Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK: Li hember dostên kurdan nebin asteng li dijî dagirkeriyê rabin

KNK'ê bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê kir ku li ber dostên kurdan negire û ji hêzên kurdistanî jî xwest ku li gel dostên gelê kurd li ber dagirkeriya dewleta tirk rabin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin

Navenda Nûçeyan |

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî astengiyên rêveberiya PDK’ê yên li pêşiya dostên kurdan datîne, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Weke tê zanîn nêzî 50 roj in dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Li herêmê gundan vala dike, bax û baxçe jî di nav de xwezaya herêmê dişewîtîne û talan dike. Êrîşî penaberên Mexmûrê dike û mirovên bêguneh dikuje. Gelê herêmê û gelek rêxistin bang dikin ku gel û dostên gelê kurd li hember dewleta tirk helwest bigirin û xwedî li gelê herêmê û berxwedêran derkevin.

Li hember vê rewşê, gelê me û dostên gelê kurd, dikevin nava lêgerînan û li gorî xwe li çareseriyan digerin. Yek ji van lêgerînan jî ew e ku ji bo xwedîderketina gel û ji bo li hember êrîşên dewleta tirk helwest bigirin û dengê xwe derxin, hinek dostên gelê kurd çûne başûrê Kurdistanê. Çûna van dostan ji bo piştgirî û xwedîderketina gelê Kurdistanê ye. Ji bo hevdîtin, aştî û diyalogê ye.

Lê mixabin hinek rayedarên Hewlêrê, van dostan asteng dikin û nahêlên rehet karê xwe bikin. Bi navê wezareta navxwe daxuyanî dan ku ev daxuyanî van dostan reş dikin û wan weke çalakvanên dijê asayîşa herêmê didin nîşan. Bi tevahî ew daxuyanî û ew îdîa ji rastiyê dûr in û ne li xizmeta gel û berjewendiyên herêmê de ne. Tiştekî bi wî rengî nîne û ew kes bi temamî ji bo piştgiriya gelê kurd çûne wê derê.

Ew kesên çûyîn Başûr, dostên gelê me ne. Wan kesan û hevalên wan, di berxwedana Kobanê de, şerê Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê de û li berxwedana Şengal û gelek deverên din ên Kurdistanê, cihê xwe li cem gel û berxwedêrên kurd girtine û bedel dane. Her wiha van kesan di asta cîhanî de doza gelê kurd bi awayekî pozîtîf dane naskirin û weke dîplomatên kurd xebitîne. Ew niha jî bi vê nêtê, bi vê helwestê hatine Kurdistanê. Ew mêhavanên ezîz ên Kurdistanê ne. Pêwîst e em mêhvanperweriya xwe li hember wan bidin nişandan, pêwîst e ew weke mêhvan bêne pêşwazîkirin û hembêzkirin.

Bi vê munasebetê, em bang li hikûmet û asayîşa Herêma Kurdistanê dikin ku van dostan asteng nekin, rê li ber wan xweş bikin û wan weke mêhvan bibinîn.

Em bang li hemû hêz û rêxistinên kurdistanî û gelê başûrê Kurdistanê dikin ku van dostan mêvan bikin û xwedî li wan derkevin. Her wiha em hemû bi hev re bi dostên xwe re, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, helwest nîşan bidin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar