Li gorî agahiyên ku rêveberên Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Başûrê Kurdistanê dane, nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema îro saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanê xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatine girtin.
Rêveberên Nûnertiya Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku heta niha tu agahiyek derbarê sedema girtinê de ji wan re nehatiye gotin û ew hewl didin ku li ser mijarê bi rayedaran re pêwendî deynin û rewşê fêm bikin. HEWLÊR