Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Qodên 5’ê Hezîranê

Zinar Ronî | 

Di 5’ê Hezîranê de agahiya nûçeyeke lezgîn di ajansan de derbas dibû. Dihat gotin ku li herêma Metînayê ji aliyê balafiran ve yekîneyeke pêşmerge hatiye bombebarankirin û di encamê de hin pêşmerge şehîd bûne û hinek jî birîndar bûne. Piştre zelal bû ku pênc pêşmerge şehîd bûne û çar jî birîndar bûne. Xemgîniya vê bûyerê hêj didomiya ku agahiyek din di ajansan de derbas dibû. Balafirên bêmirov ên biçek êrîş biribûn ser wargeha Mexmûrê û gelek sivîl bi giran birîndar bûbûn. Diyar bû ku her du êrîş ji aliyê heman navendê ve hatibûn organîzekirin. Lê di heman rojê de hêj ku di derbarê bûyera li Metînayê de zelaliyek çênebûye derdorên nêzî PDK’ê bi yek gotinê anîn ziman ku êrîş ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin. Her çiqasî daxuyanî hatin dayîn ku ne gerîla ev bûyer kiriye jî rayedarên PDK’ê  bûyer xistin stuyê PKK’ê.

Bi vê bûyerê gelek tişt zelal bûn. Hem rewş û xwesteka PDK’ê zêdetir diyar bû hem jî lîstika ku li ser hêzên kurd dihate lîstin hinek din zelal bû. Yên bûyera li Metîna û Mexmûrê pêk anîn xwestin hêzên kurd yekser berdin hev. Bi êrîşa li Mexmûr pêl demarê PKK’ê dikirin, bi êrîşa li Metînayê jî pêl rayê PDK’ê dikirin. Li gorî xwe rewabûna şerê hemberî hev hatibû avakirin. Bes bi nêzîkatiya hestiyar a tevgera azadiyê ev lîstik vala hat derxistin. Bernameya di Stêrk tv ku Murat Karayilan tev li bûyî de bi daxuyaniyan naveroka lîstikê bêtir hate fêmkirin. Lewma her çiqasî niha şerek navxweyî hatibe sekinandin jî ji daxuyaniyên Murat Karayilan tê fêmkirin ku ji aliyê navendekê ve biryara şer û êrîşa ser gerîla hatiye dayîn. Jixwe demeke dirêj e PDK li hincetan digere ku şerekî derbixe. Niha em hinek din li ser bûyera li Metîna rawestin. Bêguman êrîşa li Mexmûrê jî di heman çarçoveyê de divê were nirxandin.

Li gel ku aşkera ye ev êrîş ne ji aliyê gerîla ve hatiye kirin çima heya niha lêkolînek berfireh nehatiye kirin? Heke hatibe kirin çima nayê aşkerakirin? Pir bi hêsanî dikare were îspatkirin ku di êrîşê de kîjan çek hatiye bikaranîn. Bes heya niha çima nayê gotin, ka ev êrîş bi kîjan çekê hatiye kirin. Pisporên ku li ser wêneyên erebê nirxandin dikin dibêjin ku diyar e êrîş ji hewayê ve hatiye kirin. Di encamê de dê rastî derbikeve holê. Ez ne pisporê çekan an jî maşîneyên şer im lê helwestên hinek hêzan didin diyarkirin ka ev êrîş ji aliyê kê ve û bi çi armancê hatiye kirin.

Gelo çima di serî de hemû ajans û rayedaran gotin êrîşek hewayî pêk hatiye lê piştre ziman hate guhertin û sû avêtin ser PKK’ê? Çawa dibe bi yek carê hemû derdorên PDK’ê PKK’ê sûcdar dikin. Her çiqasî daxuyaniyên bi vî rengî hatibin kirin jî yek ji fermandarên payebilind ê pêşmergeyan di hesabê xwe yê facebookê de anî ziman ku êrîş ji hewayî ve hatiye kirin. Dîsa malbatên pêşmergeyan gotin ku ev bûyer çawa dibe bila bibe bi destê dewleta tirk ve hatiye kirin û niha ji ber vê rewşê kêfxweş dibe. Di rastiyê de malbatan rewş baş fam kiribûn lê navenda şerê taybet ê PDK’ê dixwest ku hem gundî hem jî malbat bêjin bûyer ji liyê gerîla ve hatiye kirin. Ev helwesta rayedar û çapemeniya PDK’ê jixwe di serî de xwe da dest ka bûyer ji aliyê kê ve hatiye kirin. Lê em bidomînin.

Piştî bûyerê dewleta Tirkiyeyê hem ji bo Mexmûr û hem jî ji bo Metînayê daxuyanî da. Êrîşa Mexmûrê wekî mizgînî bilêv kir û anî ziman ku wan berpirsiyarê Mexmûrê kuştiye. Lê di rastiyê de sivîl bûbûn hedef. Ji bo bûyera Metînayê jî daxuyaniyeke sersaxiyê weşand. Balkêş e hema negotibû ‘pêşmerge şehîd ketine, ew jî wekî şehîdên me ne.’ Daxuyanî bi zimanekî wisa hatibû nivîsandin ku mirov dizane beriya bûyerê hatiye amadekirin. Her wiha di daxuyaniyê de tevgera azadiyê wekî dijminê dewleta tirk û PDK’ê dihate pênasekirin. Jixwe piştî bûyerê hinek rayedarên PDK’ê jî tevgera azadiyê wekî terorîst bi nav kirin. Daxuyaniya dewleta tirk û PDK’ê hev digirtin.

Ji aliyê din ve dibe ku cara ewil rayedarên dewleta Amerîkayê ji ber van bûyeran daxuyanî da. Ji ber bûyera Mexmûrê nerazîbûn nîşan da û ji ber bûyera Metînayê jî sersaxî ji pêşmergeyan re xwest û PKK wekî sûcdar şermezar kir.Yanî ji aliyekî ve Tirkiye hişyar dike ji aliyê din ve jî PKK sûcdar dike. Zimanê ku ji bo Tirkiyeyê hatiye bikaranîn nerm û şermok lê yê ji bo PKK hişk û êrîşkar. Dîsa di heman kêliyan de rayedarên Îngilistanê bi rêvebirên herêma Kurdistanê re hevdîtin kirin û behsa dostaniya xwe û kurdan a sedsalan dikirin. Ew Îngilistana ku Kurdistan bêstatu hiştî, di serhildana Şêx Mehmud Berzencî de gelê kurd bi balafiran bomberan kirî û komkujî pêkanî, di referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê de berî herkesî bertek nîşan dayî wekî ku tiştek nebe bi vê bûyerê re eleqedar behsa dostaniya xwe û gelê kurd dikir. Gelo çiqasî tesaduf e ku evqas derdor bi hev re bertek nîşanî van bûyeran bidin?

Em parçeyan bînin ber hev û bi geşedanên dîrokê ve hinek girê bidin dibe ku rewş baştir were fêmkirin. Di komploya navneteweyî de di serî de Amerîka li gel Barzanî û Talabanî hevdîtin kir. Ew li hev anîn. Ji bo li hemberî tevgera azadiyê şer bikin peyman îmze kir di navbera herdu aliyan de. Piştre îstîxbarata Îngilistanê plana komployê çêkir. Ji ber ku rewşa kurdan ji berê dizanibû xwe di komployê de jî wekî pispor derxist pêş. Daxuyaniyên wê demê yên rayedarên Îngilistanê hemû di arşîvan de hene. Piştre generalê artêşa tirk çû ser sînorê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê tehdît kir. Komplo bi vî awayî ket meriyetê. Niha jî Amerîka ji bo rêvebirên PKK’ê xelat daniye. Dibêje yê ku sê rêvebirên PKK’ê îxbar bike ez ê pere bidim wan. Îngilistan dîsa xwe dixe nava kar û barê başûrê Kurdistanê. Tirkiye jî operasyona dagirkeriyê hem li ser Rojava hem jî li ser Başûr daye destpêkirin. Tenê tiştek ji komploya navneteweyî kêm maye: îknakirina hêzên Başûr. Di komploya navneteweyî de li Başûr du hêz hebûn û her du hêzan peyman qebûl kiribûn. Lê niha PDK bi tenê maye. Jixwe ev bûyera li Metîna û Mexmûrê armanc dikir ku hêzên din ê Başûr jî tev li vê peymanê bikin. Mixabin piraniya partiyên siyasî û dezgehên din bi zimanekî zelal gotin ku ew tev li vî şerî nabin. Lewma ev lîstika wan bi ser neket. Lê taluke didome. Çima didome? Çawa didome niha ez hinek li ser wê jî çend tişt bînim ziman.

Murat Karayilan di axaftina xwe ya Stêrk tv de agahiyek balkêş da. Got “Beriya çend mehan bi agahdariya AKP’ê heyeteke dewletê ji me xwest ku em agirbest îlan bikin. Gotin ‘li Bakur agirbest îlan bikin wekî din li van deverên din hûn çi dikin em eleqedar nabin.  Balkişandin ser nakokiyên me û PDK’ê. Dixwestin me bînin pêşberî hev.” Elî Bapîr (Serokê Komeleya Dadgeriyê-Başûr) jî wiha dibêje: “Tirkiye ji PDK, YNK, me û partiyên din xwest em PKK’ê wekî terorîst bi nav bikin. PDK û YNK’ê gotin, ‘em ê ji mektebên xwe yên siyasî pirsê bikin.’ Min got, ‘ez pirsa xwe ji kesê nakim, PKK terorîst nîne, doza wan rewa ye, daxwaza mafê xwe dike.’ Di vê navberê de gelek caran YNK’ê jî diyar kiriye ku ew û PKK nayên hemberî hev. Kî dimîne PDK. Wê demê em pirs bikin PDK çima ewqasî di vî şerê de israr dike? Di demeke ku dewlet dibêje hindik maye PKK biqede de çima daxwaza agirbestê dike? Dewleta Tirkiyeyê ku bertekeke tund nîşanî referanduma serxwebûnê da çîma îro PDK pê re destbirakiyê dike? Hemû mesele di kiryarên kirêt de ye. AKP û hinek rayedarê PDK bi hev re karên kirêt dikin. Her du partî pir dişibin hev du. Îro rewabûna xwe ya li ser desthilatê winda kirine. Ji bo ji desthilatê nekevin serî li tiştên qirêj didin. Li Tirkiyeyê kesê bi navê Sedat Peker dek û dolabên desthilatê tîne ziman. Gotinên wî ji sedî ne yek in jî. Ev kes bi xwe li ser navê dewlet û desthilata AKP’ê şerê qirêj dida meşandin. Îro behsa van bûyeran dike. Desthilata AKP-MHP’ê di nava xwe de riziyaye û li ber hilweşînê ye. Heke sibê Sedat Peker behsa têkiliyên bi rayedarên PDK’ê re bike divê mirov şaş nemîne. Ji bilî wê jixwe generalên Tirkiyeyê her car tînin ziman ku wan bi pere pêşmerge li hemberî gerîla dane şerkirin.

Beriya çend mehan ez li rastî nûçeyeke balkêş hatim. Ez dîsa lêgeriyam lê min nedît. Kesekî ku bi salan di nava Parastinê de (rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê) xebat kiriye tiştên ecêb digotin. Ew kes ji ber ewlehiya xwe reviyabû Ewropayê. Bi tevlibûna tv’yek a başûrê Kurdistanê (ezne şaş bim NRTNews bû) daxuyanî dida. Digot : “Ez bi salan di nava parastinê de xebitîm. Peywira min ew bû ku ji bo kesên payebilind û dewlemend jin peyde bikim. Dema me jin peyde dikir di heman demê de me vîdeoyê wan dikişand. Piştre me li hemberî wan bi kar dianî.” Her wiha yek yek bi nav dikir. Digot “niha gelek ji wan jinan li Ewropayê ne. Çend caran parastin xwest min bikuje lê ji ber ku di dest min de gelek belge hene newêre têkilî min bibe.” Yanî tê famkirin ku parastin bi çi awayî dixebite. Jixwe di demên dawî de aşkera aşkera bi MÎT’a tirk re kar dikin. Ev her du rêxistinên îstîxbarî bi hev re karên kirêt jî dimeşînin. Niha difikirim ku ev rêbazên bi kar tînin li hemberî hev jî bi kar anîne. Dema israra kesên ku dixwazin şer derbixin difikirim tê bîra min ku di dest Tirkiyeyê de di derbarê van kesan de hin tişt hene. Jixwe tiştek neveşartiye ku malbata Barzaniyan dewlemend in. Piraniya milkê wan jî li Tirkiyeyê ye. Tirkiye hem bi milkê wan hem jî bi belgeyên di dest xwe de gefan li wan dixwe. Mesele Sedat Peker dibêje wan ji çeteyên li Sûriyeyê re çek şandine. Vekirî dibêje ku alîkariya El-Nusra kirine. Niha Tirkiye têkiliyên DAIŞ û PDK baş dizane. Baş dizane ku DAIŞ çawa bi ser Şengalê de çû. Armanc û stratejiya DAIŞ’ê wan bi hev re kirin. An jî li rojavayê Kurdistanê çawa li hemberî hêzên kurd ên din şer kirine. Ev belge hemû di dest dewleta Tirkiyeyê de ne. Dewleta Tirkiyeyê bi amûrên aborî û îstîxbarî PDK xistiye destê xwe. PDK êdî ne hêzeke di destê xwe de ye. Ji ber ku bi berjewendiyê malbatî tevdigere nikare aşkera rewşa xwe bîne ziman. Îxtîmala ku hin derdorên din jî di nav vî karî de bin heye lê ji ber ku kar ser PDK’ê re tê kirin ew derdikeve pêş.

Bi sekn û helwesta niha ya rêveberên PDK’ê xuya dike ku çarenûsa desthilata AKP-MHP û PDK bi hev ve girêdayî ye. Her ku textê AKP diheje ba li textê PDK jî dixe. Têkçûna PDK’ê jî rewabûna AKP ya li başûr û rojavayê Kurdistanê xelas dike. Divê mirov vê rewşê baş zanibe. Mesele ne birakujî ye. Mesele ne şerê navxweyî yê du tevgerê kurd e. Mesele ew e ku klîkek di nava PDK’ê de dixwaze ji bo berjewendiyên xwe şer derbixe. Ev şerê ku rû bide xizmetî kî bike, ew klîk jî xîzmeta wî dike. Ew qasî zelal e. Ji bo çareseriyek were dîtin di serî de lazim e mesele baş were fêmkirin. Ên ku pêşiya vî şerî bigire jî mirovên welatparêz ê PDK’ê bixwe ne. Kesên dilxwazê axa Kurdistanê yên ji malbata Barzaniyan bi xwe ne. Divê civak û rûspiyên kurdan ji van kesên dilxwaz re girîngiya rewşê vebêjin. Naxwe wekî din çiqasî hişyarî werin kirin jî dibe encam negirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar