Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Avaşînê berxwedana dîrokî ya gerîlayan

HPG’ê ragihand ku artêşa tirk a dagirker 7’ê hezîranê li herêma Avaşîn dest bi pêngaveke nû ya êrîşê kiriye û wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî pêngava dagirkeriyê ya dijmin, bersiva ku dayî dagirkeran dîrokî ye.”

Navenda Raginadin û Çepemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa tirk a dagirker di 7’ê hezîranê de li Herêma Avaşînê dest bi pêngaveke nû ya dagirkeriyê kiriye û ev agahî parve kir: “Dewleta tirk a dagirker 23-24’ê gulanê li dijî herêmên Tabûra Ereban, Dola Konferansê û Dola Maran a Herêma Avaşînê dest bi pêngaveke ya dagirkeriyê kiribû, ji ber berxwedana bi bandor û çalakiyên bihêz dest bi şikestinê kiribû, 1’ê hezîranê neçar man ku ji van qadan vekişin. Dagirkerên ku li ber berxwedana bi bandor a gerîlayên me tu encam negirtin, bi tevgera hêzên PDK’ê ku bi ketina çeperên gerîla yên li herêma Metînayê re, 7’ê hezîranê li dijî herêma Avaşînê dest bi pêngaveke nû ya êrîşê kir.

Dewleta tirk a dagirker a li herêma Avaşînê bi taktîkeke nû dest bi êrîşê kir, rû bi rûyê berxwedana hêzên me hatine, di 7-8’ê hezîranê de şerekî dijwar rû daye, derbên bi bandor li dagirkeran hatine dayîn. Li qadê hê berxwedaneke xurt a hêzên me û şerekî dijwar dewam dike. Êrîşa dagirkeriyê ya berfireh li ser herêma Avaşînê ketiye qonaxekî nû, berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî vê pêngava dîrokî, bersiveke dîrokî ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar