Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Antolojiya Dengbêjên Botanê derket

Nivîskar Bahadîn Robar ku Antolojiya Dengbêjên Botanê amade kir anî ziman ku divê dengbêjiya ku hîmê sereke yê çand û wêjeya kurdî ye, bigihê nifşên nû

Pirtûka ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ ya nivîskar Bahadîn Robar ji Weşanên Arê der çû. Robar, di vê pirtûka xwe de çîroka 10 jê jin 63 dengbêjan bi xwendevanan re parve kiriye.

Robar diyar kir ku Botan di warê çandî de herêmeke pir dewlemend e û ji dîrokê heya niha pêşengiya wêjeyê kiriye, lê belê ev zengîniya wê pir nehatiye berbiçavkirin.

Robar anî ziman ku ji ber vê pirtûkek bi vî rengî amade kiriye û armanca wî ew bû ku tevkariya dengbêjên Botanê ya ji bo ziman û wêjeya kurdî xuyangtir bike.

Di berdewamê de Robar da zanî ku gava dest bi xebatên vê pirtûkê kiriye, li herêmê tenê 10 dengbêj nas dikirin, lê belê gava daxilî nav bûye gelek navên nû û dengên nû bihîstiye. Robar diyar kir ku derbarê 80 kesî de agahî berhev kirine, lê belê di berhema xwe de cih daye 63 kesan û wiha got: “Me hevdîtin bi malbata dengbêjên wekî Seîd Axayê Cizîrî re kirin û me çîrokên wan berhev kirin.”

Ên nayên naskirin

Robar bal kişand ser dengbêj Feqe Xalidê Sehdo û ev tişt anî ziman: “Çavkaniyha kilamên Mihemed Arifê Cizawî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan hwd. ku di radyoya Bexdayê de kilam gotine, Feqe Xalidê Sehdo ye. Kilama Eyşana Elî ku me ji Cizrawî guhdar kiriye, kilama Feqe Xalidê Sehdo ye.”

Robar destnîşan kir ku piraniya dengbêjên ku wî hevdîtin bi wan re kiriye, ji diya xwe hînî dengbêjiyê bûne û wiha domand: “Ev jî nîşan dide ku, dayik dengbêjiyê digihînin nifşên nû. Min çîroka 10 dengbêjên jin nivîsandin. Piraniya wan an ne sax in an jî koçî metrepolan kirine. Lê li ser jiyana Meryem Xan, Ne’ma Xelîl, Xezala Eliyê Mijinî hûr bûm.”

Her wiha Robar got ku hîmê çand û hunera kurdî dengbêjî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Saziyên kurdî, partiyên siyasî, şaredarî divê ji bo berdewamiya vê çandê tevbigerin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar