Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Çima 7’ê Hezîranê?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Dewleta tirk, biryarên xwe yên girîng û bi taybetî jî yên li ser doza Kurdistanê, li ser çarenûsa gel xwedî bandora giran be, di wan rojên nasyar de, dide.

Van rojan, dibe ku rojên şahiyê be yan jî rojên şîn be, li gorî şerd û mercên wê demê rojan ji xwe re dipejirîne. Armanca dewletê, bêguman ji bo coş, curet û baweriya ku di rojên şahiyan de bilind dibe bê bandor bike, bûyerên rojên xemgîn ên şwuniyan di hişê civakê de zindî dike û weke amûrê xerakirina  derûniya gel û afirandina tirsê dide xebitandin.

Bi giranî jî dema têkoşîna gel hinekî bilind dibe û bandora dewletê ya li ser civakê ber bi lawaziyê diçe, van rojan dixe bîra gel, da ku gel bitirsîne û ji têkoşînê dûr bixe û dîsa doza wî pê bide jibîrkirin.

Roja 7’ê Hezîranê jî yek ji van rojan e. Di hilbijartinên giştî yên 7’ê hezîran 2015’an de, nûnerê gel HDP’ê, asta serkeftina xwe bilindtir kir û ji vê jî girîngtir; desthilatiya AKP’ê hilweşand, ji rêveberiyê daxist.

Weke tê zanîn, ji bo vê tola xwe bistîne, li Amedê, Pirsûsê, Enqere û gelek cihên din komkujî pêk anîn. Her wiha ji bo vê binkeftina xwe ya vê hilbijartinê pîne bike, piştî şeş heyvan; di 1’ê Mijdarê de hilbijartin dubare kir û bi kotekî xwe bi ser xist.

Bi van hîlebazî û zordariya xwe jî ne rawestiya; kuştin û girtinên xwe heta roja îro dewam kir, qîma xwe bi van jî nayne û di 7’ê Hezîrana îsal de, cara duyemîn e ku serî li dadigeha bilind dide, da ku HDP’ê, yekcar bide girtin. Jixwe R.Erdogan di civîna koma xwe ya dawî ya meclisê de, aşkera tolperestiya xwe nîşan da û got “me 7’ê Hezîrana 2015’an ji bîr nekiriye”!

Mînakên vê siyaseta qirêj û qirker gelek in. Di Newroza 2013’an de bi nameya Rêber APO re, gel qada Amedê hejand. Jixwe piştî vê pêvajoya çareseriyê destpê kir û li pey wê Şoreşa Rojava kete rojevê û her çû zemîn ji Xweseriya Demokratî re xurtir dibû.

Jixwe weke tê zanîn, ev pêşkeftina Tevgera Azadiyê, li hesabê AKP’ê nehat û  R.Erdogan, lingê xwe li maseya Pêvajoya Çareseriyê da wergerand.

Tolstandina vê pêşkeftinê domand û di Newroza 2018’an de êrîşa dagirkeriya li ser Efrînê pêkanî. Bi heman zîhniyetê di (roja biryara Plangeriya Navdewletî ya li dijî Rêber APO) 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşa dagirkeriya Serêkani û Grêspî pêkanî, sala piştî wê di 9’ê Cotmeha 2020’î de Peymana Şengalê girêdan, ji bo êrîşa dagirkeriyê li Şengalê û Mexmûrê jî pêk bînin û hwd.

Îsal jî, di roja 24’ê Nîsanê de, roja salvegera 106’an a jenosîda Ermeniyan, dest bi êrîşa berfireh a herî giran a ser Qadên Parastinê yên Medyayê kir. Berî vê bi du mehan êrîşek din a mezin jî, di rojên pêk hatina Plangeriya Navdewletî ya li ser Rêber APO (di 12-15 Sibatê) de, li ser Garê û derdorê wê pêk hatibû.

Belê bila were bîra me, di vê êrîşa Garê de şikestinek giran xwar û jixwe ev êrîşa 24’ê Nîsanê; hem weke tolhildana Garê ye û hem ji bo bixe bîra kurdan ku “em ê weke ermeniyan we qir bikin, heman jenosîdê em dikarin bînin serê we jî” , di wê rojê de bi taybetî da destpêkirin.

Ev êrîşkariya dewleta mêtinger a tirkan a li ser hemû Kurdistanê, bi piştgiriya hegemonên cîhanê û kevneperestên Kurdistanê (bi pêşengiya PDK’ê) dewam dike.

Em ji bîr nekin roja 29’ê Hezîranê ya biryara îdama Rêbêr APO jî, rojek ne ji rêzê bû; roja îdamkirina Şêx Seîd e (1925)!

Ji bo dewleta tirkan a dagirker û qirker, ev rojên nasyar çendîn girîng in, bêgûman divê ji bo kurdistaniyan hîn zêdetir girîng bin û li ser bîr û baweriyek hîn xurtir û berxwedêr, li dijî vê dewleta  ku li serê gelan bûye bela xebat bi xurtî were meşandin da ku wan amûrên wan ên tirsê li wan vegerîne û şûna wê curet û aramî û aşîti karibe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn misoger bibe.

Nûçeyên Têkildar