibirin da ku sûd jê bigirin. Me parêzgeha Duhokê û waliyê Şirnexê jî bi rêya konsolosxaneya Tirkiyeyê hişyar kiriye.”

Hatibû diyarkirin ku çend roj berê konsolê dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê Hakan Karaçay serdana Cîgirê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Hêmin Hewramî kiribû û  ji Hewramî re ev tişt gotibû: “Me ew arazî tev ji we kiriye, çima niha nerazîbûn nîşan didin?” Ev agahî di çapemeniyê de bibû rojev, lê heya niha jî bi awayeke fermî encama hevdîtina Karaçay û Hewramî bi raya giştî re nehatiye parvekirin.

Her wiha endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî têkildarî mijarê axivîbû û ew jî bi heman awayî gotibû ku ew arazî firotine dewletaa tirk, ji ber vê daran jê dikin û daxwaza lêkolînkirina mijarê kiribû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar