Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Reşîd: Ji ‘aşbetal’ê mezintir taloke li ber Başûr e

Siyasetmedar Rêbiwar Reşîd diyar kir ku ev 30 sal in talokeyeke ji ya 'aşbetal'ê meztir li ber Başûr heye û wiha got: “Gel heke li dijî dagirkeriyê helwesteke mezin nîşan nede, wê pêvajoyeke teslîmbûnê ya ji 1974'an a 'aşbetal'ê meztir bibîne.”

Hevserokê berê yê KNK’ê Rêbiwar Reşîd ku li Stockholmê dijî, bal kişand ser êrîşên dagirkeriya qirker  a tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û diyar kir ku ku PKK ji bo ku teslîmbûnê qebûl nake û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe di hedefa dewleta tirk de ye, ji xeynî vê tu têkiliya van êrîşan bi PKK’ê re nîne û wiha got: “Ji bo kesên ku dibêjin ‘Ji ber PKK’ê dewleta tirk êrîşê tîne ser xaka Başûr’ ez vê bibêjim; rast e, êrîş li ser PKK’ê ne, ji ber ku PKK tevgereke kurdî ye, li ber xwe dide û teslîmbûnê red dike. Ne PKK, heke hêzeke din jî bûya û tercîha xwe li ser azadiya kurd bikire û wiha li ber xwe bida dê ew jî bibûya hedef.”

Siyasetmedar Reşîd banga berxwedanê kir û wiha domand: “Halê hazir hema hema hemû herêma Behdînanê ji hêla dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Ji ber vê ne tenê PKK, hemû kesên ku azadiya Kurdistanê dixwazin divê li dijî vê dagirkeriyê rabin. Gelê başûrê Kurdistanê divê bêhêvî nebe, tekane rê ew e ku rabe ser pêyan, destkê bide berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran.

Gelê Başûr niha hazir e ku li dijî mêtingeriya tirk li ber xwe bide lê ev 30 sal in serweriya Barzaniyan li ser wan heye ku tu ferqa wan ji mafyayê nîne û tenê li berjewendiya malbatî dinêrin, bi rejîmeke zextê tê rêvebirin. Vê rejîmê xaka başûrê Kurdistanê, çiyayên firotiye mêtingeran, divê gelê me vê bibîne û kesek nebêje, ‘ez dikarim çi bikim, tiştek ji dest min naye.’ Her kes bi her rengî dikare protesto bike, helwesta xwe nîşan bide, nameyan bişîne hikûmetên welatên ku lê dijî, ji NATO û NY’yê re û bibêjin ku dewleta tirk çawa darên wan dibire, ziyanê dide xaka Kurdistanê û ji wan bixwaze ku li dijî vê tevbigerin. Heke ne ji wan kesan bûya ku niha ji xwe re ‘Pêşmerge’ dibêjin lê bi esasî peyayên Barzanî ne, ne ji vê hêza polîs û asayîşê bûye, tenê bes bû ku gelê Duhok, Zaxo û Hewlêr rabûya ser xwe, di nav 24 saetan de dikarîbû dagirkeriya tirk biqewirînin. Weke mafyayan çi kesê ku diaxivin, helwestê nîşan didin digirin, dikujin, terorê li ser malên wan dikin, medyaya dijital jî kontrol dikin, kesên ku wan rexne dikin deq dikin.”

Ev 30 sal in li Başûr ‘aşbetal’ heye

Reşîd rewşa niha şiband pêvajoya ‘aşbetal’ê û ev tişt anî ziman: “Dema ‘aşbetal’ê ya duyan a başûrê Kurdistanê beriya bi 30 salî dest pê kir. 1992’an beriya ku Parlamentoya Hewlêrê vebe bi du heftiyan min got, ev ‘aşbetal’ e, ji ber ku desthilata nû ya başûrê Kurdistanê ku ji zexta rejîma Iraqê xilas bûyî, bi desteka Îran û Tirkiyeyê derkete holê. Beriya parlamentoya Hewlêrê gelê başûrê Kurdistanê di nav xwe de ‘şûrayên millî’ (meclisên neteweyî) ava kiribûn û ya ku organîze dikir ku rejîma Baasê ji Kurdistanê bavêje ev meclis bûn. Dema ku parlamentoya li Hewlêrê vebûyî ev meclis hatin betalkirin, bi ser de parlamento ne bi hemdê xwe çêbû, bi desteka hêzên derve çêbû. Di nav gel de beriya ku şoreş tam bigiheje, bi tayînkirina ji jor ve û bi empozekirina derve palamento hate vekirin. Jixwe ji ber vê biryara pêşî ya sala 1992’an a parlamentoya li Hewlêrê ew bû ku PKK’ê ji herêmê derxîne. Ji ber van sedaman ez dibêjim ev 30 sal in li başûrê Kurdistanê ‘aşbetal’ heye.

Aşbetala niha hîn taloke ye

Her wiha Reşîd got ku aşbetala niha ji ya berê zêdetir taloke ye, ji ber ku nirxên neteweyî yê berxwedaniya gel tê kuştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 30 salî ya pêvajoya aşbetalê wê bixwazin gelê Başûr li dijî PKK’ê rabe. Lê gelê Başûr dizane ku ne ji ber PKK’ê êrîşan tînin. Di rûdanên dawî de tê dîtini hêzên bi ser Barzanî ve ku navê ‘pêşmerge’ li xwe dikin dişînin ser hêzên PKK’ê, dixwazin wan bidin kuştin û bibêjin, ‘Binêrin ne dewleta tirk lê PKK pêşmegeyan dikuje’ û şerê kurd û kurdan bidin destpêkirin. Di rewşeke wiha ya şer de pêvajoya ‘aşbetal’ê ya duyan a başûrê Kurdistanê, tasfiyekiyrina wê dê bigihije asta herî bilind.” STOCKHOLM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar