Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘PDK li dijî gelê kurd di nav îxanetê de ye’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku PDK bi piştgirîdayîna dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr, îxanetê li gelê kurd dike û wiha got: “PDK jî nema, malbata Barzanî jî nema. Dê kî rêzê ji kesên îxanetê li gelê xwe dike re bigire.”

Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî tev li êrîşa dagirkeriyê ku artêşa tirk di 23’yê hezîranê de li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, bû. Ligel ku cerdevan û çeteyên OSO yên ji Lîbyayê vekişiyan jî li êrîşa dagirkeriyê hatin zêdetkirin, li hemberî berxwedana gerîla pêşketin çênebû. Li ser têkçûyan dewleta tirk a dagirker PDK kete dewrê û di 5’ê hezîranê de pêşmerge sewqî herema Behdînanê kirin. Ev gava ku hat avêtin rageşiya heremê zêdetir kir. Ji ber vê hewldana wê di nav rayagiştî ya kurdan de li dijî PDK’ê bertekên mezin hene.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk têkildarî hewldana xeternak a PDK’ê axivî û diyar kir ku PDK’ê ji roja ewil heta niha piştevaniya dagirkeriyê dike, rê ji dewleta tirk re vekiriye û wiha got: “Bi destê PDK’ê Kurdistan gav bi gav tê dagirkirin. Ev rê ji bo berjewendiyên PDK’ê û malbata Barzanî hatiye vekirin û gelê kurd vê qebûl nake.”

Kurdistan ji PDK’ê pêk nayê

Ozturk helwesta PDK’ê weke ‘Îxaneteke mezin’ bi nav kir û ev tişt anî ziman: “Gelê başûrê Kurdistanê zilma Sedam dît. Enfal û Helepceyê jiya. Li dijî van hemûyan li ber xwe da û statuyek bi dest xist. Malbata Barzanî û PDK îro van nirxan, bedelên hatine dayîn difiroşe. PDK ji bo berjewendiyên xwe dibe amûrê polîtîkayên AKP û MHP’ê. Kurdistan ji eşîra Barzanî pêk nayê. Em ne eşîr in em gelê kurd in. Em îro destûr nadin ku Dehaq ji nava me derkevin.”

PDK dijminatiya gelê kurd dike

Di axaftina xwe de Ozturk destnîşan kir ku tifaqa AKP û MHP’ê li bingeha dijminatiya gelê kurd ava bûye û PDK jî bûye hevparê wan û wiha domand: “Tifaka faşist a AKP û MHP’ê îro dibêje ‘Kerkuk û Musil ên me ne’ Vê yekê bi awayekî vekirî dibêjin. PDK, bi hişmendiya ku dibêje ‘Kurdê herî baş kurdê mirî ye’ bi MHP’ê re hevkariyê dike. Îro PDK’ê pêşengtiya dijminatiya gelê kurd dike, dijminê gelê xwe ye. Ji ber wê yekê gotineke PDK’ê ya têkildarî gelê kurd bibêje nemaye.”

Meşrûkirin dagirkirinê

Ozturk bal kişand ku êrîşên dagirkirina başûrê Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanc ne PKK ye. Êrîşî Rojava kirin, êrîşên Efrînê li ber çavan e. Li Efrînê PKK hebû? Her kesên ku paradîgmaya birêz Ocalan diparêzin PKK’yî ne? Sendîkaya herî mezin a Îngilistan û Gallerê Unite The Union kampanyaya ‘Ji bo Ocalan azadî’ bi rê ve dibe. Ji ber wê yekê PKK hincet e. Ji ber vê yekê divê PDK xwe nexapîne. Ev êrîş topyekun li dijî gelê kurd in. Tirkiye dixwaze gelê kurd di qirkirinê re derbas bike. Bila PDK dest ji derew, meşrûkirina dagirkirinê û xwe xapandinê berde. Kurdistan ne malbata Barzanî ye, gelê kurd e. Ji ber wê yekê em têkoşîna rûmet, aştî û yekitiyê bi rê ve dibin. Em ê rûmeta gelê kurd biparêzin, em nikarin berjewendiyên partiyekê, eşîretekê û malbatekê bifikirin. Ev têkoşîna gelê kurd a hebûn û tunebûnê ye.”

Ji PDK’ê re rêz nema

Di axaftina xwe de Ozturk, gefên serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan ên piştî biryara referanduma di sala 2017’an de li başûrê Kurdistanê hatibû wergirtin bi bîr xist û wiha pêde çû: “Gelê Başûr biryara referandume girt, berteka herî mezin Tirkiyeyê nîşan da. Bi birçî hiştinê gef li gelê kurd xwarin. Rêveberiya Başûr li dijî gefan bêdeng ma, lê me bertek nîşan dan. Hedê kê ye ku gelê kurd birçî bihêle. Lê nikarîn bêjin ‘ev ax ya me ye’. Ev hişmendî dikare çiqas bijî. Ez bi awayekî aşkera dibêjim; ev îxaneteke mezin e. Ji ber vê yekê PDK nema, malbata Barzanî jî nema. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê ji malbata Barzanî re rêz digirt. Ji vê saetê û şûnde tu rêz û hurmet nema. Kî dê rêzê ji kesên îxanetê li gelê xwe dike re bigire.”

Rûyê PDK’ê yê rast

Her wiha hevserokê KCD’ê Bedran Ozturk axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ermenî û suryanî qir kirin, îro jî dixwazin kurdan bi heman awayî qir bikin. Lê em ê rûmeta gelê kurd biparêzin. Kurd jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Em jî vê diparêzin. Di van şeş mehan de tiştek nema ku nekirin. Karîn kurdan xelas bikin? Ev hewldan beredayî ne. Rûyê PDK’ê yê rast derket holê. Ev bi awayekî aşkera dijminatiya gelê kurd e. Meseleya esas dagirkirina Kurdistana başûr e. PKK nîne. Edhem Barzanî yê ji malbata Barzanî jî daxuyand ku ev dagirkirine. Rastî ev e. Li gel vê yekê piştevanî were kirin, dijminatiya gelê kurd e. Ez careke din dibêjim, başûrê Kurdistanê ji PDK’ê û malbata Barzanî pêk nayê. Rast e, demekê pêşengtî kirin lê gelê kurd bedelên mezin dan. Kesên bi dijminên kurdan re hevkariyê bikin dê xwe xelas bikin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar