Dewleta tirk di halê heyî de li 3 parçeyên Kurdistanê bi hemû hêz û derfetên xwe, bi balafir û tang û topên xwe, bi çeteyên xwe, bi artêşa xwe şerekî giran, piralî û sîstematîk li dijî kurdan dide meşandin. Di nav hefteyekê de li Rojava êrîşî Minbic, Eyn Îsa û Şêrawa ya Efrînê, Li Başûr êrîşî Mexmûr, Avaşîn, Zap, Metîna û li Bakur li Amed, Bilîs, Wan, Colemêrg û Şirnexê gelek operasyonên leşkerî li dar xist.
Ev êrîşkarî bi awayekî sîstematîk hem li dijî ekosîstema Kurdistanê hem jî li dijî hebûna kurdan tê meşandin. Li hersê parçeyan jî armanc têkbirina dînamîzm û paradîgmaya şoreşgerane û welatparêz e; çimkî ji bo wan hêza ku hesabên wan xerab dike û planên wan ên dagirkerî û mêtingeriyê tarûmar dike Tevgera Azadiyê ye.
Di vê konseptê de hem rizaya NATO û hêzên navneteweyî û hem jî hevkariya hin alî û hizbên kurd ên wek KDP’ê heye. Hevkariya KDP’ê, kerr û korbûna YNK û Gorran, bêdengiya hizbên Îslamî yên wek Yekgirtû û Komala û piştgiriya Hikûmeta Bexdayê vê rastiyê nîşan dide: ev êrîşkarî û dagirkerî li ser konsensûseke piralî tê meşandin.
Dewleta tirk, li 3 parçeyan bi awayekî topyekûn şerekî konvansiyonel dide meşandin, lê Başûr di halê heyî de bûye wek navenda şer a îro. Nemaze piştî 2015’an di çarçoveya konsepta şer a nû de, armanc hem fetisandina şoreşa Rojava, hem têkbirina destkeftiyên Bakur, hem jî dorpêçkirina axa Başûr bû. Ji bo wê jî ev 6 sal in, gav bi gav, qedeme bi qedeme dixwazin qadên parastinê dorpêç bikin, danûstandin û têkiliya di navbera kurdan de qut bikin. Dixwazin Qendîlê dagir bikin, serkeftina xwe ragihînin û hêvî û daxwaza azadiyê ya gelê kurd bifetisînin.
Dewleta tirk ji sala 1983’an vir ve li ser axa Başûr bi heman armancê êrîşkariya xwe didomîne. Di encama êrîş û operasyonên 38 salan de heta niha xisareke mezin li gelê kurd û li axa Kurdistanê hatiye dayîn. Bi sedan gund hatine valakirin, bi hezaran kes ji axa xwe hatine koçberkirin.
Êrîşên li ser Başûr ji sala 1983’an vir ve bi awayekî nîzamî û sîstematîk tên domandin, lê di 6 salên dawî de ev êrîş êdî tu sînorên mirovî nas nake. Çiya, daristan, gund, bajar û hemû ekosîstema Kurdistanê tê bombebarankirin. Bi sedan binkeyên leşkerî tên avakirin, dar tên birrîn û rê tên çêkirin û dest bi talan û tartaleyeke nedîtî hatiye kirin.
Di dîroka koçberkirin, valakirina gundan û êrîşên sîstematîk ên dewleta tirk û encamên wê de Mexmûr cihekî taybet digire. Bi Konsepta 93’an, biryareke navendî ji aliyê dewletê ve hate girtin û di encamê de nêzî 4 hezar gund hatin valakirin û bi milyonan kurd ji axa xwe hatin bidûrxistin. Kurdên ku ji axa xwe hatin koçberkirin geh berê xwe dan bajarên tirkan, geh çûn Ewropayê geh jî li Mexmûrê ji xwe re wargehek ava kirin. 27 sal in bi hezaran kurdên Bakur, ji ber zilm û zora dewletê neçar man û li Mexmûrê bi cih bûn, lê li wir jî rastî êrîşkariyê dewletê hatin.
Li Mexmûrê nêzî 12 hezar kes dijîn. Wargeh bi awayekî fermî di bin berpirsyarî û çavdêriya Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî de ye lê, piştî Konsepta 2015’an gelek caran hemû pîvanên navneteweyî hatine binpêkirin û xanî, dibistan, nexweşxane ji aliyê balefirên şer ve hatine bombebarankirin û gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin. Dîsa ji 2014’an vir ve çeteyên DAIŞ’ê gelek caran êrîşî Mexmûrê kir.
Di 5’ê Hezîranê de wek berdewama vê konseptê wargeh cardin rastî êrîşa asmanî ya balefirên tirk hat û li nav wargehê derdora dibistanekê hat bombebarankirin. Erdogan wargeha tê de mirovên ku gundên wan hatine xerabkirin û ji ber zilma dewletê koçî wir kirine wek “wargeha terorîstan” bi nav dike û dijminahiya xwe ya li dijî gelê kurd venaşêre. Ne tesaduf e ku Erdogan di 2’yê Hezîranê de starta wê operasyonê da û 3 roj piştî axaftina wî ev êrîş hate pêkanîn.
Mexmûr ne tenê di hedefa dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê de ye. Ji bilî wê, wargeh ji Tîrmeha 2019’an vir ve bi biryara KDP’ê bi her awayî hatiye dorpêçkirin. KDP hem wek modeleke siyasî û civakî, hem jî wek rengvedana wê ya li Başûr, Mexmûrê ji xwe re wek talûke û tehdîdekê dibîne. Nêzîkatiya KDP’ê ya Mexmûrê xwe dispêre vê rastiyê.
KDP hem di hilweşandina wargehê de bûye hevkarekî dewleta tirk û hem jî bi ambargoyê dixwaze Mexmûrê bike wek girtîgehekê. Ji bo wê jî gelek caran bi dek û dolaban, bi gotegot û manîpulasyonan dike û dixwaze gel Mexmûrê biterikîne û ev der bê bêmirovkirin. Nahêle alîkariyên mirovî yên ji aliyê sazî û dezgehên navneteweyî bigehê wir, aktîvîst, sendîka, sazî û dezgehên mafên mirovan derbasî wir bibin û rewşa wir ragihînin. Polîtîkaya ku li wir tê meşandin, wek berdewam û parçeyekî Konsepta 2015’an a dewleta tirk e û KDP bi awayekî aşkera, di vê konseptê de rol û mîsyona xwe di pratîkê de nîşan dide.
Ne tenê li Mexmûrê, îro li tevahiya Başûr jî em vê hevkariyê dibînin. KDP wek hêzeke kurd berjewendiyên gelê kurd û axa Kurdistanê naparêze. Cihên ku ji aliyê balefiran ve tên bombebarankirin, ji aliyê wan ve tên desteserkirin. Tiştê ku dewletê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi çeteyan dikir, li Başûr jî bi KDP’ê dike. Rola rayedarên KDP’ê ew e ku êrîşên dewleta tirk manîpule bike û Tevgera Azadiyê bike behane û sebebên êrîşkariyê. Bi vê yekê jî dixwazin rê li ber bertek û serhildana gel a li dijî dagirkeriyê bigirin. Gelê kurd li her derê vê rastiyê dibîne û dizane ku ev helwest û hevkarî ne ji bo xizmeta gelê kurd e.
Mexmûr rûmeta welatparêziyê û wargeha berxwedan, şanazî, fedakarî û cefakariyê ye. Kurdên ku gundên wan hatin valakirin û cerdevaniya dewletê qebûl nekirin, berê xwe dan quncikeke welatê xwe û li wir ji xwe re jîngeheke xwebûn û hebûnê ava kirin. Li wir ligel gelek zehmetiyan, jiyaneke azad û modeleke biçûk a paradîgmaya xwebûnê ava kirin. Ew çirûska li Mexmûrê hate pêxistin hem li Rojava û hem jî gelek aliyên welêt reng û deng vedide û ilhameke mezin dide şoreşê. Ji ber vê israra xwebûnê loma heta niha rastî êrîşan tê û dixwaze bê hilweşandin. Ji bo wê jî êrîşa ku li wir hate kirin wek parçeyekî şerê li Başûr e. Wek berdewama dagirkerî û êrîşkariya li Metîna, Zap û Avaşînê ye.