Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Salı - 8 Ekim 2024

Neyarê qewmê xwe: PDK

Pêşmergeyên ku duh Şengal, Musul û Kerkuk ji DAIŞ’ê re hiştin û guleyek neteqandin, îro doza serweriya axa Kurdistanê dikin û bi TSK’ê re li dijî PKK’ê şer dikin. Pêşmergeyên PDK’ê ku li dijî DAIŞ’ê şer nekir û ew parastin, îro bi MÎT û TSK’ê re mil daye mil. PDK’a ku li dijî DAIŞ’ê dest ranekirin, li dijî PKK ya ku DAIŞ têk bir, şer dike.

Dîrok awêneya rastiyan e. Yên dîrokê baş nexwînin dê nikaribin pêşeroja xwe diyar bikin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de gotiye ‘Dîrok di îro de û îro jî di dîrokê de veşartî ye .’ Ev rastî di sekn û helwesta PDK’ê de bêtir şênber dibe. Dema em îro li helwesta PDK’ê dinêrin, li dijî gelê xwe û qewmê xwe şer dike. Serok û rêveberên PDK’ê ji bo berjewendiyên malbatî dijminantiya gelê xwe û axa xwe dike. Îro li Zap, Avaşîn û Metînayê bi TSK, cerdevan û komên çeteyên MSO re mil bi mil li dijî PKK’ê şer dike. Dema em li helwest û sekna PDK’ê dinêrin û xebatên PKK û KCK’ê yên ji bo parastina axa Kurdistanê û yekitiyê dinêrin rastî bêtir ronî dibe.

PKK û KCK bi salan e ji bo yekitiya gelê kurd û yekitiya gelên Kurdistanê di nava têkoşînekê de nin. Gelek caran bang li hemû partî û rêxistinên kurdan kirin ku yekitiyê ava bikin û bi hevre nirxên gelê kurd û Kurdistanê biparêzin. Ji bo vê yekê gelek konferans û civîn li dar xistin. Lê her tim PDK dûrî vê yekê sekinî û şert danî pêş. Her tim ji bo gavên yekitiyê neyên avêtin astengî derxist. Serokê PDK’ê ku her tim doza Kurdistana Mezin dike, li dijî hemû êrîşên li ser axa Kurdistanê û kurdan bêdeng ma û dimîne. PDK ku bûye partiya malbata Mesut Barzanî û xizmên wî li dijî hemû êrîşên ku li ser axa Kurdistanê û nirxên kurdan pêk tê bêdeng, ker kor û lal dimîne. Dema di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Kerkur, Musul û Şengalê kir, Musul, Kerkuk û Şengal bi destê DAIŞ’ê de berda. Dema PDK’ê di 25’ê Îlona 2017’an de Referamduma Serxwebûna Kurdistanê çêkir û gel piştgirî da Serxebûna Kurdistanê, li dijî êrîşa Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan û ambargoya Tirkiyeyê bêdeng ma. Li dijî hemû operasyonên TSK’ê yên li ser axa başûrê Kurdistanê bêdeng ma. Li dijî bombebarana balafirên şer ên Tirkiye ku gundên başûrê Kurdistanê barandin bêdeng ma. Nêzî 2 sal in ambargo daniye ser Wargeha Mexmûrê. Gelê Mexmûrê ji ber êrîşên Tirkiyeyê gund û warên xwe berdan û xwe avêt mala Barzanî. Lê malbata Barzanî li şûna gelê Kurd ê Mexmûrê hembêz bike, pişta xwe da wan. Dîsa niha ambargo daniye ser wan û li dijî êrîşên li ser wan bêdeng e. PDK û malbata Barzanî ku li dijî êrîşên li ser gelê kurd û Kurdistanê bêdeng e, îro li dijî gelê xwe şer dike.

Dîrok îro bêtir û çêtir rastiya PDK’ê nîşanî me dide. Bêtir nîşanî me dide ku pêşmergeyên PDK’ê çima li dijî DAIŞ’ê şer nekir. Bêtir nîşanî me dide ku PDK çima nêzî yekîtiya gelê kurd nebû. Ji ber îro bêtir em dibînin êdî PDK aşkera piştgiriya Tirkiyeyê dike. Aşkera diyar dike ku li gorî berjewendiyên AKP-MHP û projeyên DYA yê Rojhilata Navîn (BOP) tev digere. Êdî vê dijminantiya xwe hem bi pratîka xwe û hem jî bi lêvên xwe tîne ziman. Îro PDK û pêşmerge li dijî gelê kurd û li dijî Kurdistanê şer dike. PDK îro bûye dijminê qewmê xwe.

Nûçeyên Têkildar