Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

PAJK: Li dor xeta yekitiya neteweyî bibin yek

PJAK’ê diyar kir ku berxwedana li dijî dagirkeriyê divê li her derê bê mezinkirin û wiha got: “Li dor xeta yekitiya neteweyî bibin yek, li dijî dagirkeriyê xweparastin, têkoşîna civakî mezin bikin, hebûna xwe biparêzin, şerê azadiyê bi teqez ser bixin.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK) têkildarî êrîşên dagirkerî, sekna PDK’ê û berxwedana gerîla ya bêhempa daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt parve kir:

“Di demekê de ku dagirkeriya dewleta tirk a Kurdistanê talan û wêran dike, rû bi rûyê hilweşîneke dîrokî ye û azadbûna Kurdistanê ye, yekbûna PDK’ê ya bi dijminê kurdan re, polîtîkaya şer şopandin,  çeperên şer amadekirin, tê wateya xiyaneta li gelê kurd. Bi hincetên vala şandina hêzên pêşmergeyan a ji aliyê PDK’ê ve, tê wateya bi agir lîstinê. Artêşa tirk a li ber gerîlayên Kurdistanê ketiye çiravê, PDK a weke ji bo wan dibe ruh divê dev ji vê rola xwe ya bê şerm berde. Hêzên me yên YJA Star û HPG ên li Herêma Parastinê yên Medyayê bigire heta her devera bakurê Kurdistanê û dîsa jin û mêr li ber xwe didin, mîna şervanên azadiyê, bi xeta Egîdan, Bêrîtanan, Leyla Qasiman, Li Zap, Metîna û Heftanînê li her derê ji bo xwedî li berxwedana destanî ya gerîlayan bê derketin, di serî de divê hemû partiyên siyasî, hemû mirovên kurd berpirsyarî hilgire, rûmeta berxwedanê parve bike, erka herî mezin e.

Li dijî mêtingerên ku ji derveyî qirkirin, qetilkirin, birîna daran, sirgûnkirin, bê welat hiştin, li zindanan helandin, bi çekên kîmyewî û bombeyan qetilkirin, her cûre pêkanînên derveyî mirovî li ser kirin tiştekî din rewa nabîne, li hemberî vê bûna yek, têkoşîn erka her mirovekî kurd e. Gel dikare vê rêveçûna xeternak a PDK’ê ku rê li ber topyekûn rabûna gel vedike, bide seknandin. Di serî de erka ewilê dikeve ser milê jinên kurd. Dayikên laçikspî, hemû dayikên li başûrê Kurdistanê, Rojava, Bakur û her derê Ewropayê dengê xwe bilind dike silav dikin. Jin wê israra azadiya xwe bi bilindkirina têkoşînê her roja biçe li dijî dagirkerî û hişmendiya mêr a serwer zêdetir mezin bike.

Xeta sor a kurdan nasname û azadî ye

Xeta sor a kurdan welat, rûmet û azadî ye. Nirxên azadiya jinan, nirxên Kurdistanê û nirxên mirovî yên gerdûnî ye. Ji derveyî vê siyaseta navendî ya PDK’ê  ya ‘xeta sor’ bûn parçeyek ji dijmin e, ji xetê derketine. Jinên kurd wê her cûre plana qirêj a ku kurdan bi kurdan bide şerkirin, xira bike; siyaseta xwînê, ranta şer, desthilata despotîk, mêtingeran nas neke. Dem dema li dijî dagirkeriyê berxwedan, li her derê Kurdistanê û derveyî welat mezinkirina têkoşînê ye. Rastiya jin û Kurdistanê ku weke pêşengê civakê ne, xwedî kêrhatiyê ku hem dijmin têk bibin û hem jî şerê navxweyî bide rawestandine. Dem dema hê bi bandortir vîna xwe nişandan e, li dijî dagirkerî, hevkarî û mêtingeriyê referandûma azadiyê pêkanîn û vê jî bi çalakiyên bê navber tacîdarkirin e. Gelê me yê başûrê Kurdistanê enfal dît, lê serî li ber rejîma Seddam nedanî, gelê me yê bakurê Kurdistanê di qetlîaman re derbas bûn, lê teslîm nebû. Gelê me yê rojhilatê Kurdistanê Çarçira jiya, lê dev ji azadiyê berneda. Gelê me yê Rojava û Şengal hovîtî û kabûsê cîhanê DAIŞ’ê têk bir. Gelê me yê Mexmûrê, bûye xwedî seknekî rûmetê. Kurdistaniyên xwestin ji derve bi penaberiyê tune bikin, her demê xwedî li erka xwe ya welatparêziyê derketin. Jinên kurd di refên herî pêş ên vê têkoşîna bê emsal de tim pêş cihê xwe girtin, berdêl da. Gelê kurd, ji encamên dersên dîrokî yên herî trajedîk ên qedîm qewimîn girt, gihişte wê ezmûnê ku di sedsala 21’ê de qedera xwe bi xwe pêk bîne, bi zanabûn û li ser xetar Rêber Apo bûye xwedî hêzeke ji pola. Her tiştên li dijî yekitiya neteweyî ya çarparçeyên Kurdistanê be, dij be, xizmeta dijmin bike, ji hundir ve kurdan lewaz bike, wê ji her cûre helwest û nêzîkatiyê hesab bixwaze û vê jî derbas bike.

Li dor xeta yekitiya neteweyî bibin yek, li dijî dagirkeriyê xweparastin, têkoşîna civakî mezin bikin, hebûna xwe biparêzin, şerê azadiyê bi teqez serbixin. Diyar dikin ku di vê têkoşîna azadî ya bi rûmet de, bi taybet hemû jinên di Kongreya Jinên Kurd a Neteweyî de cih girtin, xeteriya heyî dîtin, divê sekna xwe ya dîrokî raber bikin.

Berxwedana bê emsal a hemû hevrêyên xwe yên gerîla pîroz dikin, şehîdên xwe yên leheng bi rêz û minet bibîr tînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar