Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PDK û medyaya xwe dahola şer lê didin!

Di sedsala 21’an de çawa ku dîsa dijmin û dagirkerên Kurdistanê di şexsê dewleta tirk de li ber têkçûnê ne, fersendek nû derket pêş ji bo gihiştina serfirazî û hesreta salan a bi hezaran şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê, mixabin ji bo kurdan dîrokek reş ku tu carî ji qirika kurdan venebûyî dîsa der dikeve pêş.

Di demekê de ku dagikerên tirk li çiyayên azad taybet li Metîna, Zap û Avaşînê li ber têkçûn û hilweşînê ne, tevgera PDK’ê ya leşkerî ya li qadên gerîla ne ji xiyaneta Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza û Komara Mihabadê ya bi pêşengtiya Qazî Muhemed pêk hatîn, ne cuda ye.

Mirov zindîbûna dîrokê û di şexsê PDK’ê de kurdên hatî xistin û bikaranîn di vê sedsalê de bi zindî şahidî jê re dike. Gelo ev tê çi wateyê. Nîşaneyên têkbirina serhildanek nû ya kurdan a di sedsala 21’ê de ye? Na na, tevî her tiştî jî wê ew qedera ku ji bo kurdan hatî danîn, pêk neyê. Kurd û Kurdistan wê vê qederê qebûl nekin.

Her çendî PDK û medyaya xwe piştî bûyera 5’ê hezîranê ya li Metînayê ku 5 pêşmergeyên Gulan û Zêrevan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn û şûnde dihol û zirneyên şer lêdixin jî, wê kurd û kurdistanî rê nede vê. Dîsa dîmen û wêneyên li ser tevnên civakî hatin weşandin jî bi vekirî nîşan dide, kî-kê ji bo şer çûne qadê û kê êrîş kiriye.

Her çendî ku PKK û tevahî rayedarên wê ragihandin ku tu êrîşek nehatiye kirin ji aliyê wan ve, lê bi israr PDK û hinek kesên xwe firoş û bûne MÎT û îstîxbarat di ya xwe de israr dikin.

Li vir dixwazim hinek qala van hêzan bikim. Hêza Gulan û Zêrevan hêzên taybet bi ser mala Barzanî û rayedarên PDK’ê ve ne. Taybet hatine perwerdekirin, ji bo parastin û karên xwe yên qirêj bikar tînin. Dîsa Waliyê Dihokê Elî Teter, Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê PDK’î Serbest Lezgîn ev kesên mîna van hemû bûne endamên MÎT’ê û îstixbaratê ji bo dewleta tirk di nava PDK’ê de kar dikin.

Hê tiştek diyar nîne, ev kes lezûbez derdikevin ser ekranên televîzyonan bi zimanê Tirkiyeyê diaxivin û êrîşî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin. Dîsa taybet pêşmergeyên Gulan û Zêrevan ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin û gelek ji wan çi bi xwestek û çi jî bê xwestek hatine sîxûrkirin û taybet ji bo dewleta tirk kar dikin.

Ev hêz ji gotin û kiryarên wan ên demê dawî diyar kin bê ka çiqasî rastiya wan li holê ye. Bi xwe diavêjin ser qadên gerîla dikevin çeperên wan û bê şerm û heya ji bo gerîla gotinên ‘Decall’ û ‘lê bixin min dilê we xwarî’ êrîş gerîla dikin. Ev hêz xoştiviyên dijmin û neyarê xwe ne.

Lê çi bikin bila bikin, PDK û medyaya xwe ji sibehê heta êvarî dihola şer lê bixe jî, wê nikaribin. Ji ber ku gel û civakê tev rastiya wan dizane. Ji bo wê ye, bi ser nakevin. Çi bikin her xwe rezîl dikin. Medyaya ji bo dagirkeriyê nikare du gotinan bîne ba hev, lê ji bo şer geş bikin û malwêraniyê çi namîne nake.

Li ser xwîna zarokên gelê kurd xwe didin jiyîn. Gel zana bûye, rastiya her kesê zane. Êdî reş û spî ji hev dike. Nexwe ne wisa ba, niha me wê mijar bi rengek din vegotan. PDK jî vê dibîne û ji bo wê bi rêya medyaya xwe dixwaze gel li dijî PKK’ê sor bike.

Lê bi ser neket. Gel jî, hemû sazî û dezgehên civaka sivîl û pêkhateyên civakî li dijî vê biryara xwe zelal in û dane. Wê nebin hevkarê xiyanetê û nebin parçeyek ji şerê kurd bi kurd. Li gel vê jî wê rê nedin dagirker û hevkarên wan.

Divê gelê başûrê Kurdistanê rê nede zarokên wan ji bo berjewendiyên PDK’ê û dewleta tirk bên kuştin û xwîna kurd bi kurdî birêje. Ji bo wê ye ku erkekî mezin dikev ser milê her ferdekî başûrê Kurdistanê derdorî xwe ji vê haydar bikin û nebin parçeyek ji vê barê giran ê ji bo hemû kurdan hem şermek mezin û hem jî malxirabiyek mezin e.

Ezmûn û bûyerên borî ji bo roja îro hemû eyne ye. Divê em xwe û rewşa xwe li ser wê eyneyê baş bibînin.

Nûçeyên Têkildar