Navenda Nûçeyan |
Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan têkildarî mijarên di rojevê de ji Stêrk TV re axivî û agahiyên girîng dan. Bername dê îşev saet 20:00’an de were weşandin.
Mûrat Karayilan diyar kir ku mehên borî serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan heyetek şandiye cem PKK’ê û vê heyetê daxwaz kiriye ku bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re rû bi rû rûnê û wî hişyar bike.
Her wiha Karayilan di bernameyê de der barê hewldana ku tê xwestin pêşmerge tev li şerê li dijî PKK’ê bibin, serdana Hûlûsî Akar a Hewlerê, piştperdeya bûyera li Metînayê de ya di 5’ê hezîranê de, têkiliyên di navbera PKK û PDK’ê de jî daxuyaniyên girîng daye.