Rêveberê bajaroka Helşo Bekir Weysî ragihand ku balafirên şer ên dewleta tirk li gundê Kanî Lan ê bajaroka Pîşderê, di saet 13.20’an de wesayîtek sivîlan bombebaran kir.
Bekir Weysî aşkera kir ku di bombebaranê de 4 kesên nasnameya wan nediyar şehîd bûne û wiha got: “Ev herêm ne herêmek leşkerî ye. Cihê sivîlan e. Gelek nêzîkî Helşo û Qeladizê ye. Rêya welatiyan e. Li van herêman çewlikên gundiyan hene. Rojane hatinûçûnê dikin.”
Bekir Weysî aşkera kir ku ji bo diyarkirina nasnameya şehîdan lîjneyek ava kirine. SILÊMANÎ