Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Destkeftî ne bi bêdengiyê bi xwedîderketinê dikare bê parastin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê destnîşan kir ku statuya başûrê Kurdistanê, jiyana demokratîk û azad ne bi bêdengiya li ber dagirkeriya tirk, bi xwedîderketina li berxwedêran dikare bê parastin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yê dewleta tirk a li ser Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê wiha ye:

“Êrîşên dewleta tirk a dagirker, qirker û faşîst ên li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gel û xaka Kurdistanê dewam dikin. Ne dewleta tirk ne jî hêzên hevkarên wê pêwîstiyê pê nabînin ku van êrîşên qirkirinê veşêrin. Di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de êrîşî gel, xweza, ziman, çanda Kurdistanê û yekitiya neteweyî dike. Hêzên me yên gerîla jî bi berxwedaneke fedayî, ji bo parastina rûmeta neteweyî û nirxên bingehîn ên gelê me şer dikin.

Dewleta tirk ku li pêşberî berxwedana gerîla ji hev ketiye û nikare bi dilê xwe operasyona dagirkeriyê bimeşîne, 5’ê hezîrana 2021’ê êrîş bir ser kampa Mexmûrê ya ku di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Tevî ku dewleta tirk berpirsyarê vê êrîşê ye, dewleta Iraq û Neteweyên Yekbûyî jî ji ber bêdengiya xwe ya li pêşberî gef û êrîşên dagirkeriyê yên Erdogan ê dîktator faşîst, ew jî ji van êrîşan berpirsyar e. Gelo li gorî kîjan hiqûqê balafirên şer û SÎHA yên dewleta tirk a qirker û faşîst li ser kampeke penaberan difirin ku ev kamp bin misogeriya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye. Her wiha li gorî kîjan hiqûqê, destûr tê dayîn ku ji bo êrîşên li dijî sivîlan qada hewayî bê bikaranîn? Nepêkan e ku bêyî destûra van hêzan, dewleta tirk qada hewayî bi kar bîne û êrîşê bike. Armanca van êrîşên li ser kampa Mexmûrê û şêniyên wê tê fêhmkirin. Nîşan didin ku her kurdekî bi bi çand, ziman û welatparêziyê bijî, sivîl jî be wê bibe hedef. Dixwazin helwesta têkoşer û berxwedêr a gelê me têk bibin. Xelkê Mexmûrê ji sala 1993’an û vir ve li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk, ji Botanê heta Mexmûrê her roja xwe bi berxwedêrî û welatparêzî derbas kiriye. Lewma ev êrîş parçeyek ji plana qirkirinê ya dewleta tirk e û dê têk biçe. Bi binpêkirina nirxên mirovahiyê, wijdan û hiqûqa navneteweyî, êrîşî xelkê me yê li Mexmûrê dikin. Ji bo rawestandina van êrîşan berpirsyarî dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, Iraq, hikûmeta herêmî ya Kurdistanê û PDK’ê. Ev hêzên ku êrîşên faşîst û qirker dipejirînin, bêdeng dimînin û destûrê didin; em bang li wan dikin ku xwedî li wezîfeya xwe derkevin. Mexmûr rûmet û keleha berxwedanê ya Kurdistanê ye. Bi vê wesîleyê, em vê êrîşa ku li dijî xelkê me yê Mexmûrê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin.

Nûçeyên li ser êrîşa li dijî hêzên PDK’ê derew in

Her wiha nûçeyek bi zanebûn li nava raya giştî hate belavkirin ku tê de hat îdîakirin, ‘sibeha 5’ê hezîrana 2021’ê li Metînayê hêzên me yên gerîla li komeke ser bi hêza Zerevanî ya PDK’ê xistine’. Her wiha PDK’ê bi zanebûn xwest ku bûyera kuştina pêşmergeyekî li Derkarê di 8’ê hezîrana 2021’ê de bixe stuyê hêzên HPG’ê. Ev nûçe hemû nerast in, manîpulasyon e û dagirkeriya dewleta tirk rewa dike. Her wiha ji bo pêşîgirtina li têkçûna dewleta tirk e. Em van nûçe û daxuyaniyên bêbingeh û derew şermezar dikin ên ku di çarçoveya zimanê şerê taybet ê dewleta tirk de gerîla û tevgera me dike hedef. Ligel ku HPG’ê diyar kir tu eleqeya wê bi her du bûyeran re tune, PDK û çapemeniya wê bi israr van bûyeran dixin stûyê hêzên gerîla yên bi rûmet. Hêzên gerîla 46 roj in li dijî dewleta tirk a dagirker bi qehremanî û serkeftî li ber xwe dide û artêşa tirk aniye ber asta rûxandinê. Di vê serdemê de ya ku li dijî dagirkerî, talan, dizî û qetlîama dewleta tirk a faşîst gelê me yê başûrê Kurdistanê di serî de hemû kurd û raya giştî ya dinyayê helwestê nîşan dide, PDK bi qestî nûçeyên wisa dide belavkirin. Bi van nûçeyên derew re dewleta tirk a faşîst di rojên dawîn de li Hewlêrê bi PDK’ê re civînan dike û ev tişt jî têra xwe balkêş e. Hêzên me yên gerîla dewleta tirk dike hedef ji ber ku dewleta tirk dixwaze gav bi gav başûrê Kurdistanê dagir bike. Hêzên gerîla bi dehan salan berxwedaneke neteweyî ya dîrokî nîşan dide. Hêzên ku nikarin li hemberî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe bidin, dixwazin sûdê ji pozîsyona şer a gerîla werbigirin ji ber ku gerîla li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dide. Nayê qebûlkirin ku ev hêz qadên ku 25 sal in di destê gerîlayan de ye bixwaze bi dest bixe û provokasyonan bike. PDK hem dagirkeriya dewleta tirk meşrû dike û hem jî pêşiya têkoşîna gel û hêzên siyasî ya li dijî dewleta tirk digire û dixwaze êrîşkariya dewleta tirk meşrû bike. Divê PDK hem li Metîna û hem jî li qadên Berbizina hêza xwe vekişîne.

Statuya başûrê Kurdistanê û jiyana wê ya azad û demokratîk wê ne bi bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk lê bi piştgiriya hêzên li hemberî wê li ber xwe bidin wê pêk bê. Ev jî peywira Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ye. Parlamentoya Başûrê Kurdistanê li hemberî bûyeran divê bi hestariya welatparêziya kurd nêzik bibe, li hemberî dagirkeriya dewleta tirk banga berxwedanê li hemû partiyên başûrê Kurdistanê bike. Em bang dikin ku divê ev hêz dûrî vê hewldanê bin ku gavên wan pêşiya dagirkeran veke, divê dûrî hemû hewldanên li hemberî yekitiya neteweyî bin.

Hêzên me yên gerîla li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên faşîst ji bo jiyaneke azad û bi rûmet şer dike. Em bang li hemû hêzên kurdistanî û gelê xwe dikin ku bi tarzeke ku vê berxwedanê geş bike, bila tev li pêvajoyê bibin, bi gerîlayan re bin û em bi hev re dagirkeriyê têk bibin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar